Birêz Ocalan ji bo Erdogan şans e
Sêşem 2 Kanûn 2025 - 03:47

Parêzer Eva Schonveld ku berê di heyeta tecrîdê ya navneteweyî de cih girtibû, serdana Tirkiyeyê kiribû û ji bo hevdîtinê serî li Wezareta Dadê dabû, der barê mafê hêviyê û pêvajoya hiqûqî de axivî. Eva Schonvel da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan tevî hemû polîtîkayên çewisandinê yên dewletê, lîderekî ku bi salane azadiya kolektîf esas digire ye û got:“Azadiya Abdullah Ocalan xwedî girîngiyeke navendî ye. Bi dehan carî hatiye gotin Ocalan ne azad be kesên din jî ne azad in. Ligel vê wek lîderekî girîng û jîr, bi binpêkirinên dijmirovahî re bê rû hev jî piştgirî daye rêbazên aştiyane. Ji ber vê jî nêzîkatiya guherîna demokratîk di alî azadiya wî de girîng e.”
Eva Schonveld daxuyakirin ku bi biryarên Komîteya Wezîran û DMME’yê hatiye tespîtkirin ku pêknehatina mafê hêviyê binpêkirin e û got:“Em beriya her tiştî dibêjin ku divê mafê hêviyê ji bo Birêz Ocalan û hemû girtiyan pêk bê. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, tespît kiriye ku mafê hêviyê ji bo Abdullah Ocalan pêk nehatiye û di vê mijarê de binpêkirinên mafan tespît kiriye. Komîteya Wezîran doz ji nûve girtiye dest û dîroka din wek Hezîrana 2026’an diyar kiriye û dem daye Tirkiyeyê. Lê mixabin heta niha gavek nehatiye avêtin.”
Eva Schonveld diyar kir ku Tirkiyeyê di pêvajoya hatiye nîşan dan de gav navêtiye û got:“Komîteyê di demên dawî de çend civîn kir û biryar girtin. Di biryaran de Tirkiye di vê mijarê de xistin bin zextê. Lê hikûmeta Tirkiyeyê der barê mafê hêviyê de hîna tu gavek navêtiye. Pêknehatin jî li pêş Komîteya Wezîran pirsgirêka esas e. Tirkiye di salên 2000’î de di pêvajoya endamtiya YE’yê de ji pêkanîna biryaran re vekiribû lê bi qelsbûna têkiliyan rev jî qels bû. Daxuyaniyên Birêz Ocalan ên demên dawî bêguman girîng bûn. Ev nêzî salekê ye pêvajoyek didome. PKK’ê gavên girîng avêtin. Lê desthilatdariyê hîna li dijî van gavan niyetek baş nîşan nedaye. Ger ku tavîzên beramberê hev tunebin divê bê zanîn ku ev wisa nikare bê meşandin. Şansa Erdogan a di mijara çareseriya pirgirêka Kurd de, cihgirtina aktîf a Birêz Abdullah Ocalan a di muzakereyan de ye. Bi vî awayekî wê hikûmeta Tirkiyeyê defeteke aştî û azadiyê bibîne.”
JINNEWS/MELEK AVCI












