Em dev ji vegera li Efrînê bernadin
Çarşem 3 Kanûn 2025 - 03:35

Jinên koçber ên ji Efrîn û Şehbayê êşên koçberiyê yên 7 salan vegotin. Jinan dan zanîn ku ev êşên dijwar ew ji mafê wan ê vegera li malên xwe dûr nexistine.
Di ser koçberiya duyem a xelkê Efrîn û Şehbayê re salek derbas bû. Jinên koçber mafê xwe yê vegera li gund û herêmên xwe bi bîr xist û da zanîn ku ev maf tenê bi vekişîna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ya ji xaka wan dê pêk were.
Zîlan Mehmûd jineke koçber e ku niha li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dijî û got: "7 sal in em ji malên xwe koçber bûne û salek e em êşa koçberiya duyemîn a ji Şehbayê dikişînin. Me hêvî dikir ku piştî hilweşîna rejîma Baasê di dawiya sala borî de em vegerin herêma xwe, lê hêviyên me careke din şikestin.”
Zîlan Mehmûd wiha dewam kir: "Em hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji tiştên ku me kişandine berpirsiyar dibînin. Divê ew tedbîrên pêwîst û lezgîn bigire û pirsgirêka koçberan çareser bike û divê ew nekeve bin bandora berjewendiyên ajendayên biyanî. "
Gulistan Mistefa jî der barê mijarê de got: "Dîrok şahid e ku gelê Efrînê, ji aliyê dagikeriya Tirk û çeteyên wê ve rastî polîtîkayên tunekirina nasname û çandê hatiye. Êrişeke hovane ya bejahî û hewayî hate destpêkirin, êrişeke ku nayê bawerkirin. Ev trajedî par jî dubare bû û em neçar man ku piştî têkoşîna zêdetirî 7 salan, ji Şehbayê birevin."
Koçbera bi navê Zeyneb Xelîl jî got: "Berê me li Efrînê bû, lê planên dagirkeriyê yên ji aliyê dewleta dagirker a Tirk ve hatine amadekirin em neçar kirin ku rêya xwe biguherînin. Çi qas em ji axa xwe dûr bin jî, em ê dev ji mafên xwe bernedin û em ê bê guman vegerin wir. Çi qas dagirker bihêz be jî, ew ê nekarin me ji koka me dûr bixin û nasnameya me nayê tunekirin, ew ê zindî bimîne.”
Zêdetirî 120 hezar koçber ji Efrîn û herêma Şehbayê di encama êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de berê xwe da deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê.
ANHA/HELEB/NISRÎN ŞÊXO















