Divê girtek bên parvekirin

Çarşem 3 Kanûn 2025 - 03:55

  • Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal hevdîtina endamên Komîsyonê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nirxand û got: “Rêber Apo dewlet hişyar kir. Heke gav ji aliyê dewletê ve neyên avêtin dê rîsk derkevin.”

Endamên Komîsyona Demokrasî Xwîşk-Biratî û Hevgirtina Milî ku ji Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulîstan Kiliç Koçyigit, Cîgirê Serokê MHP'ê Fetî Yildiz û Cîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê Huseyîn Yayman pêk dihat di 24'ê Mijdarê de li ser biryara Komîsyonê çûn Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin.

Hevserokê Kongreya Gel Remzî Kartal têkildarî hevdîtina komîsyonê ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anî, bandora wê ya li ser pêvajoyê û xebatên ji niha û şûnve ku hewceyê komîsyon pêk bîne, nirxand.

Remzî Kartal destnîşan kir ku tevî gavên dîrokî yên ku Tevgera Azadiya Kurdistanê avêtiye jî dewletê tu gav neavê tin û wiha pê de çû: “Rêber Apo pir aşkere hişyar kir ku heke pêvajo bi serkeftî encam nebe, dê mekanizmaya darbeyê bikeve meriyetê. Heta niha çima pirsgirêka Kurd nehatiye çareserkirin, bandora hêzên derve û navxweyî li ser pêvajoyên çareseriyê, hêzên di nava dewletê de ku çawa çareseriya pirsgirêka Kurd asteng dikin berfireh nirxandiye. Ji bo komplo li dijî pêvajoyê pêk neyên Rêber Apo dewlet hişyar kir. Xwest pêvajo dirêj nebe. Ev pêvajo çiqas dirêj bibe, dê evqas risk derkevin. Pêwîst e êdî ji aliyê hiqûqî ve gavên şênber bên avêtin.”

Remzî Kartal xwest girtekên hevdîtina komîsyonê ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, ji raya giştî re bê parvekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hin hêzên li dijî pêvajoyê zimanekî neyînî bikar tînin. AKP rê dide wan. Bi taybetî jî medyaya giredayî AKP'ê zemîna wê ava dike. Ji bo hişmendiyeke aştî û demokratik di raya giştî de çêbibe, ev pêvajo di nav gel de pêş bikeve pêwîst e girtekên hevdîtina Îmraliyê bi rayagiştî re bê parvekirin.”

Remzî Kartal têkildarî merhaleya 2'yemîn a xebatên Komîsyonê yên amadekariyên pêşnûmaneyên qanûnî jî rawestiya û got: “AKP û çapemeniya di destê AKP'ê de wisa nîşan didin ku weke ku hêzên çekdar dê çawa çekê danîn li ser wê divê çi gavan bavejin nîqaşan dikin. Rêber Apo jî vê yekê qebûl nake. Tiştekî wisa ne pêkan e. Gerîla ji bo azadiya gelên Kurdistanê, gelên Tirkiye û herêmê têkoşiya. Ji ber wê jî hatina wan û çek danîna wan bi qanûnan çêdibe. Pêwîst e gelê Kurd bi awayekî qanûnî bê naskirin. Divê li ser vê nîqaş bên kirin. Yanî hebûn û hiqûqa gelê Kurd, mafê zimanê Kurdî bê qebûlkirin. Divê li gorî çerçoveya ku endamên PKK'ê dê çawa tevlî siyaseta demokratik bibin qanûna bên derxînin. Her wiha divê girtiyên siyasî bên berdan. Çapemeniya Tirkiyeyê weke hinek biçin derveyî welat, efû bikin û bên darizandin nîqaşan dikin. Ev ne rast e. Serok Apo jî dibêje, ‘Dema hûn min qebûl bikin pêwîst e hûn hemû hevalên min jî qebûl bikin.’ Di xebatên guhdarkirinê ya komîsyonê de jî gelek nêrîn derketin holê. Divê komîsyon bi awayekî objektif van nêrînên derketine tomar bike. Komîsyon rolekî bi vî rengî bilîze. Komîsyon heke wisa rola xwe bilîze dê misyona xwe ya dîrokî jî bi cih bîne.”

Remzî Kartal di dawiya axaftina xwe de li ser neçûna CHP'ê ya Girava Îmraliyê jî destnîşan kir ku CHP li gorî xwesteka AKP'ê tevgeriyaye û got: “Ji bo CHPê kêmasiyeke pir mezin e. Pirsgirêka Kurd bi demokrasiyê çareser dibe. Bê demokrasî çareser nabe. Ya ku komara Tirkiyeyê ava kir CHP bû. Ji bo demokratikkirina komarê jî divê CHPê rola xwe bilîze.”

AW/ENQERE/MAHMÛT ALTINTAŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.