Komun û Kurd

Çarşem 3 Kanûn 2025 - 03:15

  • Rêber Apo di paradîgma û pergala modernîteya demokratîk de girîngiyek mezin dide komunan. Ji ber komun koka civakê ye. Di komunê de demokrasî rêgezek jêneger e. Di esasê de komuna demokratîk sosyalîzma demokratîk e. Sosyalîzm bê komun nabe.

Di manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de, Rêber Apo balê dikişîne ser rast şîrovekirina dîrokê. Dibêje ku dîrok ne weke Marks pênase dike şerê di navbera çînan de ye, dîrok şerê di navbera komûn û dewletê de ye. Cihên despêkê ku şahidî ji vî şerê civaka komûnal û şaristaniya dewletê re kirine Mezepotamya û rêzeçiyayên Zagros û Torosan e.

Şaristaniya dewletdar bi herikandina dîrokê re û heta roja me ya îro mîna kurmê darê xwe li ser civakê dide jiyîn û hebûna xwe berdewam dike. Dewlet saziyeke ku di her pêvajoyê de bi pergala deshilatdariyê xwe li ser civakê ferz dike û ji bo deshilatdar bikarin hebûna xwe berdewam bikin hewl dide komûnê ji holê rake.

Dema em bala xwe didin proto Kurdan em dibînin ku jiyan yekpare ye, bi wate û bi mucizeyan têr û tijî ye. Civakê bi şêwazê qlanan li derdora jin-dayikê xwe bi rêxistin kiriye. Ti qeydên li lingê mirovan bigerin û bialiqin tinebûn, ne mal û ne milkê taybet hebû. Tenê tevger hebû. Ew jî bi awayekî serbixwe û azad bû. Jiyana yekpare ya qlanê xwe dispart keda dest, dilsozî û bedewiya fikrê jinê. Lewra em dikarin îro jî mohra jinê li ser gelek vedîtinan bibînin. Bi demê re ji bo jin-dayik vedîtinên bi dest xistine ji êrîşên qirker ên mêr biparêze ketiye nava berxwedaneke bêhempa. Em vê tekoşînê dikarin di serpêhatiya Enkî û Înana de bibînin.

Qatilê qastîk vê peregalê ji bo xwe dike armanc û ji holê radike. Pergala qatilê qastîk çawa di nava civakê de dibe çandek? Ev, bi girtina jinê di malê de destpê dike. Bi vê yekê jin ji rola xwe ya komûnal tê dûrxistin. Bi pergala milkkirinê re civak ji holê hatiye rakirin. Bi rola mêrê deshilatdar û jina kole re rastiya komûn di civakê de lawaz bûye. Lewra Rêber Apo di têkiliyên jin û mêr de girîngiyê dide rastiya hevjiyanê û ji nû ve vesazîkirina pêwendiyan. Di roja me ya îro de li Rojava jiyanek nû bi pêşengtiya jinê pêş dikeve. Di vê mijarê de Rêbertî balê dikşîne ser ezmûna JINWAR'ê ya ku li Rojava pêş dikeve. Weke dilsoziyekê li beramberî hemû serpêhatiyên bi êş ên qatilê qastîk li ser jin, zarokan û bi giştî civakê Rêbertî komûnê weke malbata xwe ya nû dipejirîne.

Rêxistina qebîleyan a li rêzeçiyayên Zagros û Torasan li hember şaristaniya dewletdar her tim di nava liv û tevgerê de bû. Rêxistina qebîlê bi tenê xwe naspêre yekîtiya xwîn û xizmatiyê. Komeke ku li hember şaristaniya dewletdar xwe dispêre xweparastin, hilberîn û xwezêdekirinê. Bi vî awayî kabîle xwedî xisletên civakî yên herî kêrhatî ne. Di qebîlê de jiyana kevneşop a komûnal xwedî bandor e. Tevî hemû êrîşên şaristaniyê qebîleyê hafizeya xwe ya komûnal parastiye û pêşde biriye.

Di rêxistina qebîlê de baweriya Mazdayî xwedî roleke girîng e. Baweriya Mazdayî xwe dispêre dualîteya tarî û ronahiyê. Baweriya Mazdayî diyalektîka gerdûnî ji bo xwe bingeh digire. Li şûna diyalektîka Xweda û evdîtî rê li pêşiya diyalektîka xwe bi xwe afirandinê vedike. Baweriya Zerdeşt şêwazek berdewamiya baweriya Mazdayî ye. Baweriya destpêkê ye ku xwe dispêre exlaqê azadiyê û li hember xwedayên şaristaniya dewletdar serî rakiriye.

Ji ber konfederasyona Medan xwe li ser bingeha baweriya Zerdeşt bi rêxistin dike şêwazê jiyana wan komûn e. Pergala konfederasyona eşîran bi xwe komûn e. Nimûne qebîleyên Medan konfederasyon in, 24 federasyon tên gel hev piştre dibin konfederasyon. Medan 300 salan li beramberî pergala qatilê qastîk û împaratoriya herî mêtînger a wê demê ya Asuran şer kiriye û bi ser ketine. Medan di pergala xwe ya komûn de israr kirine. Lewma pergala komûn heta niha jî li Kurdistanê li pêş e. Lê dema deshilatdarî ji destê Medan dikeve dest Persan vediguhere pergala qatilê qastîk. Qralên Persan xwe dixin şûna xwedeyan. Divê kes ji derveyî gotina wan dernekeve. Pergalek pir tund pêş dikeve.

Baweriya Zerdeşt tenê Kurdan nagire nava xwe. Bandora baweriya Zerdeşt pir cidî li ser Persan, Pakistaniyan, Afganî, Hindistanî, heta Çînê jî heye. Gelek çavkanî baweriya Buda û Konfuçyus jî weke berdewama Zerdeşt dibînin. Zerdeşt bi koka xwe Kurd e lê baweriya xwe gerdûnî ye. Di wê serdemê de baweriya Zerdeşt bîrdoziya komûnê ye. Lê bi veguherîna Persan û gavavêtina wan a ber bi dewletbûnê ve dibe sedem ku baweriya Zerdeşt veguhere dogmatîzmê û bikeve xizmeta dewletê.

Heger em bipirsin komûn çi ye? Komûn, hêza bi rêxistinkirî ya civakê ye. Ji bo em bikarin bi awayekî şênber komûnê fam bikin pêwîst e em sade û safî bigrin dest; komûn şêwazê jiyana hevpar e. Ji bo vê mînaka herî şênber gund in. Li gundan hemû xebat û peywirên jiyanê bi awayekî hevpar tên birêxistinkirin. Li ser pêkanîna polîtîka, xwerêvebirin û parastina cewherî hemû kar wekî; palehî, cot, şivantî, avahî lêkirin û hemû erkên jiyanê bi awayek hevpar têne parvekirin. Ji xwe ji bo civaka Kurd pir teorîzekirina komûnê pêwîst nake. Ji navê komûnê jî diyar dibe; kom, kombûn bi Kurdî ye. Gotina komûnê ji gotina kombûn tê. Komûn li ser van axan li herêma Mezopotamya pêk hatine.

ANF/ NAVENDA NÛÇEYAN / SÎNAN ŞAHÎN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.