Ewrûpa ji bo Rojava her li ser piyan e
În 30 Çile 2026 - 03:54

- Kurd û dostên wan, di serî de li Elmanya li bajarên Ewropayê ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava meş û mitîngan li dar xistin; ji bo çalakiyên werin lidarxistin jî bang kirin.
Kurd û dostên wan ên li bajarên cuda ên Elmanya û Ewropayê jiyan dikin, meş û mitîngên xwe yên li dijî êrîşên li ser Rojava didomînin. Çalakî armanc dikin ku balê bikşînin ser qeyrana mirovî ku sivîll tên hedefgirtin û helwesta welatên Ewropayê protesto bikin.
HAMBURG
Li bajarê Hamburg ê Elmanyayê, Kurd û dostên wan ji bo balê bikşînin ser êrîşên li ser Rojava, meşek lidarxistin.
Çalakî bi banga Meclîsa Gel a Kurd a Hamburgê, Meclîsa Jinan a Rojbîn û hewldana “Hamburg fur Kurdistan” li semta Harburgê hate lidarxistin û nêzî hezar kes tevlî bûn. Beşdaran dersînorkirina çalakvanên People’s Caravan (Karawana Gelan) ku dema ber bi Rojava ve diçûn ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin binçavkirin, protesto kirin. Di dawiya meşê de, ji bo çalakiya protestoyî ku wê roja Pênçşemê li pêşiya Ikea a li semta Altona were lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin.
HERNE
Li bajarê Herne yê Elmanyayê, bi hezaran Kurd û dostên wan, ji bo balê bikşînin ser êrîşên li ser Rojava meşiyan. Girseyê li pêşiya City Center ku xalê herî qelebalix ê bajêr e li hev kom bûn û dirûşmeyên “Gelê Kurd Yek e” û “Bijî Berxwedana Rojava” hatin berzkirin. Di meşê de ala Kurdistanê û alên YPG û YPJ’ê hatin hilgirtin. Beşdaran bi pankartên, “Berlîn tu li ku derê dirawestî” û “YE: Ji terorê re pere tune” helwestên hikûmeta Elmanya û Yekîtiya Ewropayê protestokirin. Meş li stasyona trenê ya navendî, bi daxuyaniyeke bi dawî bû.
KOLN
Li bajarê Koln ê Elmanyayê, Kurdistanî û komên enternasyonalîst ên li Dêra DOM ê dîrokî li hev civiyan, êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn û dirûşmeyên, “Yeke Gelê Kurd Yeke”, “Biji Berxwedana YPG, Biji Berxwedana YPJ” ve “Terorîst Şara, Terorîst Erdogan” berzkirin.
Di daxuyaniya li ser navê komên enternasyonalîst de, binçavkirina çalakvanên ku bi armanca piştevaniya Rojava ji Tirkiyeyê diçûn herêmê, hate şermezarkirin.
DARMSTADT
Li bajarê Darmstad ê Elmanyayê, bi sedan Kurd û dostên wan bi armanca piştevaniya Rojava li hev civiyan. Çalakiya li pêşiya Stasyona Trenê ya Navendî, ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê bi deqîqeyekî rêzgirtinê destpê kir. Meşa ku nêzî saetek û nîv dewam kir, li kolanên herî qelebalix ên bajêr pêk hat. Di dema mitîngê de gaziyekî Rojava bi rêya telefonê axaftinek kurt kir û got:“Em fedaî û gaziyên Rêber Apo û Kurdistanê ne. Vî gelî ji me çi bixwaze em amade ne ku bikin. Tenê canek me heye, em amade ne ku wê jî ji bo azadiyê bidin.” Axaftin gelek caran bi dirûşmeyan hatin qutkirin û beşdaran peyamên xwe yên piştevaniya bi Rojava re dubare kirin. Mitîng bi banga tevlîbûna meş û mitînga ku wê roja Şemiyê li Frankfurtê were lidarxistin, bi dawî bû.
MUNSTER
Li bajarê Munster ê Elmanyayê, Kurdistaniyên ku bi rojan in çalakî û meşan li dar dixin, îro dîsa li qadan bûn. Meş, ji HBF’ê ber bi Ludgeriplatzê, ji kolanên herî qelebalix ên bajêr derbas bû û li pêşiya Rathaus (şaredarî) dewam kir. Di daxuyaniyê de êrîşên nemirovane yên li ser Rojava hatin şermezarkirin û hate destnîşankirin ku heta ku gelê Kurd li Rojava azad nebe, wê li qadan bin.
KASEL
Li bajarê Kassel ê Elmanyayê, girseya ku li pêşiya Kassel Hauptbahnhof kom bûn, tevî pankart û alan heta Qada Kasselê meşiyan. Di daxuyaniya li ser navê Navenda Çandê ya Kurd de hate destnîşankirin ku divê raya giştî ya navneteweyî li dijî van êrîşan bêdeng nemînin.
KIEL
Li bajarê Kiel ê Elmanyayê li dijî êrîş û komkujiyên li Rojava çalakiyeke girseyî hat lidarxistin. Mitîng li ber Îstasyona Trenê ya Navendî ya Kielê dest pê kir. Di axaftinan de hat diyarkirin ku êrîş û sûcên li dijî mirovahiyê yên li dijî gelê Kurd li Rojava hatine kirin ji aliyê civaka navneteweyî ve tên paşguhkirin. Bêdengiya partiyên siyasî û hikûmeta Elmanya bi tundî hat rexnekirin.
SAARBRUCKEN
Li Saarbrucken a Elmanyayê li dijî êrîşên HTŞ’ê yên li ser Rojava meş û mîtîngek hate lidarxistin. Girseyê saet di 17.00’an de dest bi meşê kir. Meşa ku di bin baranê de pêk hat de dirûşmeyên "Rojava ne bi tenê ye", "Kurdistan yek e" û "Rojava ne bi tenê ye" berz kirin. Li ser navê komîteya amadekar banga beşdarbûna xurttir a çalakiyên ku di rojên pêş de werin lidarxistin de hat kirin.
DUREN
Li Duren a Elmanyayê ji bo parastina Şoreşa Rojava çalakiyeke girseyî hat lidarxistin. Yek ji fermandarên berxwedana Kobanê Arîn Kobanî bi rêya telefonê beşdarî çalakiyê bû û girseyê silav kir. Arîn Kobanê diyar kir ku Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê hêzê ji berxwedana Rojava digirin û peyama "Yan jiyaneke azad an jî şehadeteke bi rûmet!" parve kir. Arîn Kobanê diyar kir ku şervanên berxwedanê dibêjin, "Yan em ê di vê berxwedanê de bi ser bikevin û bi azadî bijîn, an jî em ê bi rûmet şehîd bibin” û got ku tevî zehmetiyan û şert û mercên zivistanê jî, moralê wan bilind e. Arîn Kobanî anî ziman ku ew ê rêya hemû lehengan, bi taybetî fermandarên şehîd Sîdar Efrîn bişopînin.
BÎELEFELD
Kurdistanî û dostên wan, li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê, ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Hauptbahhofê li hev civiyan û ber bi Platz (Kesselbrink) ve meşiyan. Xwendekarên Kurdistanî ya Bielefeldê (KDS), bal kişandin ser binçavkirina ciwanên enternasyonalîst ku ji Ewropayê ji bo piştevaniyê ber bi Rojava ve diçûn, li Mêrdînê hatin binçavkirin û gotin:“Nabe ku berxwedana me were binçavkirin û dengê me were hepskirin.”
STUTTGART
Li Schlossplatza bajarê Stuttgart ê Elmanyayê, çalakiyên “Rojava Biparêze” û “Bila Hêzên Dagirker Bicehimin” ku li dijî êrîşên li ser Rojava tên lidarxistin, dewam kir. Di tevahiya protestoyê de dirûşme hatin berzkirin. Çalakvanan li dijî êrîşên li ser Rojava bang li raya giştî ya navneteweyî kirin ku helwestekî bi hestiyar û çalak bigrin.
Herwiha li bajarê Hannoverê jî Kurd û dostên xwe bi girseyî daketin qadan û êrişên li ser Rojava şermezar kirin.
PARÎS
Li paytexta Fransa Parîsê, Kurdistanî û dostên wan bi banga CDK-F’ê li Qada Place André Honnorat li hev civiyan.
Hunermendên TEV-ÇAND a li Fransayê jî piştgirî dan çalakiyê. Hunermend Farqîn Azad axaftineke kurt kir û piştre tevî girseyê stranên şoreşgerî got û banga hestiyariya navneteweyî kir.
TEV-ÇAND Fransa, banga tevlîbûnê ji bo çalakiyên ku wê 30’ê Çileyê di saet 17:00’an de li Qada Tracadaro were lidarxistin, CDK-F’ê jî çalakiyên ku 31’ê Çileyê di saet 14:00’an de li Qada Republique were lidarxistin, kir.
TOULON
Li Toulon a Fransayê bi sedan Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina komkujiyên li ser Rojava li navenda bajêr kom bûn. Osman Sonmez di axaftina xwe de êrîşên li ser Rojava şermezar kir û li ser girîngiya yekîtiya neteweyî axivî û got:"Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê dixwazin werin Rojava û beşdarî seferberiyê bibin, lê Deriyê Sêmelkayê girtî ye. Çima ev astengî dema ku gel giyanê yekîtî û seferberiya neteweyî bilind kiriye? Divê Deriyê Sêmelkayê tavilê were vekirin; Rojava ya hemû Kurdan e!"
BORDEAUX
Gelê Kurd û dostên wan, ji bo protestokirina êrîşên çeteyan ên li ser Rojava li Bordeauxê yê Fransayê li hev kom bûn.
Di tevahiya çalakiya ku nêzî saetek û nîv berdewam kir de, beşdaran peyamên piştevaniyê dan û dirûşme berzkirin. Çalakî bi axaftinên dostên Fransî û serokên komaleyan bi dawî bû. Herwiha li bajarên Nîce û Avîgnonê jî çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.
ARNHEM
Li bajarê Arnhem ê Hollandayê, bi banga Navenda Civaka Demokratîk a Arnhemê çalakiyekî girseyî li dijî êrîşên li ser Rojava hate lidarxistin. Bi sedan Kurd û dostên wan tevlî çalakiyê bûn. Di axaftinan de îşaret bi dorpêça li ser Kobanê û Hesekê hate kirin û hate destnîşankirin ku bêdengiya Ewropayê ya li hemberî van êrîşan nabe ku were qebûlkirin.
Her wiha di çalakiyê de hate xwestin ku li gorî banga seferberiyê were tevgerîn û bang li gelê Kurd û dostên wan hate kirin ku tevlî meşa navenda wê Hollanda ku wê roja Şemiyê li Den Haagê were lidarxistin bibin.
VIYANA
Li paytexta Awusturya Viyanayê, Kurd û dostên wan wekî her roj îro jî li dijî êrîşên li ser Rojava daketin qadan. Meş li Qada Operayê destpê kir. Beşdarn tevî pankartan heta Konsolosxaneya DYE’yê meşiyan. Di meşê de timî dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” hatin berzkirin û îşaret bi piştevaniya ji bo berxwedana li Rojava hate kirin.
DEN HAAG
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, bi sedan Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava, li pêşiya Stasyona Trenê ya Holland Spoorê li hev civiyan. Di çalakiyê de dirûşmeya, “Êdî Bes e!” bilind bû. Piştî daxuyaniyê, ji bo meşa navendî ku tê plankirin roja Şemiyê li Den Haagê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê li hemû Kurdistanî û dostên wan hat kirin.
ZURÎH
Kurd û dostên wan li Zurîh a Swîsreyê ji bo balkişandina ser êrîşên li ser Rojava kom bûn. Girseya ku li Qada Oerlikon Marktplatz kom bû, daxuyaniya çapemeniyê da û êrîşên li ser Rojava protesto kir. Piştî daxuyaniya çapemeniyê, girse ber bi Balafirgeha Zurîhê ve meşiya. Di meşê de dirûşme hatin berzkirin û çepikan lêxistin. Gelek welatiyên Swîsreyê jî piştgirî dan çalakiyê.
Li bajarê Aaûrû jî gelê Kurd li dijî êrişên li ser Rojava li ser piyan bû.
MARTIGNY
Li kantona Valais ê Swîsreyê, Kurdistanî û dostên wan ên bi pêşengiya Înîsiyatîfa Jinan a Leyla Qasim, li pêşiya stastona trenê ya Martigny li hev civiyian, êrîşên nemirovane ya li ser Rojava protestokirin. Nesimi Guzel ku di çalakiyê de axivî û diyar kir ku meş û protestoyên ku li seranserê Ewropayê dewam dikin, bandorek wê ya diyarker li ser raya giştî heye.
GAVLE
Li Gavle ya Swêdê, Kurdistanî û dostên wan ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava û piştgiriya berxwedanê meşek girseyî li dar xistin. Çalakiya ku ji aliyê Meclîsa Gel a Gavle-Borlange ve hate organîzekirin, ji Qada Gavle Stortorget dest pê kir. Bi berzkirina dirûşmeyên ”Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana gelê Kurd" heta îstasyona trênê meşiyan û piştre vegeriyan rêya sereke ya bajêr a Qada Stortorgetê û meşa xwe temam kirin.
LONDON
Li paytexta Îngilistan Londonê bi sedan Kurdistanî ji bo êrîşên li ser Rojava protesto bikin li Qada Leicesterê kom bûn. Girseyê dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî Rojava", Hands off Rojava” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin. Çalakvanan peyama "Rojava careke din li dijî barbarîzmê tpdikoşe. Werin em niha li dijî vê barbarîzmê bibin yek" dan.
NAVENDA NÛÇEYAN









