Alîkariya we wê jiyanê rizgar bike

În 30 Çile 2026 - 03:58

ERKAN GULBAHÇE

Berdevkê Heyva Sor a Kurdistanê Farûk Akalan destnîşan kir ku ji dema ku êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê hatin destpêkirin û vir ve, 300 hezar dolar alîkarî şandine Rojava û got:’’Bi pereyên gelekî kêm em dikarin şîrê zarokan bikirin, xwarina hefteyekê ya malbatekê pêşiwazî bikin û dermanê nexweşekê peyda bikin’’ û banga piştigiriyê kir.

Akalan destnîşan kir ku li gel Heyva Sor a Kurd a li Rojava, rojane di nava peywendiyê de ne, li gel xebatkarên li qadê diaxivin û derbarê pêla koçberiyê ya li herêmê ev agahî parvekirin:’’Ji her aliyê herêmê ber bi Qamişlo, Hesekê û navendên din ên herêmê koçberiyeke mezin pêk hat. Tenê li Hesekê û Qamişlo, hêjmara koçberan ji 150 hezarî derbas kir. Pêdivî jî li gorî vê yekî gelekî zêde bûye. Mirov tenê bi cilên li ser xwe ketine rê.’’

Li Kobanê rewş hîn girantir e

Akalan bal kişand wê yekê ku bi taybetî rewşa li Kobanê hîn kambaxtir e û got:’’Hemû gundên li derdorê neçar man xwe bispêrin Kobanê. Lê Kobanê ji xwe li ser xeta şer e. Li nexweşxaneyan tûpên oksîjenê li ber xilasbûnê ne. 5 zarok ji ber sermayê jiyana xwe jidest dan. Hewa gelek sar e û gelek berf barî. Di mijara germkirin, debar û cihên spartinê gelek kêmasî hene.’’

Pêdivî bi hertiştekî heye

Akan asta karesata mirovî ku tê jiyankirin ragihand û got:’’Bifikirin ku mirov divê di nava yek deqeyekê de divê dest ji cihên xwe berdin. Tenê bi cilên li ser xwe ber bi bajarên din dikevine rê. Nikarin tiştekî bigrin gel xwe. Hem jî di vê sermayê de. Bi rastî jî vê gavê pêdiviya gel a bi hertiştekî heye.’’ Akalan da zanîn ku di serî de pêdivî bi şîrê zarokan heye; pêdiviya xwirek, cilûberg û xwespartinê yên gelekî zêde ye, li nexweşxaneyan jî dermanên bingehîn ber bi xelasbûnê ne û got:’’Mirov di heman demê de bi birçîbûn, serma û bêdermaniyê têkoşînê dikin.’’

Sazî bêdeng in bar li ser milê gel e

Akalan bi bîrxist ku beşeke mezin a saziyên alîkariyê yên li Ewrûpayê bi fonên dewletan dixebitin, ev rewş dihêle ku alîkariyên ku tên kirin sînordar bibin û got:’’Beşeke mezin a van saziyan li gorî polîtîkayên dewletan tevdigerin. Em dosyeyan amade dikin, bersivên erênî werdigrin, lê li qadê bersiveke wê ya pêşçav em nabînin. Vê gavê barê esasî, li ser milê gelê Kurd e û bi taybetî li ser milên Kurdên li dîasporayê yê li Ewrûpayê ye. Weke Heyva Sor a Kurdistanê ev 33 sal in em li Ewrûpayê kar dikin. Heta niha me ji tu dewletê fon wernegirtiye. Bi piştgiriya gelê xwe, me karî alîkariyê bidin gelê xwe.’’

300 hezar dolar şand Rojava

Akalan da zanîn ku Heyva Sor a Kurdistanê bi gelek saziyên xwişk û bira yên ji Japonya heta Emerîkayê, bi hev re dixebitin û derbarê asta malî ya kampanyayê de ev agahî parvekirin:’’Beriya vê me 150 hezar dolar şandibûn, beriya çend rojan jî 150 hezar dolarê din me şand. Bi vî rengî bi giştî me 300 hezar dolar şande Rojava. Alîkariyên di rojên pêş de werin jî em ê bişînin.’’

Alîkarî têrê nakin

Akalan destnîşan kir ku dilxwaz mal bi mal digerin, stand û konan vedigrin û got:’’Bi tenê alîkarî nayê komkirin, herwiha agahdarî jî tên kirin. Gelê me hestiyar e. Em ji meşan jî vê yekê dibînin. Lê divê eşkere bibêjin, alîkarî têrê nakin. Ji bo vê karesata mirovî em çareser bikin, birînan bipêçin, divê em zêdetir bixebitin.’’

Ferqa di navbera jiyan û mirinê

Akalan herî dawî bang li Kurdan û dostên wan ên li dîasporayê kir û destnîşan kir ku alîkariya herî biçûk jî xwedî girîngiyeke jiyanî ye û got:’’Em dikarin rojekê qehweyê venexwin, cigarê kêm bikin. Lê ew 5 an jî 10 Euro, ji bo zarokekê li wir dibe şîr, dibe nanê malbatekê û dibe dermanê nexweşekê. Her alîkariyek li qadê bersiva xwe heye. Ev alîkariyên ji bo Rojava, tenê piştgirî nîne, di heman demê de ferqa di navbera jiyan û mirinê ye. Her alîkariyeke diçe wir, bandorê li jiyana mirovan dike.’’

Çawa dikarin tevlî kampanyayê bibin?

Yên ku dikarin alîkariyê bikin dikarin ji ser navnîşana www.heyvasor.com a Heyva Sor a Kurdistanê bigîhên agahiyên hesabên banqeyê, ji ser hesabên medya dijîtal an jî ji dest bidin xebatkarên saziyê yên li qadan li beramberî meqbûzên alîkariyê, dikarin bigîhînin. Ji ser PayPalê jî dikarin alîkariyê bidin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.