Wezîfeya me azadiya Rêbertiyê ye

Çarşem 23 Cotmeh 2024 - 03:15

  • Endama Koordînasyona PAJK'ê Nalîn Gulan diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wê li her qadê hîn bêhtir şer bikin û got: Wezîfeya me ya herî girîng pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye.

Endama Koordînasyona PAJK'ê Nalîn Gulan têkildarî Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmeha 1998'an ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate kirin, ji ANF'ê re nirxandin kir.

Nalîn Gulan di destpêkê de hezkirin, silav û hurmetên xwe pêşkêşî Rêber Abdullah Ocalan kir û got:"Rêber Apo bû hevrêyê herî bedew ê jinan û bû wesîle ku jin xwe nas bikin û li ser xeta azadiyê têbikoşin. Berxwedana Rêber Apo bi minet silav dikim. Em jin divê li dijî vê komploya navneteweyî têbikoşin. Hêzên komploger ji fikir û berxwedana Rêber Apo ditirsin. Rêber Apo fikrê azadiyê afirand. Modernîteya Demokratîk li dijî sîstema mêr a 5 hezar salî, li dijî sîstema zext, şer, komkujî û newekheviyê hate afirandin. Ev sîstema serwer di vê serdemê de di nava şer û krîzên giran de ye. Rêber Ocalan sîstema bi serweriya mêr bi kûrahî lêkolîn kir, pênase kir û li ber vê ferasetê rabû. Rêber Apo ne tenê rexne kir, her wiha sîstemek alternatîf li hemberî vê sîstemê danî. Rêbertî sîstema modernîteya demokratîk di şexsê jinan de ji bo hemû civakan ava kir. Jin zane kir, kir xwedî îrade, partî û rêxistinê. Lewma komplo bi giranî li hemberî tevgera azadiya jinê bû."

Rêbertî êdî gerdûnî bûye

Nalîn Gulan anî ziman ku gerîla, hevrêyên wan ên li girtîgehan û gelê Kurd ê welatparêz ji bo têkbirina komploya navneteweyî di nava têkoşîneke bênavber de ne û got:"Li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat gelê me li qadên siyasî, hiqûqî, dîplomatîk, civakî û çandî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo gelek pêngav da destpêkirin, lê mixabin me hîn nekariye azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin. Ev yek wezîfeya me ya herî girîng e. Ji bo bicihanîna vê wezîfeya esasî em ê li her qadê ji her demê bêhtir şer bikin, têbikoşin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî dostên gelê Kurd par pêngavek dan destpêkirin ku vê pêngavê encamên gelekî girîng bi xwe re anî. Têkoşîn û berxwedana me gerdûnî bû. Ev yek jî encama keda Rêber Apo ye. Parêznameyên Rêbertî bi gelek zimanan hatin wergerandin, bi pêşengiya jinan Şoreşa Rojava nirx afirand ku vê yekê bala her kesî kişand. Li gelek welatên cîhanê bi Şoreşa Rojava re rastiya Rêber Apo hîn baştir hate dîtin û fêhmkirin. Îro li her devera cîhanê jin bi hev re dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' diqîrin. 

Ji hêza jinê pirr ditirsin

Salên dawî êrîşên li dijî jinan zêde bûn ku pêwendiya vê yekê bi komploya navneteweyî û tecrîda li dijî Rêbertî heye. Li Kurdistanê li qadên gerîla herî zêde êrîş li jin ên fermandar û pêşeng têne kirin. Ne tenê Kurd, jin ên ji neteweyên cuda jî dibin hedef û têne şehîdkirin. Li qada çapemeniyê, li qadên civakî, îdeolojîk û perwerdeyê hevalên ku kar dikin dibin hedef. Ev êrîş jî bi giranî ji aliyê dewleta Tirk ve têne kirin. Ji bo têkoşîna me têk bibe serî li her rê û rêbazê dide. Jiyaneke bi koletî li jinan ferz dikin. Bi rêze fîlm, fîlmên xwe civakeke kole ya modern ava dikin. Hemû dewlet bi heman mejî nêzî jin û zarokan dibin. Desthilatdar hemû ji hêz, îrade û têgihiştina jinê ditirsin. Her ku jin bi pêş dikevin û mezin dibin, tirs dikeve nava wan. Dewleta Tirk fûhûş, narkotîk û sîxuriyê ferz dike. Jin zane dibin, bi pêş dikevin, li ber sîstema heyî radibin û di encama vê yekê jî li êrîşên cuda rast tên. Jiyana di nava sîstema heyî de nepêkan e. Li cihekî ku ewqasî tundî, êşkence û kuştin heye, jiyan ji xwe nîne. Ev polîtîkayên şerê taybet ên dewletê ji komployê cuda nînin. Ji bo têkbirina vê komploya ku di şexsê Rêbertî de li hemberî jinan hate kirin, divê em rêxistiniya xwe li her qadê xurt bikin, têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin."

Li dijî sîstema kujer şer bikin!

Em baş zanin ku hêz, dewlet, desthilatdarên hegemonîk hemû li ser kolekirina jin û civakê ava bûne û xwe bi rêxistin kirine. Em bi saziyên wan qet naxapin. Saziyên weke Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê, NATO, Qraliyeta Yekbûyî û saziyên din ên mîna wan. Lê belê êdî rûyê rast ê van saziyan eşkere bûye. Weke jin û civakê divê em bi hêza xwe piştrast bin û li dijî vê sîstema ku her roj me dikuje, tine dike têbikoşin. Bi taybetî hêzên demokratîk, femînîst ekolojîst, sendîkavan, rewşenbîr, nivîskar û civak bi temamî hêza xwe bikin yek û li dijî vê sîstemê têbikoşin. Rêber Apo ji bo jinan û tevahiya mirovahiyê di nava şert û mercên zehmet de berxwedaneke mezin nîşan dide. Divê em jî li hemberî komployê têkoşîn û berxwedaneke mezin bikin ku karibin mafên xwe, azadiya xwe bi dest bixin. Em îro ji her demê bêhtir nêzî azadiyê ne. Divê em vê firsendê binirxînin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.