Pêdivî bi yekitiya Kurdî heye
Sêşem 14 Çile 2025 - 02:45
Êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên bi armanca qirkirina kurdan û derxistina tevliheviyê di navbera pêkhateyan de berdewam in. Lê ji bo serkeftin û hebûn misoger bibe girîngî bi yekitî, hevgirtin û tevlîbûna li nava refên berxwedanê heye. Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê gotin rêya têkbirina planên dagirkeriyê û sepandina ewlehiyê, yekitî ye.
Reşîde Hanan destnîşan kir ku dewleta Tirk armanc dike vîna gelê herêmê bişikîne û wî qir bike û got:"Lê bi ser nakeve. Ev demeke dirêj e şerê me dike û bi ser neket. Em parastina mafên xwe dikin û bi axa xwe ve girêdayî ne."
Reşîde got li hember êrişan wan berxwedan hibijartiye û got:"Dema em xwedî li hêzên xwe derkevin, têkoşînê mezin bikin û birêxistinkirina xwe xurt bikin, Erdogan nikare me tune bike. Gefên wî tenê gotin in. Lê em bi yekitiya xwe û berxwedanê bersivê didin." Reşîde destnîşan kir ku ew ê nehêlin dewleta Tirk çarenûsa wan diyar bike.
Cumana Hemîd jî got:"Hêzên me û gelê pê re li hember êrişan li ber xwe didin û wê bi serkevin." Cumana diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan tune bike û hegemonya xwe fireh bike, lê gelê herêmê di berxwedanê de biryardar e.
Sebah Dilo jî girîngiya bi pêwîstiya hevgirtinê li hember êrişan kir destnîşan kir û got:"Yekitî gelek girîng e. Pêkhateyên herêmê vê rastiyê dizanin. Lewma bi Kurd, Ereb, Suryan û Asûrên xwe ve di yek xendekê de şer dikin û hewl didin planên dagirkeriyê têk bibin." Sebah diyar kir ku di vê wextê de xwedîderketina li hev û piştgiriya hev du, gelek girîng e.
ANHA/HELEB