Yekîtiya Gelê Kurd ferz e

Duşem 23 Sibat 2026 - 03:45

Şêniyên bajarê Hesekê dan zanîn ku divê partiyên heyî nakokiyan bidin aliyekî û li hev kom bibin û xwedî li destkeftiyên gelê Kurd derkevin.

Şêniyên bajarê Hesekê axivîn û gotin yekitiya Kurdan misogeriya hebûn û nasnameya wan e.

Îsam Hesen diyar kir ku ji dîrokê ve Gelê Kurd ne xwedî maf bûn, her wiha zimanê wan ê dayikê jî hatibû helandin û Kurd ber bi qirkirinê ve diçûn. Lê belê bi saya şoreşa Rojavayê Kurdistanê Kurd ji vê qirkirinê xelas bûn û wiha got: "Di şoreşê de me destkeftiyên mezin bi dest xistin. Lê ji bo parastina van destkeftiyan divê têkoşîna gelê Kurd hîn bêhtir be û misogeriya wê jî bi yekitiya gelê Kurd e. Xwedîderketinek li Rojava çêbû, ev yek jî bi saya yekitiya Kurdan e."

Beşîr Omero jî bal bir ser yekitiyê û wiha got: "Bê yekitiyê tu gavên ber bi azadiyê ve nayê avêtin. Wê dijmin karibe gelê Kurd bi hêsanî qir bike. Eger em nebin yek û xwe îspat nekin, wê maf, nasname û zimanê me jî qedexe bikin. Bi yekitiyek xurt em dikarin mafê xwe misoger bikin."

Ahîn Ehmed bang li tevahî gelê Kurd û jinên Kurd kir ku bi hev re yekitiya xwe xurt bikin û wiha got: "Bi yekitiya xwe em dikarin welatê xwe ava bikin û destkeftiyên xwe biparêzin. Êdî dem dema têkoşînê ye. Avakirina hebûna gelê Kurd, ziman, çand û nasnemeya gelê Kurd bi yekitiya Kurdan e. Bila fitne û kîn nebe bend li hemberî yekitiya gelê Kurd. Em Kurd in, daxwaza me hemûyan jî ew e ku mafên  Gelê Kurd bên parastin."

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.