PDK xwe difetisîne
Çarşem 16 Mijdar 2022 - 01:07
- Diviya berî her kesî ya ku pêşiya vê projeyê bigire û xwedî helwêst be PDK bûya. Mixabin em dibînin PDK xwedî ti helwêstê nîne. Bi mantiqê bila piçûk be bila ya min be, tevdigere. Heger ev proje bi temamî pêk bên, tiştekî wisa jî namîne.
AWYER BOTAN/ANF/SILEMANÎ
Di navbera dewleta Iraqê û Tirkiyeyê de çend proje tên plankirin û ev proje jî ji bo siberoja Kurdan metirsî û xeteran dihewînin. Projeya pêşîn, avakirina Deriyê Sînor ê Ovakoyê ye. Deriyê Ovakoyê li ser sînorê Şirnexê ye û 10 km dûrî rojavayê deriyê Xabûr-Îbrahîm Xelîl e. Ev derî li dehma gundê Silopiyayê Kûrava ye. Ev deriyê alternatîf wê di ser Tilefer-Mûsilê re heta Bexda û Besrayê biçe. Li hemberî wê (Kûrava), Pêşxabûr heye û ew jî bi qasî 50 km di nav sînorê herêma Kurdistanê de ye. Ev herêm xaleke sêgoşeya Başûr, Bakur û Rojava digihîne hev. Ji bo wê, xwedî roleke stratejîk e. Proje di ser rojavayê Şengalê re derbas dibe û digihîje Tileferê, Xurmatû, Mûsil û ji wir jî digihîje heta Bexdayê. Ev proje bi qasî ku ji bo dewleta Tirk stratejîk e, û di heman deme de ji bo Başûrê Kurdistanê jî deriyekî mezin ê fetisandinê ye.
Hem bi kêrî Bexdayê tê hem jî tam karê Enqerê ye
Proje di navbera hikûmeta Iraq û Tirkiyeyê de demdirêj tê plankirin. Heger ev proje bi temamî pêk bê, ti rola Deriyê Sînor ê Îbrahîm Xelîl namîne, bazirganiya Tirkiyeyê wê di ser deriyê Îbrahîm Xelîl re kêm dibe, û heta dibe ku bi temamî jî qut bibe. Ev jî dihêle ku bac û bazirganiya ji wir digihîje Herêma Kurdistanê rasterast bigihîje hikûmeta Iraqê. Bi vê yekê, hem Tirkiye nêzî Bexdayê dibe û hem jî bi temamî bandora Iraqê ya li ser Başûr xurtir dike. Di warê aborî û siyasî de wê bê dorpêçkirin û wê êrîşên zêdetir ên Tirkiye û zextên siyasî yên Iraqê rû bir û bimîne.
Balefirgeha Kerkûkê ya Tirkan
Projeyeke din a dewleta Tirk bi qasî rêya ji Deriyê Sînor Ovakoyê xeter, Balafirgeha Kerkûk û Mûsilê ye. Balafirgeha Navneteweyî ya Kerkûkê, berê balafirxageheke leşkerî bû. Sala 2013’an biryar hate dayîn ku vê balefirgehê veguherînin balafirgeheke sivîl. Piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an dest bi nûjenkirina balafirgehê hate kirin, piştî 4 salan 16’ê Cotmeha îsal bi merasîmekê bi fermî hate vekirin. Li gorî agahiyên hatine wergirtin, beşeke mezin a vê balagirgehê ji aliyê Tirkiyê ve tê birêvebirin û herî dawî biryar hate girtin ku di nava hefteyê de 4 seferên ji Kerkûkê ber Stenbolê ve di heman demê de jî ji Stenbolê ber bi Kerkûkê ve bên kirin. Bi vî awayî balafirgeha navneteweyî ya Hewlêr û Silêmaniyê bi rêya Kerkûkê asteng dibin.
Her du jî li dijî Başûr in
Hemwextî vê projeyê di 10’ê Tebaxa 2022´yan de serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî çûbû Musilê û berê bingehê nûjenkirina balafirgeha Mûsilê bi merasîmekê danî. Hikûmeta Kazimî projeya nûjenkirina balafirgehê da şirketên Tirkiyeyê yên bi navê Tav û Înşaat 77. Her du şirketan nûjenkirina projeya balafirxaneyê bi 62 milyar dînaran wergirtiye. Destpêkê balafirgeheke leşkerî bû, piştî wê bi du salan veguhestin balafirgeheke seferên sivîl û nêzî 5 kîlometre ji navenda bajarê Mûsilê dûr e.
Ev yek jî metirsiya li ser herêma Başûrê Kurdistanê û gaveke din a başkirina têkiliya Tirkiyeyê ya li gel Iraqê bi pêş ve dibe. Heger ev proje bi temamî pêk were, sefertên hewayî di ser Hewlêr û Silêmaniyê re wê qut bibin.
Çêkirina rêyên alternatîf tevî aboriyê, wê kontrola hikûmeta navendî ya Iraqê zêde bike û Iraq wê pozîsyona xwe ya li hemberî hikûmeta Başûrê Kurdistanê xurt bike. Dîsa Tirkiye wê zexteke mezin nexasim jî li Herêma Başûrê Kurdistanê, li Şengal, Mexmûr û bi giştî li Kurdan bike. Ji ber ku yek ji astengiyên mezin li pêşiya projeyên heyî nexasim jî Şengal û Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd in.
Diviya beriya her kesî a ku pêşiya vê projeyê bigire û xwedî helwêst be, PDK bûya. Mixabin em dibînin ku ti helwêsta PDK´ê nîne. Bi mantiqê bila piçûk be, bila ya min be, tevdigere. Heger ev proje bi temamî pêk bên, tiştekî wisa jî namîne.