Biryara li dijî Tirkiyeyê pêk bînin

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 12 Nîsan 2023 - 16:11

Li ser encama, doza ji ber hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê bêyî destûra Bexdayê, Wezareta Neftê ya Iraqê ji bo pêkanîna biryara dadgeriya navneteweyî ya li dijî Tirkiyeyê, daxwaznameyek fermî pêşkêşî Dadgeha Federal a Emerîkayê kir.

Li gorî ‘Off Shurlit’ ragihandî, Wezareta Neftê ya Iraqê, daxwaznameyeke fermî ji bo pêkanîna biryara dijî Tirkiyeyê, pêşkêşî Dadgeha Federal a Emerîkayê kiriye da ku Tirkiyeyê neçar bike milyarek û nîv dolar tezmînatê bide Iraqê.

Wê her wiha diyar kir ku desthilatiya Iraqê dest bi pêkanîna vê biryarê kiriye ku meha bihurî ji ber ku bêyî destûra Iraqê, Herêma Kurdistanê neft hinarde kiriye, biryara cezayê tezmînatê li Enqere hatibû birrîn.

Off Shurtlit her wiha da zanîn ku Iraqê ji bo Enqereyê neçarî dana tezmînatê bike, pêvajoya fermî daye destpêkirin.

Li gorî Bloombergê, hefteya bihurî Tirkiyeyê daxwaz ji Iraqê kiriye ku di ser benderên wan re hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê pêk were. Ev yek jî piştî lihevkirina di navbera Bexda û Hewlêrê hat. Hewlêr û Bexdayê li hev kiribû ji bo ku nefta Başûrê Kurdistanê ji nû ve bigihîje bazara cîhanê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.