Ev meş ji bo aştiyê ye

Çarşem 15 Cotmeh 2025 - 15:00

  • KESK ji bo kedkarên cemaweriyê yên ji wezîfeya xwe hatine derxistin li karê xwe vegerin ji 6 baskan dimeşe Enqereyê. Ayfer Koçak got:” Aştiya rastî bi xwedîderketina gelan a li pêvajoyê, bi qebûlkirina azadiyê û xurtkirina demokrasiyê dibe.

Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ji bo radestkirina wezîfeya kedkarên cemaweriyê yên bi biryarnameyan ji kar hatine dûrxistin û jinûve avakirina mafên demokratîk meşek dan destpêkirin. Meşa ku 13'ê Cotmehê ji Amedê destpê kir, di 17'ê Cotmehê de wê li ber Meclîsê bi dawî bibe. Baskê meşê ji Amed, Riha, Edene, Mersîn, Dîlok û Semsûrê bi rê ketin. Herî dawî jî li Semsûrê KESK'ê daxuyaniyek da û meşa xwe dewam dike.

Hevseroka KESK'ê Ayfer Koçak qala hincet û armancên meşê kir û got, "Beriya biryarnameyên di hukmê qanûnê de (KHK) li welêt têkildarî demokrasiyê pirsgirêk hebûn. Em ti carî ne li welatekî xwedî standartên demokrasiyê bûn. Lê belê bi sala 2016'an re demokrasî bi temamî hate betalkirin, em ketin nava pêvajoyeke welê ku pêvajoyên hiqûqî bi cih nehatin anîn. Ev pêvajoya ku bi KHK'an destpê kir, li bajarên Kurdan bi polîtîkayên qeyûm ên li hemberî şaredariyên HDP'ê girantir bû. Girtina hilbijartiyan, ragirtina girtiyên siyasî, tinehesibandina îradeya hilbijartinê dewam dike."

Ayfer Koçak her wiha anî ziman ku beriya 10 salan bi bidawîbûna pêvajoya aştiyê re şerekî giran destpê kir, vê yekê bandoreke mezin li kedkaran kir û got, meşa KESK'ê ne tenê têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên berê ne, her wiha xwe dispêre vîzyona aştî û demokrasiyê ya paşerojê. Ayfer Koçak got, "Aştiya rastî bi xwedîderketina gelan a li pêvajoyê, bi qebûlkirina azadiyê û xurtkirina demokrasiyê dibe. Em bi vê meşê ne tenê daxwaza radestkirina wezîfeya hevalên xwe yên KHK'î dikin, di heman demê de daxwaza jinûve avakirina demokrasiyê li vî welatî dikin. Em dibêjin ku divê aştî di navenda gelan de ava bibe. Ji ber ku li cihê ku gel nebe, şer ji holê ranebe hingî qadeke din a şer her tim ava dibe."

ANF/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.