PDK pêşxizmetê dewleta Tirk e

Pêncşem 4 Çile 2024 - 16:10

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê careke din piştrast kir ku PDK bi her rengî di şerê li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de hevkarê wan e. Mamostayê Zanîngehê Ehmed Mîre jî got, PDK ji sala 1993’yan ve di xizmeta dewleta Tirk de ye, dewleta Tirk çi bixwaze PDK dike.

Wezîrê Karên Derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan, di daxuyaniyeke çapemeniyê de beriya du rojan, got, hikûmeta Herêma Kurdistanê, di şerê li dijî gerîlayên PKK’ê de hevkar û hemahengê dewleta Tirk e.

 

Kurdayetî li cem PDK´ê jibîrbûyî ye

Derbarê hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re, Çavdêrê Siyasî û Mamostayê Zanîngehê Ehmed Mîre got, di nava PDK’ê de rêgezek heye, tenê li hebûna xwe difikirin û got, “Ji bo ew li qada siyasî hebûna xwe dewam bikin, piştgiriya hêzên navdewletî dikin. Sermeselê ji sala 1993’yan ve PDK di xizmeta dewleta Tirk de ye. Di 31’ê Tebaxa 1996´an de piştgirî ji hizba Baesê wergirt da ku li hêzên Kurd bide. Di salên 80’yî de piştgirî ji Îranê werdigirt. Ji sala 1993’yan ve jî piştî şerê navxweyî yê navbera gerîla û pêşmerge de, piştgiriya xwe ji dewleta Tirk werdigre. Xizmetkirina ji siyaseta dewleta Tirk re di xwezaya PDK’ê de heye û ne tiştekî veşartî ye. Fikra neteweyî û Kurdayetiyê li cem PDK’ê hatiye jibîrkirin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.