Bi hev re Bradostî şehîd kirin

Şemî 26 Tebax 2023 - 02:06

Hakan Fîdan û Nêçîrvan Barzanî pêr ji hev du têr nebûn. Piştî civîna yekem a bi roj, êvarê wan hevdu careke din hembêz kir. Di wê navê de balefirên dewleta Tirk gelek deverên Başûrê Kurdistan bombe dikin û li Bradostê 4 welatî şehîd kirin.

Doh, hîna wezîrê karê derve yê dewleta Tirk a dagirker li Hewlêrê hevdîtinên xwe bi serokê PDK´ê Mesûd Barzanî, kurê wî Mesrûr Barzanî û biraziyê wî Nêçîrvan Barzanî re dewam dikirin, balafirên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk a dagirker sê deverên Herêma Kurdistanê bombebaran kirin û çar welatiyên sivîl şehîd kirin.
Hakan Fîdan doh piştî civîna bi kurê serokê PDK´ê, Mesrûr Barzanî re hem ji mêvandariya Barzaniyan razî bû û hem jî malavahiya wan dikir.

“Birayê” Mesrûr Barzanî, Hakan Fîdanê piştî hevdîtinê di civîna çapemeniyê de got, “Em spasiya Herêma Kurdistanê dikin ku di rûbirûbûna terorê de hevkariya me kiriye. Ji bona wê em ê her piştgiriyê pê re bikin. Me dît ku hem rêveberiya Bexdayê û hem jî ya Hewlêrê di meseleya tinekirina PKK´ê li ser erdên Iraqê de têra xwe biryardar in. Ji ber vê em gelekî razî ne û em ê alîkariya ji destê me tê hemûyî jî bidin van her du meqaman.”

Beriya wê Mesrûr jê re gotibû, “Dixwazim bi xêrhatineke germ bikim li wezîrê karê derve yê Komara Tirkiyeyê birayê xwe Hakan Fîdan. Em spasiya dewleta Tirkiyê dikin ku di her aliyî de bi taybetî di demên zehmet de piştgiriya Herêma Kurdistanê kiriye. Wê Herêma Kurdistanê ti demê piştgirî û hevkariya Tirkiyê ji bîr neke.”

 

Ew li civînê artêşa wan li komkujiyê

Piştî her civîna bi Barzaniyan re peyama hevpar “hevkariya” di şerê li dijî hêza herê mezin a siyasî û leşkerî ya Kurd PKK´ê de bû. Vê hevkariyê berê xwe hê roj neçûyî ava li Bradostê nîşan da. Ya ku xuya bû ew bû ku, weke timî, gava navê PKK´ê hat hildan, esas dihat eşkerekirin ku ev şer û êriş li dijî temamê miletê Kurd e. 
Êrişên balafirên bêmirov û biçek yên dewleta Tirk di kêliyên hevdîtinên li Hewlêrê bi Fîdan re dihatin kirin, li ser mal, welatiyên sivîl û azadixwazan dewam kirin. Sê caran gundê Saliawa yê ser bi navçeya Pênciwênê hate bombebarankirin.

Herwiha di êrişeke din a balafirên bêmirov yên dewleta Tirk a dagirker a li ser deverên şên ên li deverên Mêrgemîrê ya herêma Bradostê, malên welatiyan hatin bombebarankirin û çar welatî hatin şehîdkirin.

 

Ji hev têr nebûn

Piştî ku encamên bombebarandinê eşkere bûn, yanî piştî ku hat zanîn ku dewleta Tirk bi balefiran 4 welatî li Bradostê şehîd kirine, wezîrê dagirkeran Hakan Fîdan û Nêçîrvan Barzanî careke din civiyan. Di wêneyê pêşwazîkirinê de diyar bû her du jî ji qetilkirina Bradostiyan pirr şa bûne. Ji kêfa devê her duyan jî nakeve hev.

Gava ku Barzaniyan wezîrê karê derve yê Tirk ku esas hîna jî weke musteşarê MÎT´ê tevdigere, bi rê kir, eşkere diyar bû, ew li ber vî wezîrê dijminê binyada wan, bi hêvî ne. Ev hêvî eşkere ne xêra li Kurdan û Kurdistanê ye, lê li kîs û berîkên Barzaniyan û şelafên dora wan e. Ev wêne, belgeyeken darîçav a hevkariya li dijî Kurdan e jî.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.