MÎT’a Tirk Huseyîn li Dihokê şehîd kir

Çarşem 19 Nîsan 2023 - 02:58

Welatparêzekî ji Bakurê Kurdistanê li Dihokê hate qetilkirin

Karsaz û welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê Hûseyîn Tûrelî li Family Mall a Dihokê dema li ser karê xwe bû, di encama êrişeke MÎT’a Tirk de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan cihê, Hûseyîn Tûrelî yê kar Asli Borek li nava Family Mal bûye. Dema Tûrelî li ser karê xwe bûye, rû bi rûyê êrişê bûye. Hate gotin, di encama gulebaranê de 6 gule li Tûrelî ketine û paşê jiyana xwe ji dest daye.

Balkêş e, tevî bi dehan kamerayên çavdêriyê û erkdarên ewlekariyê li nava Family Mallê hene jî êrişkar nehatiye girtin û reviyaye.

Çavkaniyeke herêmî diyar kir Tûrelî ji ber doza siyasî ya Kurd neçar mabû penaberî Başûrê Kurdistanê bibe. heman çavkaniyê got, dibe ku MİT’a Tirk li Tûrelî xistibe.

 

Qatil MÎT´a Tirk e

Nûnertiya HDP’ê ya li Herêma Kurdistanê a li Hewlêrê, derbarê qetilkirina karsaz û welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê Hûseyîn Turelî de daxuyaniyek da û got; “Em dizanin ku êriş ji aliyê MÎT’a Tirk ve bi biryara AKP û MHP’ê pêk hatiye. Em bang li aliyên peywendîdar dikin, kujer bigirin û nehêlin bireve.”

Nûneriya HDP´ê got, siyasetvanên HDP’ê ji ber zextên AKP û MHP’ê neçar dimînin ji Bakurê Kurdistanê derkevin û berê xwe bidin Başûrê Kurdistanê, lê êrişên MÎT’a Tirk bi hevkariya hinek hêzên herêmê li ser siyasetvanan zêde bûne.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin; “Bi taybetî di sala 2021’ê de êriş zêdebûn û li Silêmaniyê Yasîn Bulut, Zekî Çelebî, Nagihan Akarsel û mamosta Şemal hatin şehîdkirin.

Hê jî kujerên Hûseyîn Turelî nehatine girtin, beriya bûyerê jî Hûseyîn Turelî rastî êrişek çekdarî hatibû û birîndar bûbû. Ev êrişên MÎT’a Tirk ji ber gef û tinekirina kesayetên siyasî yên Bakurê Kurdistanê, ên li Başûrê Kurdistanê, tên kirin. Kesê ku Hûseyîn Turelî şehîd kirin, endamê AKP û MHP’ê ye.

Em bi tûndî êrişa hovane şermezar dikin, divê aliyên peywendîdar yên Dihokê kujer bibînin, nehêlin bireve û bigirin. “

 

Gelo polês qatil nas dike

Rêveberiya Polêsên Dihokê jî bûyer piştrast kir û da zanîn wan kujer negirtiye, lê biryara binçavkirinê ji bo wî derketiye. Ji ber daxuyaniyê mirov dikare hizir bike ku nasnameya qatil hatiye naskirin. 

Hêjayî bibîrxistinê ye sala 2022’yan jî MÎT’a Tirk êrişê Hûseyîn Tûrelî kiribû û di encama êrişê de ji lingê xwe birîndar bûbû. Lê ji ber gefên MÎT’a Tirk û PDK’ê nexwestibû, bûyer di çapemeniyê de bibe rojev.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.