Şerê êrişê li dijî Başûr

Şemî 22 Tîrmeh 2023 - 00:10

  • Artêşa Tirk êrişeke berfereh a dagirkeriyê li dijî Başûrê Kurdistanê da destpêkirin û di vê êrişê de ew hewl dide ji nû ve bikeve deverên jê vekişiyayî. Li Metînayê jî PDK eşkere destekê dide hêzên dagirkeran.    

Artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Zap û Metînayê yên ku zivistanî jê vekişiyabû êrişeke dagirker da destpêkirin. Êrişa dagirker bi teknîka zêde û hevkariya PDK’ê didome. Gerîla bi çalakiyên xurt bersivê dide êrişan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi operasyoneke nû ya dagirkeriyê kir. Herêmên ku artêşa Tirk a dagirker di demsala zivistanê de ji ber derbên giran ên gerîla neçar mabû vekişe, lê a niha dîsa dest bi êrişên ser van deveran kir. Êrişên dagirkeriyê di 14’ê Tîrmehê de li dijî Qada Berxwedanê ya Kurojahro ya Zapê, di 19’ê Tîrmehê de jî li dijî Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi piştgiriya PDK’ê êrişan dest pê kir. Di şeva 20’ê Tîrmehê de jî piştî bomberdûmana zêde ya hewayî di sibeha 21’ê Tîrmehê de jî li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, êrişeke dagirker da destpêkirin.

Hêzên me li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker bi teknîka şerê dijwar û piştgiriya çeteyan dike, derbên giran li dagirkeran dixin. Çalakiyên hêzên me û êrişên dagirkeran ên li dijî herêma me didomin.”

HPG’ê têkildarî çalakî û êrişên artêşa Tirk kite bi kite agahî dan:

 

Li herêma Zê (Zapê)

Di 10’ê Tîrmehê de hêzên dijmin Girê Şehîd Tolhildan ê li Qada Berxwedanê ya Kurojahroyê, bi balafirên şer û obusan bomberdûman kirin. Di 12’ê Tîrmehê de jî bi balafirên şer û obusan bomberdûman kirin, bi helîkopteran dagirker anîn qadê. Di 14’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran dagirker danîn Girê Şehîd Harûn, Girê Şehîd Tolhildan û Girê Şehîd Dîdar ên li Qada Berxwedanê ya Kurojahro. Artêşa dagirker di zivistanê de jî neçar mabû ji van qadan vekişe lê niha li dijî van qadan êriş daye destpêkirin. Êrişên dagirkeran ên li dijî Qadên Berxwedanê yên Saca, Kokerê, Kurojahro û Karkerê didomin.

 

Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zê (Zapê)

Di 19’ê Tîrmehê saet 07:00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM dema ku dagirker ketin tevgerê, gerîlayan bi çekên giran li wan xist.

Di 20’ê Tîrmehê saet 17:10’an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi sûîqestê li cîhazeke jammerê ya dagirkeran hate xistin û ev cîhaz hate îmhakirin.

Di 20’ê Tîrmehê saet 20:30’î de artêşa Tirk a dagirker 41 caran bi balafirên şer û 22 caran jî bi helîkopteran, êrişî Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kir. Piştî bomberdûmana zêde saet di 03.30’î de bi helîkopteran 10 caran dagirker danîn ser Girê Şehîd Zagros a li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî.

Di 21’ê Tîrmehê saet 06:00’an de dagirkeran xwestin ji Girê Şehîd Zagros a Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî biçin Girê Şehîd Şîlan, gerîlayan bi taktîkên cihê 7 caran li dagirkeran xist û bipêşveçûna dagirkeran sekinand.

 

Li herêma Avaşînê

Di 17’ê Tîrmehê saet 10.00’an de gerîlayan li Qada Berxwedanê ya Tabûra Ereban bi taktîkên koordîneyî li dagirkeran xist. Tîmên gerok bi çekên ferdî û giran li dagirkeran da. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin 3 dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran saet di 24.00’an de kuştiyên xwe bi helîkopterê ji qadê birin. Êrişên dagirkeran ên li qadê didomin.

 

Li Metînayê PDK pişta dagirkeran digire

Di 19’ê Tîrmehê saet 06:00’an de artêşa Tirk a dagirker li qada Girê Ortê ya Metînayê, li cihên ku hêzên PDK’ê lê bûn ji bejahî dest bi operasyonekê kir. Dagirkeran ji benda PDK’ê dest bi tevgerê kir, ber bi qada Neqeba Tirvanîş û Şehîd Piling bi pêş ve çûn. Di 20’ê Tîrmehê saet di 09.30’an de dagirker ji qada Girê Ortê ya PDK’ê bi rê ketin û li Girê Ortê amûrên çavdêriyê bi cih kirin. Hêzên PDK’ê ev qad kirine benda tevgerînê da ku dagirker ji vir êrişî hêzên me bikin. PDK eşkere piştgiriyê dide dagirkeran û ev operasyon hê jî didome.

 

Bikaranîna çekên qedexe

Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên taktîk nukleer dike;

11 û 12’ê Tîrmehê çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Kokerê ya Zapê 4 caran bi bombeyên taktîk nukleerî hatin bombekirin.

20’ê Tîrmehê çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya Zapê carekê bi bombeya taktîk nukleerî hate bombekirin.

HPG´ê wekî din da zanîn ku êrişên artêşa Tirk a dagirker bni balefirên şer, obus, top û helkootterên êrişê ji 17´ê Tîrmehê ve dewam dikin. Weke nimûne HPG dibêje, “17, 18, 19 û 20’ê Tîrmehê Qadên Berxwedanê yên Sîdayê ya Zapê, Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Qada Berxwedanê ya Tabura Ereban a Avaşîn, Qadên Berxwedanê ya Golka û Girê Hakkarî ya Metînayê, Qadên Girê Şehîd Heqî, Girê Kamûran, Girê Kolît û Ava Lolanê yên Xakûrkê 519 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.” n BEHDÎNAN

 

 

Şerê êrişê li dijî Başûr

Artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Zap û Metînayê yên ku zivistanî jê vekişiyabû êrişeke dagirker da destpêkirin. Êrişa dagirker bi teknîka zêde û hevkariya PDK’ê didome. Gerîla bi çalakiyên xurt bersivê dide êrişan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi operasyoneke nû ya dagirkeriyê kir. Herêmên ku artêşa Tirk a dagirker di demsala zivistanê de ji ber derbên giran ên gerîla neçar mabû vekişe, lê a niha dîsa dest bi êrişên ser van deveran kir. Êrişên dagirkeriyê di 14’ê Tîrmehê de li dijî Qada Berxwedanê ya Kurojahro ya Zapê, di 19’ê Tîrmehê de jî li dijî Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi piştgiriya PDK’ê êrişan dest pê kir. Di şeva 20’ê Tîrmehê de jî piştî bomberdûmana zêde ya hewayî di sibeha 21’ê Tîrmehê de jî li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, êrişeke dagirker da destpêkirin.

Hêzên me li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker bi teknîka şerê dijwar û piştgiriya çeteyan dike, derbên giran li dagirkeran dixin. Çalakiyên hêzên me û êrişên dagirkeran ên li dijî herêma me didomin.”

HPG’ê têkildarî çalakî û êrişên artêşa Tirk kite bi kite agahî dan:

 

Li herêma Zê (Zapê)

Di 10’ê Tîrmehê de hêzên dijmin Girê Şehîd Tolhildan ê li Qada Berxwedanê ya Kurojahroyê, bi balafirên şer û obusan bomberdûman kirin. Di 12’ê Tîrmehê de jî bi balafirên şer û obusan bomberdûman kirin, bi helîkopteran dagirker anîn qadê. Di 14’ê Tîrmehê de artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran dagirker danîn Girê Şehîd Harûn, Girê Şehîd Tolhildan û Girê Şehîd Dîdar ên li Qada Berxwedanê ya Kurojahro. Artêşa dagirker di zivistanê de jî neçar mabû ji van qadan vekişe lê niha li dijî van qadan êriş daye destpêkirin. Êrişên dagirkeran ên li dijî Qadên Berxwedanê yên Saca, Kokerê, Kurojahro û Karkerê didomin.

 

Li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zê (Zapê)

Di 19’ê Tîrmehê saet 07:00’an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM dema ku dagirker ketin tevgerê, gerîlayan bi çekên giran li wan xist.

Di 20’ê Tîrmehê saet 17:10’an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi sûîqestê li cîhazeke jammerê ya dagirkeran hate xistin û ev cîhaz hate îmhakirin.

Di 20’ê Tîrmehê saet 20:30’î de artêşa Tirk a dagirker 41 caran bi balafirên şer û 22 caran jî bi helîkopteran, êrişî Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kir. Piştî bomberdûmana zêde saet di 03.30’î de bi helîkopteran 10 caran dagirker danîn ser Girê Şehîd Zagros a li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî.

Di 21’ê Tîrmehê saet 06:00’an de dagirkeran xwestin ji Girê Şehîd Zagros a Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî biçin Girê Şehîd Şîlan, gerîlayan bi taktîkên cihê 7 caran li dagirkeran xist û bipêşveçûna dagirkeran sekinand.

 

Li herêma Avaşînê

Di 17’ê Tîrmehê saet 10.00’an de gerîlayan li Qada Berxwedanê ya Tabûra Ereban bi taktîkên koordîneyî li dagirkeran xist. Tîmên gerok bi çekên ferdî û giran li dagirkeran da. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin 3 dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran saet di 24.00’an de kuştiyên xwe bi helîkopterê ji qadê birin. Êrişên dagirkeran ên li qadê didomin.

 

Li Metînayê PDK pişta dagirkeran digire

Di 19’ê Tîrmehê saet 06:00’an de artêşa Tirk a dagirker li qada Girê Ortê ya Metînayê, li cihên ku hêzên PDK’ê lê bûn ji bejahî dest bi operasyonekê kir. Dagirkeran ji benda PDK’ê dest bi tevgerê kir, ber bi qada Neqeba Tirvanîş û Şehîd Piling bi pêş ve çûn. Di 20’ê Tîrmehê saet di 09.30’an de dagirker ji qada Girê Ortê ya PDK’ê bi rê ketin û li Girê Ortê amûrên çavdêriyê bi cih kirin. Hêzên PDK’ê ev qad kirine benda tevgerînê da ku dagirker ji vir êrişî hêzên me bikin. PDK eşkere piştgiriyê dide dagirkeran û ev operasyon hê jî didome.

 

Bikaranîna çekên qedexe

Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên taktîk nukleer dike;

11 û 12’ê Tîrmehê çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Kokerê ya Zapê 4 caran bi bombeyên taktîk nukleerî hatin bombekirin.

20’ê Tîrmehê çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya Zapê carekê bi bombeya taktîk nukleerî hate bombekirin.

HPG´ê wekî din da zanîn ku êrişên artêşa Tirk a dagirker bni balefirên şer, obus, top û helkootterên êrişê ji 17´ê Tîrmehê ve dewam dikin. Weke nimûne HPG dibêje, “17, 18, 19 û 20’ê Tîrmehê Qadên Berxwedanê yên Sîdayê ya Zapê, Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Qada Berxwedanê ya Tabura Ereban a Avaşîn, Qadên Berxwedanê ya Golka û Girê Hakkarî ya Metînayê, Qadên Girê Şehîd Heqî, Girê Kamûran, Girê Kolît û Ava Lolanê yên Xakûrkê 519 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.