Barzanî dîsa li Enqerê ye

Sêşem 20 Hezîran 2023 - 15:32

Serokwezîrê hikûmeta Hewlêrê, Mesrûr Barzanî ji bo hevdîtina bi serokdewletê Tirk Tayyip Erdogan re çû Enqereyê.

Balkêş e ku ti kes ji Hikûmeta Hewelêrê di nav heyeta Mesrûr Barzanî de cih nagire.

Hat ragihandin ku Barzanî di serdana xwe ya Enqereyê de wê  bi Tayyîp Erdogan re bicive. Her wiha di serdanê de wê bi Wezîrê Karên Derve, Musteşarê berê yê MÎT'ê Hakan Fîdan û rayedarên din re jî hevdîtin bên kirin.

Derbarê naveroka hevdîtinan de ti daxuyanî nehate dayîn. Beriya vê serdanê ti daxuyanî jî nehatibû dayîn ku wê hevdîtin werin kirin.

Herî dawî di Nîsana 2022’yan de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çûbû serdana Tirkiyeyê û bi Erdogan re rûniştibû. Nêçîrvan Barzanî her çend di tûra yekem a hilbijartinên serokomariyê yên 14’ê Gulanê de nehatibû hilbijartin jî, peyama pîrozbahiyê ji Erdogan re şandibû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.