Amade ne piştgiriyê bikin

Pêncşem 20 Sibat 2025 - 03:45

Şandeya Îmraliyê doh bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin kir, hevdîtina bi Mesrûr Barzanî 45 kêliyan dewam kir. Derbarê hevdîtinê de Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî daxuyaniyek belav kir. Li gorî daxuyaniyê, Şandeya Îmraliyê kêfxweşiya xwe ji serdanan, hevdîtinan û civînên xwe yên li Herêma Kurdistanê nîşan daye û hate gotin:“Şandeyê derbarê armanca serdana xwe û hewlên xwe yên ji bo pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê nêrîna xwe pêşkêşî Mesrûr Barzanî kir. Şandeya Îmraliyê herwiha tekezî li ser wê yekê kir ku niha li Tirkiyeyê pêvajoyeke nû dest pê kiriye û çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurdan bûye mijareke girîng a rojevê. Di dewama daxuyaniyê de tê gotin:“Mesrûr Barzanî ji bo xurtkirina aştî, aramî û pêkvejiyana aştiyane û biratiya di navbera gelên herêmê de tekezî li ser girîngiya sûdwergirtina ji her derfetê kir. Mesrûr Barzanî careke din piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya li Tirkiyeyê anî zimên û gotiye, divê şer û tundî bi dawî bibe. Herêma Kurdistanê di vê mijarê de ji bo her cureyê hevkarî û piştgiriyê amade ye.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.