Pirsgirêk Mesrûr e

În 15 Îlon 2023 - 03:21

  • Kemal Çomanî dibêje, serê mesele û kêşeyên li Başûrê Kurdistanê îro ew e ku Nêçîrvan Barzanî, bi desteka YNK´ê Aboriya Serbixwe ragihand û neft neqanûnî firot. Îro ji ber ku Bexda dibîne Herêm lawaz e, ne hazir e pê re li hev bike û ew ê tevahiya desthilata ji destûrê û wêde yek bi yek ji Hewlêrê bistîne. 

LUQMAN GULDIVÊ

Li ser eşkerebûna nameya serokwezîrê hikûmeta Hewlêrê Mesrûr Barzanî ji Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Joe Biden re nivîsandin, bi rêya rojnamevanekî ser bi PDK´ê îdîa kir ku ev name derew e, lê Mesrûr Barzanî ev name bi xwe nederewand. Em bi siyasetzan Dastan Jasim û rojnamevan Kemal Çomanî re li ser meseleyê peyivîn. Bi ya wan name heqîqî ye û nîşan dide bê ka çawa Mesrûr Barzanî bi nebûna aqlê siyasî, statuya Kurdan û hêza wan li Başûrê Kurdistanê qels kiriye. Li aliyê din li ser meseleyên budceyê bi Bexdayê re lawaziya aborî ya niha û nedana mûçeyan jî her du hemfikr in: Siyaseta bêkêr a Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî ya bi navê “Aboriya serbixwe” û encamên wê tevî bêkêriya siyasî ya Mesrûr Barzanî.

Dastan Jasim a ku xebatkara zanistî ye di GIGA´yê (German Istitut for Global and Areas Studies) de dibêje, esas Mesrûr Barzanî ev name nivîsandibû û bi hizra wî diviyabû neyê weşandin, lê “Diyar e hinekan ev name muhtemelen ji ber sedemeke siyasî derxistiye derve. Bi ya min Mesrûr [Barzanî] bi xwe ev nekiriye, lewma ev ji bo wî têra xwe eyb û cihê pêkenînê ye. Ev jî pirr eşkere nîşan dide bê ka welatên rojava çiqasî êdî serê xwe ji Herêma Kurdistanê naêşînin.”

Dastan jasim

Bi ya Dastan Jasim ev “serêxwejêneêşandin” hema di rojekê de çênebûye: “Helbet berjewendiya wan bû ku hevkarekî wan ê xurt û leşkerî li deverê hebe. Lê gava em berê xwe didin van 30 salên dawiyê, em dibînin ku timî bi heman hevokan heman daxwazan dikin: Hay ji budceya xwe hebin, li dijî gendeliyê têbikoşin, hêzên leşkerî yên siyasî bikin artêşeke yekbûyî. Lê yek ji van jî neqewimî. Rewş baştir nebû, heta xirabtir bû û lewma ew lihevkirina hesas a di navbera PDK û YNK´ê de jî êdî nemaye. Ji ber ku PDK´ê bi ser xist ku li nava Herêma Kurdistanê xwe bike hêza xurt, ya ku esas wê kir jî ew bû ku wê herêm hemû anî ber mirinê”.

 

Herêm dimire

Ev mirin hem di warê hêza siyasî û dîplomatîk de ye û hem jî di warê budce û dewlemendiya Kurdistanê de ye: “Niha êdî mûçe nayên dayîn. Mesrûr Barzanî doh bi awayekî îronîk li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşand, got dibistan dest pê dike. Lê di rastiyê de li her derî grev heye. Û ya xirab ew e ku hîna çareseriyek xuya nake. Yanî lihevkirineke bi Bexdayê re hîna dûr xuya dike. Bexdaya ku bi xwe pirsgirêkên wê yên gendeliyê hene jî ji Hewlêrê re dibêje, lazim e hûn karibin bi pirsgirêkên xwe re miamele bikin.”

 

Name dibêje Mesrûr nikare siyasetê bike

Baş e, ev name ji bo Herêma Kurdistanê çi îfade dike? Dastan Jasim dibêje, “Ev name esas kurteyeke dîroka “Herêma Kurdistanê” ye û dibêje, Mesrûr Barzanî nikare herêmê bi rê ve bibe, eynî weke pêşiyên xwe [Mesûd û Nêçîrvan] ji wî nehat ku yek pirsgirêka bi tenê jî li nava sînorên xwe çareser bike. Her carê berê xwe didin aktorên derve da ku pirsgirêkên li nava Herêmê çareser bikin.”

Ew vê yekê weke îroniyekê dibîne û behsa nimûneya têkiliyên bi Tehranê re dike: “Gava ku Mesrûr Barzanî ev name nivîsand û şand, Qubad Talabanî li Tehranê bû da ku li ser firotina partiyên Kurd ên Rojhilat bazar dikir. Îronî ew e ku timî hikûmetên me yên wiha hene yên ku her carê diçin derveyî welêt da ku li wir meseleyên xwe zelal bikin, safî bikin. Û li welatê xwe tiştekî safî nakin. Ji ber wê ev name esas nîşan dide ka van salên dawiyê çi diqewimî û ka îro rewş çawa xirabtir e.”

 

Bexda li hêviyê ye hikûmeta Herêmê hilweşe

Li ser siyaseta Bexdayê ya ku niha xwe di warê budceyê de giran dike, Dastan Jasim dibêje, “Bexda ne Bexda ye, em behsa hikûmetekê dikin ku Îran û Tirkiye wê kontrol dikin. Bi ya min ew dixwazin demê bi kar bînin da ku bibînin ka dengeya hêzê li nava Herêma Kurdistanê çawa diguhere. Lewma ew difikirin ku, heger ew niha bi Herêma Kurdistanê re li hev bikin, hingê hêzên desthilat ên li herêmê wê di warê siyasî de ji nû ve xurt bibin. Lê dibe ku di dawiyê de piştî hilbijartinê hêzeke din bêhtir dengan bi dest bixe. Bi hizra min gelek li Bexdayê hêvî dikin ku Herêma Kurdistanê weke sîstema di nava xwe de hilweşe û ya ku îro xuya dike jî, nîşan dide ku ev muhtemel e.”

 

Ne siyasetvan in

Li gorî Dastan Jasim kesên li Başûr siyasetê dikin, ne siyasetvan in û nikarin pirsgirêkan çareser bikin: “Ez bawer dikim ku gelek ji mesele ne tenê ji ber wê yekê ye ku ev mirov hema mirovên bêexlaq in, bi ya min sedem ew e ku ev mirov ne siyasetvan in. Ew ne jêhatî ne ku siyasetê bikin. Em berê xwe bidinê, Mesrûr piştî ku bû desthilat, yek serdana navneteweyî nekir. Yanî navneteweyî ew nîne. Wî wisa hizir kir ku rewabûna wî ji paşxana rêxistina istîxbarî û leşkerî tê. Wê li Başûrê Kurdistanê ev sîstema ku hema hema dişibe ya Bakurê Koreyê ava kir. Nexasim jî ew pîlanên ecêb ên li dijî girtiyên Behdînanê, wî hizr kir ku ev ê wî bi pêş bixe, lê vê yekê ew di warê navneteweyî de tecrîd kir. Ya Bafil jî eynî tişt e; wî pirr zêde enerjiya xwe lê xerc kir ku reqîbên xwe berteref bike, lê ji bo siyaseta bi rastî wî qet enerjî xerc nekir. Ev mirovên welê ne ku nikarin siyasetê bikin.

Em niha bibêjin, bi carekê siyaseteke demokratîk ava bû. Lê sîstemeke gendeliyê ya bi hezaran kes di navê de wê çawa ji holê bê rakirin? Ev sîstema mafyayê çawa dikare bê tinekirin. Ez bawer nakim ku bi van kesan, ev kar karibe bê kirin.”

Dastan Jasim hêvî dike Rêveberiya Rojava xweşik li dîroka Başûr binihêre û şaşiyên wê neke: “Rojava niha di wê merheleyê de ye ku Herêma Kurdistanê beriya 30 salan lê bû. Bi ya min divê rêveberiya Rojava pirr baş bala xwe bide wê pêvajoyê ka çi şaş hat kirin û van şaşiyan neke.

Yek hêvî heye: pirraniya xelkê di bin 35 salan de ne û heger xweza ya xwe bike, wê di demeke kurt a li pêşiya me de nifşekî nû yê ku mirov hêviyê jê bike, li Herêma Kurdistanê  hebe.”

 

Kemal Çomanî

Name ya Mesrûr e

Bi ya Kemal Çomanî, şik û guman jê nîne ku Mesrûr Barzanî name ji Joe Biden re nivîsandiye û piştî eşkere bûna, derketiye holê ku Mesrûr Barzanî yê ku xwe weke serokwezîrê xwegir û xurt ê çar salên bihurî nîşan dida, “lê me di nava çar salan de dît ku di warê leşkerî, aborî, siyasî, di warê têkiliyên bi hêzên din ên Başûr re, di warê peywendiyên bi Bexda, bi Tirkiye re hemû lawaz bûn. Bi vê nameyê re ji bo cara yekem xelk dibîne ka Mesrûr Barzanî çend insanekî lawaz e, ne serkirde ye û ne serok e. Civaka Kurd dît, bavo Mesrûr Barzanî çend lawaz e. Ev ya yekê ye. Ya diduyê ew e ku Mesrûr Barzanî timî digot, em li Emerîka ne, civaka navdewletî li pişt me ye… Lê ew tê nagihin, Emerîka [DYE] ji Herêmê Kurdistanê û nexasim ji Mesrûr Barzanî yekcar nîgeran û aciz e. Ji ber binpêkirina maf û azadiyan, ji ber lihevnekirina bi Iraqê re, ji ber çêkirina pirsgirêkan li dijî Rojavayê Kurdistanê, ji ber çêkirina pirsgirêkan li nava Herêma Kurdistanê, ji ber ku mesrûr Barzanî nahêle hêzên pêşmerge bibin yek, DYE jê ne razî ye. Ji ber wê Mesrûr Barzanî ne bi xwe, lê bi rêya rojnamevanekî kevin ê PDK û karmendekî hikûmeta herêmê yê niha ew agahî belav kir ku ev name ne rast e. Lê belê heger ne rast e, Mesrûr Barzanî dikarî bi xwe di ser hesabên xwe yên medya dijîtal yan jî bi rêya daxuyaniyeke hikûmetê bigota, ev name ne rast e.”

 

DYE bi meseleyan dizane û wê dest wernede

Haya DYE ´yê ji rewşa Herêmê heye, lê çima dîsa jî Mesrûr Barzanî ji Joe Biden re nameyeke welê şand? Li gorî Kemal Çomanî hêviyeke wî hebûye: “Wa nîşanî wî dabûn, heger ew rabe ji Joe Biden re bibêje, ew li siyaseta hikûmeta Iraqê nîne, em vê nameyê binivîsin, ev ê zextekê bike li ser Emerîkayê. lê di rastiyê de ev ne wisa ye. DYE pirr haydar e ji siyaseta Iraqê û bi heman rengî ew gelekî ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî pirr aciz e. Lazim e em ji bîr nekin, potansiyela Aborî ya hikûmeta Iraqê pirr bi qewet e. Rojane 3 ta 4 milyon bermîl neft difiroşe û vê neftê bi dolarê Emerîkî difiroşe. Yanî di demekê de ku Erebistana Siûdî behsa kirrîn û firotina bi pereyên Çînî dike, Iraq muhimtir dibe.”

Yanî bi ya Kemal Çomanî di pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de wê nebe alî. ji ber ku mesele qanûnî û destûrî ne: “Meseleyên di navbera Herêmê û Bexdayê de destûrî ne. Li aliyê din ji bo Emerîka giring e Iraqekî yekgirtî û demokratîk a xurt hebe û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di navê de cih bigire. Meseleya herî giran û mezin meseleya neftê ye. Di siyaseta neftê ya PDK´ê de yek dewlet tenê qezenc dike: Ev ne gelê Kurd e, ne Iraq e, ne Emerîka ye, lê dewleta Tirk e. ji ber wê ji bo Emerîka ev mesele ne giring e. Pirsgirêk siyasî û aborî ne. Ez bawer dikim heke mesele etnîk be, DYE wê dest werde, lê mesele qanûnî û destûrî ne. Lawaziya aliyê Kurd a sereke Mesrûr Barzanî ye ku jê nayê meseleyan çareser bike. Ji ber wê jî Emerîka wê dest wernede meseleyeke ku li Iraqê destûrî ye.”
    

Esas Nêçîrvan Barzanî mûçe birrîn

Li ser meseleya mûçe û grevên giştî li Başûrê Kurtdistanê jî Kemal Çomanî dibêje, “Meseleya nedana mûçe vedigere destpêka sala 2014´an. Hingê Nêçîrvan Barzanî tevî Aştî Hewramî û desteka YNK´ê bernameyek ragihandin û navê wê Aboriya serbixwe bû. Geşedana aborî ya li Herêmê hemû heta 2013´an rûda, yanî wê dema ku peywendiyên Herêmî û Bexdayê baş bûn. Lê gava ku hikûmeta Herêmê nefta xwe firot, ev mesele xirabû. Hingê Aştî Hewramî behsa 25 milyar bermîl rezervên neftê yên li gel Exon Mobile dikir. Mesûd Barzanî jî got, serokê Exon Mobile, ji serokê DYE´yê xurttir e. Lê serokê emerîka pêşî CEO´yê Exon Mobile kir wezîrê karê derve û paşê ji kar avêt. Lê Herêma Kurdistanê digot, em li gel wan peywendiyan datînin. Aştî Hewramî û Nêçîrvan Barzanî hingê daxuyaniyek da û gotibû em dikarin rojane milyonek bermîl neftê bifiroşin û pêdiviya me bi Bexdayê nîne; bila budceya me bibirre. Wisa jî kirin. Lê kesî li bazara navneteweyî nefta herêmê qanûnî nekarî bikire, ev neqanûnî bû. Bexdayê jî budceya herêmê birrî. Niha dixwazin bi Bexdayê re li hev bikin, lê yek siyaseta wan nîne. Siyaseta PDK´ê heye, ya Mesrûr heye, ya Bafil heye. Baş e wiha tu wê çawa bi Bexdayê re li hev bikî? Îsal hikûmeta Iraqê xwe xurttir dibîne. Ew dibîne ku Mesrûr Barzanî nameyek ji serokê Emerîkayê re nivîsandiye û kesî cewabek jî nedayê. Beriya wê quweteke hikûmet û serokê Herêmê ya mezin hebû. Niha tevahiya hêza ku ji destûrê û wê de Herêma Kurdistanê bi dest anîbû, niha Bexda wan yek bi yek ji wan ditîne: Meseleya firokexaneyan, meseleya deriyên sînor û heta ku hate meseleya neftê. Wexta ku berê hikûmeta Bexda bi başî gav diavêtin, herêmê ew red dikir. Niha Bexda ne hazir e li hev bike.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.