Statuya federe di tehlûkeyê de ye
Pêncşem 14 Îlon 2023 - 00:15
- Mesrûr Barzanî bi nameyeke ji Biden re lê mikur tê ku sîstema federal a Iraqê hatiye ber hilweşînê. Lê ew behsa wê yekê nake ku siyasetên bav û pismamên wî û herî dawî siyaseta wî destketiyên Kurdan kirine tehlûkeyê. Rayedarekî Emerîkî vê bi bîra wî dixe.
REWŞAN DENIZ
Mesrûr Barzanî li gorî nûçeya Amberin Zaman a ji bo Al-Monitorê de serokwezîrê PDK´ê Mesrûr Barzanî ji Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Joe Biden re nameyek şandiye; di wê nameyê de Barzanî gotiye, heger DYE dest wernede meseleyê û navberkariyê neke di navbera “Hewlêr” û Bexdayê de, tehlûkeyeke cidî heye ku projeya “federaliyê” ya li Iraqê hilweşe. Li gorî nûçeyê, Mesrûr Barzanî behsa hilweşîna sîstema “Hikûmeta Herêma Kurdistanê” dike ku navneteweyî weke KRG tê nasîn. Ji bilî vê nûçeyê, hat ragihandin ku Mesrûr Barzanî wê biçe serdana Bexdayê ji bo “çareserkirina pirsgirêkên” di navbera Hewlêr û Bexdayê de. Li vir jî bakêş e ku heta niha Mesrûr Barzanî herî zêde çûye serdana Yekîtiya Mîrîtiyên Ereb, û hîna nû piştî wê çûye serdana Bexdayê. Piştî Bexdayê di rêza sêyem de jî Enqere heye. Ev jî li gorî çavdêrên siyasî nîşan dide ku “serokwezîrê xwegir” - navê ku mesrûr Barzanî li xwe kiribû - li çûna biçe navenda ku lê li çareseriyê bigere, çûye welatekî din û jixwe li wir çareseriya meseleyê nebûye.
Federalî di tehlûkeyê de ye
Li gorî nûçeya di Al-Monitor de serokwezîrê PDK´ê Mesrûr Barzanî name 3´yê Îlonê nivîsandiye û ji Joe Biden re şandiye. Nûçeyê xwe gihandiye naveroka nameyê. Tê de Barzanî ji Biden re dibêje, “Xwîn ji me diçe hem aborî û hem jî siyasî. Cara yekê ye ku di dema serokwezîriya min de ez fikarên cidî dikim ku ev kampanyaya bêrûmet li dijî me dibe ku bike … modela federal a Iraqê hilweşe, ya ku DYE´yê ji 2003´yan ve destek dayê û ji hingê ve wiha diyar e destêkê didiyê”.
Mesrûr Barzanî hêvî dike ku Rêveberiya Qesra Spî ya Biden giraniya xwe ya tesîra siyasî ya li ser Bexdayê bi kar bîne, da ku para “KRG” ya ji budceyê bidiyê.
Hewar e û her hewar e DYE
Diyar e ku PDK´ê benê xwe bi temamî bi destê DYE´yê ve berdaye, ji ber wê ye ku rayedarekî wê yê ku navê xwe eşkere nake ji Al-Monitor re gotiye, “Em dipirsin, ka ev DYE ji bo xwedê li kîjan cehnemê ye.”
Wezareta Karên Derve ya DYE´yê nexwestiye li ser vê meseleyê şiroveyekê bike. Jixwe, hewldanên ferdî yên dîplomatîk, heke serokê DYE´yê bi înîsiyatîfa xwe behsa wan neke û şirove neke, li gorî adeta dîplomasiya dewletan nayên şirovekirin jî.
Encama biryarên siyasî yên şaş
Meseleya esasî ya krîzê biryarên şaş ên Mesûd û Nêçîrvan Barzanî bûn. Di pêvajoya beriya 2014´an de yek ji wan serokê Herêmê yê din jî serokwezîrê hikûmeta wê bû. Lê îro li Başûrê Kurdistanê, êdî kes behsa van siyasetên şaş nake. Zengînên ku bi firotina çavkaniyên Kurdistanê zengîn bûne, wê xisareke mezin nekin, lê xelkê Başûrê Kurdistanê yên ku mûçeyên xwe ji “KRG”ê werdigirin, mexdûrên vê siyaseta şaş in. Vê siyaseta şaş bawerî bi firotina petrolê di ser neyarê xwe Tirkiyeyê re anî, û ew qasî bi ser xwe ve çû ku bi referandûmeke ne fermî, destketiyên dehan salan berba kirin.
Axir hikûmeta Hewlêrê nikare mehê 625 milyon dolar mûçeyên karmendên xwe bide. Sedem jî ew firotina petrolê ya di ser Tirkiyeyê re ye ku di dadgeha navneteweyî de jî weke “qaçax” û “neqanûnî” hat mehkûmkirin.
Gav bi paş ve avêtin dîsa nebû
Mesrûr Barzanî li ser vê qebûl kiribû ku “gavên mezin beramberî Bexdayê bi paş ve biavêjim bi hêviya misogerkirina siberoja me”. Lê êdî destê Bexdayê xurt bûbû û hew bi Hewlêrê re û bi PDK´ê re li ser van mijaran li hev dikir.
Mesrûr Barzanî herî kêm mehane doza 900 milyon dolarî dike; beramberî vê ji Nîsanê ve rojane 85 hezar bermîl nefta xav jî ji Bexdayê re dişîne. Lê 2´yê Îlonê bexdayê Mesrûr Barzanî agahdar kir ku ew hazir in mehane 380 milyon dolar deyn bidin hikûmeta wî.
Pêşî meseleyên xwe hal bikin
Al-Monitorê di nûçeya xwe de rayedarekî Rêveberiya Biden şiroveyekê jî bike; ew dixwaze beriya ku tiliya xwe bi DYE´yê ve bikin, pêşî PDK û YNK meseleyên xwe yên navxweyî çareser bikin. Yanî xuya ye ku Washington ne di guhê gê de ye û dizane mesele çi ye.
Li aliyê din Hewlêrê îro da zanîn ku Mesrûr Barzanî careke din wê biçe Bexdayê ji bo çareserkirina meseleyê. Lê bi vê yekê derket holê ku ev ê bibe cara 5´an ku Mesrûr Barzanî di mohleta wezîfeya xwe de çûye serdana Bexdayê û 6 caran çûye serdana Mîrtiyên Ereb ên Yekbûyî. Yanî vê jî nîşan daye ku Mesrûr Barzanî li şûna sererastkirina şaşiyên bav û pismamê xwe, çûye li cihekî din li derman geriyaye û dibêje “Sîstema federal a Iraqê” li ber hilweşînê ye.