Bêvila Barzanî naşewite?

Duşem 29 Tîrmeh 2024 - 01:55

Dayikên Aştiyê dijî êrîşên dagirkeriya Tirk a bi hevkariya Barzaniyan helwest nîşan da. Dayikan diyar kirin êrîşên Tirk dibe sedema koçberiyê, hevkariya Barzaniyan a bi dagirkeriyê re weke îxaneta aşkere pênase kirin, diyar kirin ew ê vê qebûl nekin û gotin, ‘’Barzanî Şerm nake?’’

Êrişên Tirkiyeyê yên di meha tîrmehê de li dijî navçeya Amediyê ya Dihokê dest pê kirin, didomin. Tirkiye bi hevkariya PDK’ê sewqiyata leşkerî dike, noqteyên kontrola datîne û baregehan ava dike. Ji ber êrişên hewayî û bejahî gelek gund hatin valakirin. Dayikên Aştiyê yên ji şer û pevçûnan herî zêde bi bandor dibin li dijî vê rewşê bi bertek  in. Dayikên Aştiyê yên navçeya Gevera Colemêrgê dijîn rola PDK’ê ya di van êrişan de wekî “xiyanet” pênase kirin. 

Êrîş dibin sedema koçberiyê

Dayika Aştiyê Gulşen Yilmaz xwest êrişên hatine despêkirin bi dawî bibin û rawşa Barzaniyan wek îxanetê pênase kir. Yilmaz da zanîn ku êriş dibin sedema koçkirina ciwanan û ev tişt anî ziman: “Ma em ê heya kengî vê zilmê bijîn? Bila êdî ev xwîn bisekine. Bila ciwanên me bêgav nebin ku welatê xwe biterikînin.

Dijî îxanetê em têbikoşin

 Yilmaz, da zanîn ku ew ê  ji bo axa xwe têbikoşin û axaftina xwe wiha domand: “Heke her kesek li dijî şer bibe yek wê şer bi dawî bibe. Divê Barzanî demildest dest ji vê xiyanetê berde û ji xeletiyê paş de vegere. Heke ev xiyanet bidome wê tu kes qebûl neke û ji bîr neke. Em ê li dijî îxanetê têkoşîna yekitiyê bidomînin. 

Kurdistan firotine

Dayika Aştiyê Emîne Engudar da zanîn ku PDK ji berê heya niha di xeta îxanetê de cih girtiye û wiha axivî: “Barzanî û hikûmeta PDK’ê bi awayekî eşkere polîtîkayên dijminatiya Kurdan dide meşandin. PDK’ê tê bêjî qey hemû axa li Herêma Federe ya Kurdistanê firotiye. Bi awayekî eşkere ser Kurdan bazirgahiyê dikin. Em vê îxanetê qebûl nakin.” 

Wê dawiya Barzanî weke Sedam be 

Engudar, destnîşan kir ku li şûna şer divê aştî were axaftin û got: “Tu xêra polîtîkayên şer ji kesê re nîn in. Şer ji mirin û êşê bêhtir tiştekî din nîn e. Ma qey Barzanî ji vê xiyatenê şerm nake. Îro tişta li serê Kurdan tîne dê sibê bi zêdetirîn were serê wî. Wê dawiya hikûmeta Barzanî wekî hikûmeta Sedam be. Yek wekî Sedam jî ewqas dijminatiya kurdan nekir. Tu hêzekî dijminane wekî hikûmeta PDK’ê îxanet li gelê Kurd nekir.” 

 Em vî şerî bisekinînin

Engudar gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Hêzên PDK’ê, ciwanên me yên xwe dispêrin wan deran qetil dike. Tu sûcê Denîz Bulbun hebû ku ew qetil kirin. Ew ji ber Kurdbûna xwe hate qetilkirin. Heya niha dehan Kurd, bi hevkariya PDK’ê hatin qetilkirin. Şirîkê vî şerê qirêj Barzanî ye. Çi ji destê min were ji bo dawîkirina vî şerê qirêj dê bikim. Banga min li gelê  Kurd, Tirk, Ereb, Faris … hemû gelan e; em vî şerê qirêj qebûl nekin û li hember bisekinin.” 

MA/COLEMERG

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.