Girtina rêyan nayê qebûlkirin
Çarşem 15 Cotmeh 2025 - 15:30
- Şêniyên Qamişloyê dan zanîn ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi kiryarên li dijî pêkhateyan û girtina rêyan a li pêşiya welatiyan, mafên sereke binpê dike.
Girêdayî rewşa Sûriyeyê piştî ketina rêjîma Baasê û hatina hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û binpêkirinên ku li dijî pêkhateyan dike, şêniyên Qamişloyê nêrînên xwe parve kirin.
Nihyet Ehmed diyar kir ku ji ber ku rejîma Baasê gelek kiryar li dijî gelên Sûriyeyê kirin, bi ketina wê xelk kêfxweş bû, lê hikumeta veguhêz ew kiryarên ku li dijî mirovahiyê dibûn, berdewam dike û wiha got: “Hikumeta veguhêz dixwaze mafê wan bin pê bike û hemû gelan tune bike, cudahî bixe nava pêkhateyan û tenê sîstema xwe ya ku bi navê Islamê derdixe holê bimeşîne. Êrişa terorîst a ku li dijî Dêra Mar Elyas a li taxa Diwêla ya Şamê hatibû kirin, nîşaneya neqebûlkirina baweriya pêkhateyan e. Kuştin û revandina sivîlan li perava Sûriyê, Siwêdayê û qetlikirina Durzî û Elewiyan ji bo înkarikirin û şikandina îradeya pêkhateyan tê kirin. Divê hikumeta veguhêz xwe biguherîne, heke paşguhkirina pêkhateyan dewam bike, em ê tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî vê derkevin û di nav xwe de qebûl nakin.”
Zozik El Elî destnîşan kir ku hikumeta veguhêz bi armanca derxistina tevlihevî, newekhevî û derxistina nakokiyan di navbera gelan de tev digere û got: “Lê pêwîste em bi yekdest û îradeya xwe ya ji bo pêkanîna aştî û xwişk û biratiya gelan tevbigerin, nehêlin ev sîstem bidome.” ANHA/QAMIŞLO / RÛŞAN EZEM
* * *
Hikumeta veguhêz agirbest binpê kir
Di hefteya yekem a biryara agirbestê ya di navbera QSD û hikumeta veguhêz de çekdarên hikumeta veguhêz 6 caran agirbest binpê kir û êriş pêk anîn.
Wezîrê Parastinê yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di 7’ê Mijdarê de ragihand ku di navbera wan û QSD’ê de biryara agirbestê û rawestandina çalakiyên leşkerî hatiye imzekirin. Biryara agirbestê di civîna li Şamê ku di navbera herdû aliyan de pêk hat, hate destnîşankirin.
Ev hefteyek di ser agirbestê re derbas bûye. Di vê hefteyê de çekdarên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ev 6 carin êrişan pêk tîne. Piraniya êrişan di rojên yekem ên peymanê de pêk hatine.
Di 9’ê Mijdarê de komên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê girê Sîrya Tel û derdora Bendava Tişrînê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çekên giran topbaran kir.
Di heman rojê de QSD’ê ragihand ku çekdarên hikumeta veguhêz li Dêrazorê êrişî noqteyên wan ên li rojhilatê bajar kir. Di encamê de şervanekî QSD’ê şehîd bû û 7 birîndar bûn.
QSD’ê got şervanên wan bersiva çavkaniya êrişan daye û derbe li êrişkaran xistiye. ANHA /NAVENDA NÛÇEYAN
* * *
Îsraîlê cenazeyên Filistîniyan radest kir
Îsraîlê beşa yekemîn ji cenazeyên Filistîniyan radestî desthilata Xezayê kir. Li kêlek wê Îsraîlê Hemas bi “binpêkirina peymanê” tawanbar kir, ji ber ku tenê 4 cenaze radest kirin.
Ajansa “France Press” diyar kir ku di çarçoveya peymana agirbestê ya bi navbeynkariya Amerîkayê de, Îsraîlê cenazeyên 45 Filistîniyên ku di şer de hatibûn kuştin radestî desthilata Xezayê kir.
Xaça Sor a Navnetewî diyar kir ku teslîmkirina tevahî rehîneyên kuştî û girtî wê demekê derbas bike û ev prose bi “astengiyek mezin” bi nav kir, ji ber ku zehmete cenaze di nava kavilên Xezayê de werin dîtin.
Girêdayî wê, piştî Hemasê tenê cenazeyên 4 rehîneyan radest kirin ku bi peymanê re nakok e, Tel Avîvê daxuyand ku wê derbaskirina alîkariyên mirovî li Şerîda Xezayê kêm kiriye û derketina Filistîniyan di deriyê Refah re qedexe kiriye.
Dezgehên ragihandinê yên Îsraîlê diyar kir ku li gele Hemasê agahiyên saxlem ên der barê cihê zêdetirî 10 rehîneyên kuştî hene, lê tenê 4 cenaze radest kirin. Ev yek binpêkirina “peymanê” ye. Îsraîlê zexteke zêde dike ku Hemas qonaxa din a peymanê di çend saetên pêş de pêk bîne. NAVENDA NÛÇEYAN