PDK tenê guh dide dewleta Tirk!

Sêşem 8 Tebax 2023 - 01:59

Li gorî agahiyên ANF’ê ku ji herêmê wergirtine, hêzên PDK'ê bi kepçeyan rê li çiyê çêdikin û ber bi kûrahiya Zapê ve bi pêç ve diçin.

Hêzên PDK'ê li eniya başûrê Zapê jî nuqteyên leşkerî ava kiriye û hewl dide rêyên nû ji dewleta Tirk a dagirker re çêbike. Ji dîmenan eşkere bû ku kepçeyên hêzên PDK'ê li quntara başûr a Zapê rê çêdikin, li nuqteyên cuda bi cih dibin û hêzeke mezin a leşkerî li herêmê bi cih dike.

Hêzên PDK'ê beriya 2'ê Tebaxê hêzeke mezin a leşkerî li navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê bi cih kiribû û ji wir jî hêza xwe derbasî qadên gerîla kiribû.

Hêzên PDK'ê demeke dirêj e yekser piştgiriyê didin êrîşên dewleta Tirk a dagirker û dibe hevparê êrîşên dagirkeriyê. Dewleta Tirk li gelek qadên berxwedanê ji bo karibe li hemberî gerîla bi pêş ve biçe, bi piştgiriya PDK'ê tevdigere. Li gorî agahiyan, hêzên Tirk bi taybetî li Zapê bi nasnameya pêşmergeyan tevdigerin, ji qereqolên malbata Barzanî derdikevin û êrîşî gerîla dikin.

Di 29-30'ê Tîrmehê de PDK'ê piştgirî dabû operasyoan dewleta Tirk a li ser Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya herêma Metînayê. Di daxuyaniya HPG'ê de hatibû ragihandin ku dagirkerên li vê qadê hatin cezakirin, bi alîkariya hêzên PDK'ê ji rêya bejahî ji herêmê hatin birin.

Di daxuyaniyeke din a HPG'ê de ya 30'ê Tîrmehê hatibû gotin, "Artêşa Tirk a ku li hemberî berxwedana hêzên me bêencam maye, bi hevkariya PDK'ê êrîşî hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê ya Metînayê dike û hewl dide li vê qadê bi cih bibe."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.