PDK dixwaze Êzîdîtiyê ji kok rake

Pêncşem 23 Sibat 2023 - 01:13

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzîdî (TAJÊ) li ser revandina jinên Êzîdî li herêmên di bin kontrola PDK’ê de, bi taybetî jî li wargehan, daxuyaniyek da.

TAJÊ´yê bi bîr xist ku ji fermana 3’ê Tebaxa 2014’an ve bi deh hezaran Êzîdî li kampên Başûrê Kurdistanê û mîna dîlgirtiyan ji aliyê PDK’ê ve li kampan têne hiştin.

TAJÊ siyaseta PDK´ê ya li ser mirovên li kampan, weke siyaseteke qirêj bi nav kir û got, “PDK li hemberî jinên Êzîdî siyaseteke bi xerabî dimeşîne, wan ji çand, bawerî û exlaqê wan dûr dixîne.”

TAJÊ´yê got, van salên dawî bi dehan jinên Êzîdî ji aliyê komên ser bi PDK’ê ve hatine revandin û wiha dewam kir: “Heta niha çarenûsa wan nediyar e. Herî dawî careke din li kamp û herêmên Êzîdiyan ên di bin kontrola PDK’ê de 2 jin hatin revandin. Bi dehan mînak hene, lê malbat ji tirsa zext û zora PDK’ê nikarin dengê xwe bikin.

DAIŞ’ê bi darê zorê keç û jinên me ji ol û baweriya wan dûr dixistin. Lê PDK jî bi siyaseta xwe ya qirêj heman tiştî dike. Bi vî awayî keç û jinên Êzîdî ji bawerî û civaka wan qut dike. Dixwaze di şexsê jinan de Êzdatiyê ji kokê ve ji holê rake.”

 

Çareserî vegera li Şengalê ye

TAJÊ got, vegera li warê xwe yanî li Şengalê wê pêşiyê li van êrişan bigire: “Heta miletê me li kampên Başûrê Kurdistanê dîlgirtiyê siyaseta PDK’ê be, wê komkujiyên çandî û exlaqî li dijî wan dewam bikin.”

Di daxuyaniyê de bang li civakê bi taybetî jî jinan hate kirin da ku li hemberî van kirinên qirêj bêdeng nemînin. Di dawiyê de TAJÊ´yê xwest Meclîsa Rûhanî ya Êzîdiyan bêdeng nebe û bi berpirsiyariyên xwe rabe.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.