Kartela malbata Barzanî

Sêşem 9 Çile 2024 - 16:48

Li gorî îdîaya Dr. Kemal Seyid Mihemed li ser hesabê xwe yê facebookê dike, kurê serokwezîrê hikûmeta PDK´ê Mesrûr Barzanî, bi darê zorê û gefan 5 milyon dolar xerac ji xwediyê Majidi Mall a li Hewlêrê, Hac Ehmed standine. Li gorî vê agahiyê, Arîn Mesûd Barzanî, kurê Mesrûr Barzanî, heman taktîkên çavtirsandina dikandar û karsazên din ên li Hewlêr û Dihokê, li ser Hac Ehmed jî ceribandine.

Arîn Mesûd Barzanî nixuriyê Mesrûr Barzanî ye. Beriya niha bi wêneyên xwe yên ecêb ên bezandina hespan bi cîpê, xerckirina fehş a pereyan li welatên weke Mîrnişînên Yekbûyî yên Ereb jî Arîn Mesûd Barzanî di çapemeniya Başûrê Kurdistanê de bûbû rojev.

Li gorî îdîaya ne dûrî aqilan, Hac Ehmed 5 milyon dolar li ser hesabekî bankeyeke Hewlêrê razandiye û paşê ev pere bi rêya dewleta Qeterê, li ser hesabê Arîn Mesûd Barzanî yê li Londonê hatiye razandin.

Li Dihok û Hewlêrê her kes dizane û behsa wê yekê dike, kî dest bi karekî bike, yan jî dikandariyê bike, bi taktîkên weke kartelên mafyayê, malbata Barzanî xwe dike şirîkê wan û xeracê ji wan distîne.     

Piştî ku dahata ji firotina bi dizî û qaçax a petrolê kêm bû, diyar e ku malbat bêhtir û eşkeretir xeracê ji dikandar û karsazan distîne. 

Li gorî Dr. Kemal Seyid Mihemed, ji ber tirsa ku malbata Barzanî dikare wî bide kuştin, xwediyê Majidi Mallê, Hac Ehmed neçar maye xeracê bide Arîn Mesûd barzanî. Di vî warî de jî wî aqûbeta xwediyê sîteya apartimanan “Lebanese village” bi bîr xist. Piştî ku qebûl nekiribû xeracê bide, xwediyê Lebanese village hatibû kuştin.

HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.