Esas tehlûke hikûmeta PDK´ê ye

Sêşem 21 Mijdar 2023 - 23:42

Di civîna bi navê Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn (MEPS) a li Duhokê de ji ber ku kesên weke serokwezîrên berê yên Ingilîstanê Borris Johnson û Tony Blair hatibûn vexwendin û dinya alem dizane ew pereyekî zêde fehş ji bo axaftinê dixwazin, rexne li hikûmeta PDK´ê ya li Hewlêrê hatibûn girtin. Axir hikûmeta ku nikare mûçeyên karmendên xwe bide, karî van pereyên "fehş" bide kesên pêdiviya wan pê nîne.

Lê di rûniştineke doh a forumê de Serokwezîrê PDK´ê Mesrûr Barzanî li ser azadiya çapemeniyê gotinên ji xwe mezintir kirin û got, "Ez hez ji azadiya axaftinê dikim lê ma mafê hebûnê? Em çawa dikarin berê xwe bidin azadiya ferdekî û xwe li azadiya neteweyekî hemûyî kerr û kor bikin?"

Mesrûr Barzanî bi vê yekê rojnamevanên weke Şêrwan Şêrwanî, Gohdar Zêbarî, Qehreman Şukrî û Silêman Ehmed weke tehlûkeyekê ji azadiya "neteweyekî hemûyî" re bi nav kirin. Tevî ku bi siyaseta xwe, wî heta niha pirraniya “neteweyî hemûyî” kiriye tehlûkeyê, bûye sedem ku azadiya wî ji dest bê stendin.

Image

Wekî din Mesrûr Barzanî xwest dane bên pêşkêşkirin ku di dema wî de binpêkirinên mafên rojnamevanan zêde bûne. Li gorî daneyên Navenda Metroyê di sala 2014´an de hejmara binpêkirinên li dijî rojnamevanan 33 bûn, sala 2015´an ev hejmar bûye 173, sala paşê bûye 175. Di çar salên dawiyê de jî bi dorê 231, 385, 353 û 431 binpêkirinên mafên rojnamevanan hatine qeydkirin. Ji ber wê, çavdêrên siyasî hikûmeta PDK´ê weke tehlûkeya esas a li dijî gelê Kurd dinirxînin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.