Hikûmeta di nava hikûmetê de

Şemî 18 Sibat 2023 - 01:26

Dezgeha bi navê Xêrxwaziya Barzanî nehikûmiye ku di sala 2005’an de hatiye avakirin. Ser bi malbata Barzanî ye û li ser navê Mele Mistefa Barzanî ye. Serokê wê kurê mezin ê Mesûd Barzanî, Mesrûr Barzanî ye. Rasterast ji aliyê wî ve tê birêvebirin.

Kar û çalakiyên wê berdewam bi guman û cihê pirsê ye. PDK di nava hikûmetê de li ser asta Iraq û derve bi riya vê rêxistina xêrxwaziyê lobiyê dike û peywendiyê bi rêxistinên cîhanê re çêdike ku hevkariyê, ji derveyî wê nedin ti rêxistinên din ên Herêma Kurdistanê.

 

Weke hikûmetê kar dike

Berpirsên derzgehê îdia dikin ku bi xwe alîkariya darayî ji xêrxwazan û dewlemendan distînin, herwiha alîkariya darayî ji rêxistinên cîhanê bi navê vê dezgehê distînin. Lê, kar û çalakiyên vê dezgehê dişibin kar û çalakiyên hikûmetê, ne rêxistinek xêrxwaziyê. Sedema vê jî hêza wê ya darayî ya heye.

 

Berpirsên hikûmetê reklama wê dikin

Rêxistina bi navê Xêrxwaziya Barzanî, rêxistinek ne hikûmî ye, nabe kar û çalakiyên wê têkelî hikûmetê were kirin, lê berpirsên hikûmetê ya di bin destê PDK’ê de reklam û propagandaya vê rêxistinê dikin û alîkariyê ji xelkê distînin û dibin didin vê rêxistinê.

 

Gelo ev rêxistin van pereyan ji ku tîne?

Ev rêxistin kar û çalakiyê ji hikûmetê mezin dike. Weke mînak, Walîtiya Hewlêrê li ser hebasê xwe yê fermî parve kiriye ku ev rêxistin wê 200 dibistanên li Herêma Kurdistanê nûjen bike, lê gelo ev rêxistin van pereyan ji kûderê tîne heta ku 200 dibistanan pê nûjen bike?

Bi nav ev dezgeh dezgehekî xêrxwaziyê ye, lê bi riya kar û çalakiyên xwe re rasterast xizmetê ji PDK’ê re dike. Beşek ji wan kesên ku di warê xêrxwaziyê de kar dikin, dibêjin ku beşek kêm ê dahatê ji bo xêrxwaziyê bikar tîne û yê din nayê zanîn kuve diçe.

Kar û çalaliyên vê dezgehê li her cihê ku tê kirin, ti hêzekî leşkerî û ewlehiyê pêşî lê nagire, dezgehên leşkerî, ewlehî û hikûmetê xistine xizmeta Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de ne. Gelek caran amûrên hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo karê xwe bi kar tîne.

 

Bi milyaran pere jê re tê veqetandin

Di vê mehê de hikûmeta Iraqê neft ji bo welatiyên Herêma Kurdistanê şand. Lê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî neft ji hikûmetê stand û bi xwe li ser endam û aliyên PDK’ê parve kir. 

Di nûçeyek ku medya PDK’ê parve kiriye, dibêje Barzanî ji bo projeyek dezgehê milyarek û 601 milyon dînar veqetandiye.

Divê bipirsîn, gelo Barzanî ev pere ji ku derê aniye ku ji bo yek projeyê daye vê dezgehê? 

Alîkariyên vê rêxistinê, bi hêsanî li sînoran re derbas dibe, lê PDK ji bo gihandina alîkariya ji aliyê rêxistinên din ve hatine komkirin pirsgirêkan derdixe. Weke vê carê jî rê neda alîkarî bigihîje Rojavayê Kurdistanê bibe.

Nêzîkbûna Derzgeha Xêrxwazî ya Barzanî ya bi dewleta Tirk a dagirkere rûyek din ê karê vê rêxistinê ye. Pirsyar ewe ku nêzikbûna dezgeyê ya li gel dewleta Tirk ger nebe, wê ev dezgeh çawa xwe bigihîne Efrîna ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin?

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.