PDK dîsa bergiriya dagirkeran dike 

În 3 Adar 2023 - 00:56

Hêzên PDK’ê ji bo artêşa Tirk a li Girê Hekarî asê maye, biparêze, li sê bendan baregehên leşkerî ava kirine. Hêzên PDK’ê vê carê jî li Girê Hekarî çû bi hewara artêşa Tirk a dagirker ve. Bi dîmenên bi destê ANF’ê ketîn, diyar dibe ka PDK çawa ketiye xizmeta artêşa Tirk.

Artêşa Tirk a dagirker di 14’ê Nîsana 2022’yan de li dijî qadên Zap, Metîna û Avaşînê yên di nav sînorên Başûrê Kurdistanê de êriş dabû destpêkirin. Li hemberî van êrişan berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê didome. Careke din derket holê ku PDK bi dagirkeran re hevkariyê dike.

Hêzên PDK’ê berê jî lojîstîka diçû ji gerîlayên HPG’ê û YJA Starê birrîbû, li hin deran dor li gerîlayan girtibû, nedihişt ku gerîla tevbigerin, li pêşiya gerîlayan kemîn datanîn û ji bo wesayîtên zirxî yên leşkerên Tirk jî rê çêkiribû. Hêzên PDK’ê vê carê jî li Girê Hekarî çû bi hewara artêşa Tirk a dagirker ve. Dîmenên ANF’ê weşandî, diyar dikin ka PDK çawa ketiye xizmeta artêşa Tirk.

 

Dagirker tenê li wir hene

Berê jî li Qada Tepê Ortê ya Metînayê hêzên PDK’ê tevî wesayîtên zirxî li vir rê, biryargeh û stargeh ava kiribûn. Di Tebaxê de jî PDK´ê di navbera Qadên Berxwedanê yên Girê Hekarî û Girê Amêdiyê bi kepçeyan ji artêşa Tirk re rê çêkiribû.

Gerîlayên HPG û YJA Starê, bi payîzê re li hemberî dagirkeran gelek Operasyonên Şoreşgerî kirin, di 26-27’ê Mijdara 2022’yan de jî li Girê Hekarî derbên giran li artêşa Tirk xistin û nehiştin ew li vir bimîne.

Hingê hêzên PDK’ê çûn bi hewara artêşa Tirk ve. Hêzên PDK’ê li ser vî girî baregehên leşkerî ava kirin. Ji bo ku hêzên gerîla êrişî Girê Hekarî neke, li sê baregehên li ser sê girên cihê, alaya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ya Federe hilda bûn.

Di heman demê de ji bo li hemberî çalakiyên gerîlayan artêşa Tirk biparêzin li baregeha leşkerî ya li Girê Sêdarê ya ku diçe Girê Hekarî jî alaya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ya Federe hildabûn. 

 

Rê ji tankan re çêkir

Li ser çiyayên ber bi Amêdiyê ve jî çeperên PDK’ê hene. Li vê derê berê jî şerên giran qewimîbûn. Li ser çeperên artêşa Tirk a dagirker jî alaya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ya Federe heye. Di Kanûna bihurî de artêşa Tirk hêzên xwe ji ‘Qada Komando’ kişandibûn û piştre guhertineke wisa hatibû kirin.

Girê Hekarî bi qasî 15 kîlometreyan dûrî sînorê Tirkiye û Iraqê ye û li Amêdiyê cihê herî bilind e û ji ber vê jî xwedî girîngiyeke stratejîk e. Bi rêya ku PDK’ê çêkir, Girê Hekarî bi xeta sînor ve hate girêdan. Artêşa Tirk bi vê rêyê tank, wesayîtên xwe yên zirxî û alavên xwe yên leşkerî digihîne heta Girê Hekarî.

Niha li rojhilatê Ava Zê li qada Metînayê bi tenê li Girê Hekarî hêzên artêşa Tirk heye. Hêzên dagirker li hemberî berxwedana gerîla, nekarîn li girên li dora vî girî li ber xwe bidin û hêzên dagirker vekişiyan. Tekane sedema ku PDK li dora Girê Hekarî rêyan û baregehan çêdike ev e ku nehêle gire dawîn ê artêşa Tirk ê li vê herêmê bikeve.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.