Girtina Pêşxabûrê şermezarî ye

Sêşem 28 Sibat 2023 - 00:14

Çarşema borî Heyva Sor a Kurd bi daxuyaniyekê diyar kir ku rêveberiya deriyê Pêş Xabûr (yê li hember deriyê Sêmalka yê Rojavayê Kurdistanê) nahêle alîkariyên mirovî derbasî herêmên wêranbûyî bibin.

Hevseroka Heyva Sor a Kurd Êva Elî di hevpeyvîneke berê de gotibû: “Bêyî diyarkirina sedeman, rêveberiya deriyê Pêş Xabûr nahêle alîkarî derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibe. Ev alîkarî ji aliyê hevkarên Heyva Sor a Kurd ên li derve  û  însiyatîfên gel ên Başûrê Kurdistanê û Ewropayê, însiyatîfên kesayetên welatparêz û Kurd ve hatibûn şandin.”

Der barê mijarê de xelkê Qamişlo nêrînên xwe parve kirin.

Şêniyê bi navê Mehmûd El Hisên ê Ereb, bang li PDK’ê kir da ku ʹʹDeriyê sînor li pêşiya derbaskirina alîkariyan veke. Ji van siyasetên dijminane dûr kevin, ji ber ku xizmeta berjewendiyên mirovî nakin, lê xizmeta berjewendî û siyaseta dewleta Tirk dikin.ʹʹ

 

Vekirina derî êşa erdhejê sivik dike

Ridwan Reşîd Xelef jî got, pêwîstiya herêmê bi alîkariyan heye;“Nabe derî li pêşiya rewşên mirovî bên girtin. Tenê heke hestên mirovî û berpirsyariyê li cem rayedarên PDK´ê tine bin, ev yek dikare biqewime. Vekirina deriyê Pêşxabûr wê bandorên vê erdhejê li ser herêmên wêranbûyî, nexasim ên mîna Efrîn, taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye sivik bikin.”

 

Ev kirinên dijminan in

Koçbera ji Efrînê a li Qamişloyê, Fehîme Mûsa kirinên PDK`ê şermezar kirin û got; “Kirinên wê, yên dijminan in. Herî dawî deriyê sînor li pêşiya alîkariyên mirovî yên ji bo mexdûran girtin. Destekê nedin qetilkirina mirovan û dorpêça li ser herêmê, li şûna wê deriyên sînor vekin.”      

 

Tirkiye fermanê dide PDK pêk tîne

Ebduselam Ebdurehman jî girtina deriyê Pêşxabûrê bi destê PDK`ê, weke sûcekî li dijî xelkê herêmê bi nav kir: “Ev yek, bi hezaran hewcedaran ji alîkariyan bêpar dihêle. Ew ji erdhejê xirabtir e. Em dizanin ku dewleta Tirk dijminê gelê Kurd e, helwêsta hikûmeta Şamê jî diyar e. Lê PDK, tevî ku dizane erdhej çiqas bandor li gelê herêmê kiriye, dîsa jî deriyê Pêşxabûrê digire. Yenî dewleta Tirk çi fermanê bidiyê, wê pêk tîne.”

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.