Barzanî ji AKP-MHP´ê re dişixule

Duşem 20 Adar 2023 - 01:32

Hilbijartinên serokkomartî û parlamenê wê di 14’ê Gulan’ê de li Tirkiyeyê werin li darxistin. Li Başûrê Kurdistanê jî Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bi fermî soza piştgiriya bi AKP-MHP’ê re da.

Divê çarçoveyê de Mesûd Barzanî hîn ji niha ve ji bo piştgiriya AKP-MHP’ê ketiye nava tevgerê. Li gorî agahiyan di çend rojên bihurî de Barzanî hin hevdîtin li gel serokeşîr û kesayetên ku li Bakurê Kurdistanê dijminahiya gelê Kurd dikin, pêk anîne.

Hate zanîn ku Mesûd Barzanî li gel serokê eşîra Jîrkî Tahir Adiyaman û sercerdevan Cemîl Oter civiyaye û daxwaz ji wan kiriye di hilbijartinê de piştgiriya AKP-MHP’ê bikin.

 

Xwestiye hewlên cidî bikin

Her çiqas Tahir Adiyaman piştgiriya AKP’ê û Erdogan dike, lê beşek zêde ji eşîreta Jîrkî piştgiriya HDP’ê dikin û helwêsta wan ji ya Adiyaman cudatir e.

Barzanî di civîna li gel her du kesên dijberê gelê Kurd de ji wan xwestiye ku dengê xwe bidin AKP’ê û Erdogan, her wiha ji wan xwestiye ku ji bo biserxistina AKP’ê û Erdogan divê di nava hewildanên cidî de bin.

 

Barzanî endamê Tifaqa Erdogan e

Di tifaqa AKP-MHP’ê de HUDA PAR a ku dewama Hizbullahê ye jî cihê xwe digire. Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bi fermî tevlî eniya piştevaniya ji bo vê tifaqa bi navê “Tifaqa Komarî” bûye.

Yanî PDK bi vê pêngavê bi awayekî eşkere tevlî eniya dijberê gelê Kurd bûye da ku AKP-MHP û Erdogan di hilbijartinê de bi ser kevin. Ji bona vê yekê jî amadebûna xwe ji bo hemû hevkarî û piştgiriya bi AKP-MHP’ê re ragihandiye.

 

Li Mesîf ofîseke hilbijartinê danîne

Li gorî zanyariyan, Barzanî li Mesîfê ofîsek taybet ji bo kampanya piştgiriya bi AKP-MHP’ê re daniye û heta 14’ê Gulanê, ev ofîs wê bixebite. Her wiha tê gotin ku ji bo vê yekê jî budceyeke taybet hatiye veqetandin.

Li gorî agahiyan, Barzanî di civînê de ragihandiye ku di rojên pêş de ew ê li gel hin serokeşîrên din ên Bakurê Kurdistanê jî bicive û ji wan daxwaz bike piştgiriya AKP-MHP’ê bikin.

Ev ne cara yekem e ku Barzanî û PDK di hilbijartinên li Tirkiyeyê de piştgiriya AKP’ê û Erdogan dikin. Di hilbijartinên bihurî de jî Barzanî bi fermî û eşkere bi derfetên xwe hemûyan piştgiriya AKP’ê û Erdogan kiribû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.