Parêzvanên xeta berxwedanê

Şemî 28 Îlon 2024 - 03:15

  • HPG'ê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir û got: Weke şopdarên hevrêyên xwe yên ku navê xwe li dîroka azadiyê ya gelê me nivîsandine, di şexsê wan de em ê hewl bidin hêjayî şehîdên xwe bin.

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên di kemîna hêzên rejîma Îranê ya li herêma Kotolê şehîd bûn eşkere kir. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya têkildarî şehîdan bi vî rengî ye:"Hevrêyên me Rênas, Hogir û Berxwedan dema ku ji herêmekê derbasî herêmeke din dibûn 19'ê Tîrmeha 2024'an li herêma Kotolê di kemîna hêzên Îranê de şehîd bûn.

Hevrêyên me Rênas, Hogir û Berxwedan weke milîtanên fedaî yên gelê me li her qada ku têkoşiyan bi rengekî hêja temsîliyeta milîtaniya Apoyî kirin û heta nefesa xwe ya dawî dilsozê nirxên azadiyê man ku bi berdêlên giran hatine afirandin. Hevrêyên me Rênas, Hogir û Berxwedan ji qadên welatparêziya xurt a Kurdistanê ji Gever, Cizîr û Mexmûrê tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me bûn, bi sekna xwe ya li nava têkoşînê û kesayetiya xwe bûn parêzvanên xurt ên xeta berxwedanê ya partiya me PKK'ê. Weke şopdarên hevrêyên xwe em ê di nava wê hewldanê de bin ku di şexsê wan de hêjayî şehîdên xwe hemûyan bin. Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe yên şehîd, xelkê welatparêz ê Gever, Mexmûr û Cizîra Botan û gelê xwe yê Kurdistanê re dixwazin. Em soza xwe nû dikin ku ji bo bicihanîna hesreta wan, em ê têkoşîna xwe mezin bikin.

Rêber APO jiyan kirin

Hevrêyê me Rênas ku ewladekî hêja yê xelkê me yê Geverê bû, di nava malbateke welatparêz jidayîk bû. Sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me têgihişt ku fedaîbûn bi tevlîbûna li rastiya Rêber Apo û xeta berxwedanê ya PKK'ê ye, dît ku rêya pêkanîna vê ya herî bi bandor jî karên Hêzên Taybet e. Di sala 2018'an de tevlî Hêzên Taybet bû. Bi taybetî piştî şehadeta xizmê wî hevrêyê me Egîd Civyan, hunera mirovî ya mezin, kesayetiya dîrokî, şoreşgeriya fedaî û rêbaza fermandariyê ya hevrê Egîd Civyan ji xwe re kir mînak. 

Hevrê Hogir weke ferdekî gelê leheng li Cizîra Botan li nava malbateke welatparêz jidayîk bû. Hevreyê me piştî demêk Zanîngeha Gazî ya ku dixwend terikand û tevlî karên ciwanan bû. Du sal di zindanên dijmin de têkoşîna xwe domand. Piştî ku ji zindanê derket tevlî nav rêfên gerîla bû. Hevalê me lêhûrbûnên xwe li çiyê jî dewam kir û cudahiya pêvajoya ku gel û tevger di nav de ye bi raporekê bi vî rengî anîbû ziman: 'Eger weke Rêberê xwe 24 saetan şoreşgeriyê nekin em ê nikaribin ji tinebûnê xilas bibin, nikaribin ji Rêber Apo re bibin bersiv û Kurdistanê rizgar bikin'. Hevrê Hogir jî çawa gihîşt qada ku armanca xwe pêk bîne, bû serketiyê vî şerî, bû navê jiyan û serketina bi ciwanî.

Hevrêyê me Berxwedan  di nava malbateke ji eşîra Goyî a qedîm de li Etrûşê jidayîk bû. Hevrêyê me Berxwedan li dibistana Mexmûrê ya gelê me bi derfetên xwe ava dike, 12 salan dîroka xwe, erdnigariya xwe, edebiyata xwe û paşeroja têkoşîna xwe dixwîne û tecrûbeyeke girîng bi dest dixe. Di sala 2015’an de xwe digihîne çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Berxwedan yê ku li Mexmûrê dest bi meşa xwe ya azadiyê kir û li Bakur û lûtkeyên çiyayên Kurdistanê yên herî bilind domand, bi kesayeta xwe ya xwezayî û taybetmendiyên xwe yên milîtaniya Apoyî ji hemû hevrêyên xwe bû şervanekî azadiyê yê mînak."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Rênas Civyan (Bedran Erîn), li Geverê jidayîk bûye, 19’ê Tîrmeha 2024’an li Kotolê şehîd bû.

Hogir Botan (Şerîf Adlim), li Şirnexê jidayîk bûye, 19’ê Tîrmeha 2024’an li Kotolê şehîd bû. 

Berxwedan Goyî (Rizgar Kara), li Etrûşê jidayîk bûye, 19’ê Tîrmeha 2024’an li Kotolê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.