Parastina jîngehê bûye çandek

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 16 Nîsan 2025 - 02:45

Dema mirov li Hewraman dinêre xwezaya wê ya bedew, av û kaniyên wê yên diherikin, bêhna xwezayê, dîzayna malên wan ên bi keviran hatine çêkirin, lawirên wê yên kûvî û ciwaniya çanda xwe ya cilûbergên Kurdewarî yên rengareng bala mirov dikişîne ser xwe. Beşek ji van ji ber çand û kevneşopiya herêmê û beşek jî parastina jîngeha herêmê wisa kiriye herêm bibe qadeke ya seyrangehê. Salane bi hezaran kes ji ber van taybetmendiyan berê xwe didin Hewraman. Xelkê Hewraman bal kişandin ser vê çand û kevneşopiya li herêmê û parastina jîngeha xwe. Mamostayê olî Ebdulmelîk Seîd got:“Herdu beşên Hewraman ên dikevin Başûr û Rojhilatê Kurdistanê zêdetirî 100 salan saziyek hebû bi navê saziya Jîlayî Melê. Bi hevkariya vê saziyê ji bo jîngeha herêmê cok hatine kişandin û herêm hatine avdan. Hewremanî girîngî bi jîngeha jin û jiyanê dane. Seîd destnîşan kir ku eger jîngehek paqij ya wan heye ev ji çandeke ku ji bo wan maye ye. Seîd anî ziman ji bo herêmê berên xwezayî yên herêmê ji bo dîwar çêkirinê bikar tînin û dîsa zêdetirê xwe berhemên herêmî ji bo jîngeha herêmê xirab nebin bikar tînin.”

Rola jinan girîng e

Mamostayê Zanîngeha Helebce Rewzwan Yalanpêy jî got:’’Parastina jîngehê tê wateya çareserkirina derman û derûniya xwe. Ji dîrokê xwe jînge ji bo Hewremaniyan xwedî taybetmendiyeke diyare. Bi taybet rola jinê ya di parastina jîngehê de mezine. Jin di hejînkirin û avdanîkirina baxçeyên malan û çandina daran de xwedî role. Ji bo wê parastina jîngehê ji aliyê Hewramaniyan ve weke çand û mijareke hûnerî ye.” Çalakvanê Jîngehê Subhan Hisên jî got: “Her Hewramaniyek kevirek dane ser hev, li pêşiya wê darek diçîne. Xweşiya jîngehê, kanî û çem, lawirên kûvî û balinde tevlî çanda me bûye û emê tim vê biparêzin. Li herêmê hikûmet dibe ji bo geş û seyranê avahî lê bikin û navendan ava bike, lê divê bi amûr û berhemên ji derve neyên çêkirin. Ji ber ku ev yek wê xwezaya herêmê bidin guherîn. Divê di karanîna van avahiyan de berhemên herêmî bên bikaranîn ne ji derve bên kirîn.”

ROJNEWS/HEWRAMAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.