Tembûr yek ji amêrên mûzîkê ye ku di nava Kakayiyan de pîroze. Di merasîm û îbadetên xwe de bi taybet tên lêdan. Kakayiyên Helebceyê jî komeke tembûrê taybet avakiriye. Endamên komê dibêjin; “Tembûr li nava baweriya Yarsanî pîroze û resentiya gelê Kurde, divê bê parastin.”
Nêzî 14 sale li Helebce Kakayiyan komeke tembûrjenî avakiriye bi navê ‘Hewarî Şinrewêyî Kakayî’ hatiye avakirin. Salane tevlî merasîmên taybet yên xwe, dîsa tevlî merasîmên sînorên parêzgeha Helebce, herêmên din ên Başûrê Kurdistanê dibin. Di van merasîman de stran û sirûdên ayînî yên Yarsanî distirin.
Endamên Koma derbarê karê xwe û hunera xwe de axivîn.
Amûreke girîng û pîroz
Tembûrjen Raber Bûrhan têkildarî pîroziya tembûrê ya di nava baweriya wan de û got: “Tembûr amûreke gîrîng û pîroze di nava baweriya Yarsanî û bi taybet di nava Kurdan de. Di merasîmên xwe de dijenin. Kurd divê bi vê amûrê serbilind bin. Heta ji me bê emê hewl bidin vê çandê winda nekin.”
120 xwendekar hene
Raber Bûrhan destnîşan kir ku gelek meqamên tembûrjeniyê heye û got: “Hem dikare bi yek kesî û hem jî komî bê lêdan. Kom divê amaderiyê wê berê bê kirin. Weke herêma Helebce li vê navenda fêrkirinê, zêdetirî 120 tembûrjen tên perwerdekirin. Ji bo merasîmên taybet em pir baş xwe amade dikin. Proje li ser dadinin.”
‘Mîrasa Kakayiyan e’
Têkildarî girîngiya hunerê jî Raber Bûrhan ev gotin kir: “Hûner di nava mirovahiyê de pir girînge. Baweriya Yarsanî jî di hûnera borî de jî xwedî girîngî ye. Di nava baweriyan de amêra mûzîk û tembûrê pir rengî heye. Nimûne; her zarokek ji dayîk dibe fêrî lêdana tembûrê tê kirin. Ev cûre amûre di nava baweriya Yersaniyan de pîroze. Ji bo wê di nava merasîmên ayînî de tê bikaranîn. Wate mîrateyeke me ya Kakayiyane.”
Nîşaneya Kurdewariyê ye
Jina bi navê Minîre Mehmûd jî ku di nava komê de cih digire destnîşan kir ku ji dîrokê ve di merasîmên xwe yên olî de tembûrê lê didin û got: “Tembûr amêreke kevin a resen ya Kurdewariyê ye. Bi hatina baweriya Yarsanî re ev amûr heye. Nîşaneke Kurdewarî ye, me aniye derve ji bo cîhanê bidin nasîn.” Minîre Mehmûd anî ziman ku tembûr li gel wan pir pîroze û li hemû malan heye û tê lêdan.
Hêjayî bibîrxistinê ye Tembûr amûreke ya mûzîkê ye bi taybet bi ayîna Yarsanî yên li herêmên zêdetir Kurd lê dijîn yên Rojhilatê Kurdistanê tê lêdan. Dîsa li Başûrê Kurdistan li Helebce û Kerkûkê deverên Kakayî dijîn tê lêdan. Kakayî bi salane vê amûrê diparêze.
ROJNEWS/HELEBCE