- Hunermend Bekir Ehmedawa destnîşan kir ku hunera Siyaçemane rû bi rûyê metirsiya tinebûnê ye û divê ev huner bê parastin. Ehmedawa got: “Siyaçemane cewhera hunera Kurdistanê ye û divê bê parastin.”
Hewraman yek ji deverên diyar li ser Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bûye dubeş cihê xwe digire. Herêmeke bi ziman, çand, huner, cilûberg û avahîsaziya xwe ji temamê deverên din cuda ye. Bi van taybetmendiya xwe Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Perwerde, Zanist û Çandê (UNESCO) Hewraman xiste lîsteya mîrasê çandî yê cîhanê.
Li gel taybetmendiyên xwe yên diyarker xwedî meqameke taybet a stran gotinê ye. Heman demê Hewraman bi Siyaçemane yan jî Siyawçemane tê nasîn jî.
Hunermendê naskirî yê Hewremanê Bekir Ehmedawayî li ser karê hunerî û hunera Siyaçemane axivî. Bekir Ehmedawayî xwedî 20 stranên Hewramî ye û derhênerî ji bo 2 stranên siyaçemane re kiriye. Bekir Ehmedawayî ji salên 1990’î ve dest bi strandina helbestan kiriye û got: “Heta hêza min têrê bike ezê bistirim û dev ji hunerê bernadim.”
Hunermend Bekir Ehmedawayî têkildarî şêwazê strîna Siyaçemane ev got: “Siyaçemane şêwazeke taybet ya strîna hunerê ya herêma Hewramane. Heman demê hunereke resenî ya Kurdî ye. Li gel şêwazê Hore, Lawik û Heyranî tê gotin. Dikarim bêjim Siyaçemane yek ji şêwazê hunera herî giran ya cîhanê ye jî. Dema Hewraman hatî avakirin Siyaçemane jî derketiye û dewam dike.”
Siyaçemane yan jî ‘Çemê Reş’
Li ser dîroka Siyaçemane hunermend Bekir Ehmedawayî diyar kir ku berî niha Siyaçemane bi gatayên Zerdeştî hatiye gotin û wiha domand: “Hinek welatî hebûn cil û kumê reş li xwe dikir yan jî kefî pêçane li serê xwe. Ew kesên ku cemedanî girêdane ji bo wan gotine ‘Siyacamadane, Siyacamane, Siyawçemane, Siyaçemane’ bi vî rengî nav, şêwe girtiye. Di roja me ya îro de jî bûye Siyaçemane. Hinek dîroknas jî dibêjin; ‘Siyaçemane tê wateya Çemê Reş, dema werza Peyîzê dar û pel diwerin. Siya tê wateya reş, çem jî tê wateya avê’.”
‘Siyaçemane zêdetir li dîwanxaneyan hatiye gotin’
Hunermend Bekir Ehmedawayî qala gotina Siyaçemane û hunermendên ku ew gotine kir û got: “Di dema Mame Elî, Heyer, Heme Cafer û Reşe Xulam de bi şêwazekê Siyaçemane gotine. Ne weke şêwazê niha bûn. Mama Heme Hisên, Osman Hewramî, Sebah Hewramî û Qurbanî Xalidî û hinek hunermendên din karîne çarçêwe û yasayek ji bow ê ava bikin. Hemûyan dizanî Siyaçemane kîjane û ji hev cuda bikin. Ji bo xelkê dizanî daxwaza şêwazê kîjan Siyaçemaneyê ji hunermend bike. Siyaçemane zêdetir li dîwanxaneyan hatiye gotin. Qet li nava stodyoyê nayê gotin. Divê li nava civatê bê gotin.”
Bekir Ehmedawayî anî ziman ku Siyaçemane du beşe û wiha pêde çû: “Siyaçemane ya bilind û hişk. Dema xwe ev bi dengê bilind hatiye gotin. Bi strana Siyaçemane bi dengê bilind bangî hev dikirin. Bi taybet li dema çiyan û newalan hev bibînin. Beşa din jî Siyaçemane ya pêle. Cûreke stranana bi mezinbûna pêla hunermendan re derketiye. Gelek ton têde heye. Ji bo vê dibêje Siyaçemaya derveyî wate dişibe pêlên çeman.”
‘Li gel Siyaçemane mûzîk nayê bikaranîn’
Hunermend Bekir Ehmedawayî anî ziman ku pir hurmend nikarin saetek li ser hev bistirin û got: “Hinek deman mûzîk jî li gel tê bikaranîn. Lê pir mûzîk li gel Siyaçemane nayê bikaranîn. Gelek hunermendan hewl dane mûzîkê li gel bikar bîne, lê nekarîne serbixin. Mûzîk ji awaza wê pir dûre.”
‘Metirsî li ser guherîna şêwazê û tinebûna wê jî heye’
Hunermend Bekir Ehmedawayî bal kişand ser metirsiya tinebûna û guherîna şêwazê stranên Siyaçemane û ev got: “Her diçe ev hunere tine dibe. Ji ber hunermend girîngî êdî bi madî û pere dide. Hinek hunermend hene nizanin stranên Hewramî. Yên dizanin Siyaçemane bistirin jî ji ber temenê xwe yên mezin her diçe kêm dibe. Pir hunermendên kêm mane bi vî şêwazî distirin. Piştî ev kes ji nava me biçin kes namîne vê hunerê bidomîne. Eger di nava kasetên hatin tomarkirin de bimînin û bên parastin. Min bi xwe 118 stranên Siyaçemane kom kiriye. Heta ez hebim wê di nava mala me de bimîne. Dibe piştî min zarokên min bêjin ev çiye? Ji ber ku din ava welatê me de girîngî bi vê şêwazê û Siyaçemane nehatiye dayîn.”
‘Siyaçemane cewhera Kurdistanê ye divê bê parastin’
Bekir Ehmedawayî destnîşan kir ku divê aliyên peywendîdar ne tenê li Hewraman divê li hemû Kurdistanê temamê arşîvanê hunerî yên mezin yên li Kurdistanê hene biparêzin û got: “Rêveberya Rewşenbîrî ya Hewraman heye, girînge ku me tevan li hev kom bike. Mixabin tiştek nekirye. Giringe li Hewreman navendeke ya hunerî ji bo şano, stran û hunerî hebin. Straneke me heye carekê Osman Hewramî gotiye û heta niha nehatiye weşandin. Divê hunera Siyaçemane bimîne û bê parastin. Bê arşîvkirin. Siyaçemane cewhereke welatê Kurdistane.”
ROJNEWS/HEWRAMAN