Rengîniya Hewramanê xêz dike

Nûçeyên Çand/Huner

În 24 Çile 2025 - 00:42

Mehdî Xefûr tevî temenê xwe jî dev ji hez û hobiya xwe ya zaroktiyê ne berdaye. Bi rihek zindî di dema ku karên wî neyî de, rengînî û xweşiktiya Hewramanê li ser tabloyên xwe dineqşîne.

Li bajarokê Xurmal ê ser bi navçeya Hewraman a girêdayî parêzgeha Helebceyê, di malekê de rengînî û xweşiktiya Hewraman û xwezaya wê li ser tablo û dîwaran tê neqişandin. Di vê malê de Mehdî Xefûr tevî ku bi temene jî bi qelem û firçeya xwe dev ji hezkirin û hobiya xwe ya di zarokatiyê de ne berdaye. Der û dîwarê mala xwe bi rengîniya Hewramanê pêçaye.

Mam Mehdî xelkê gundê Palanya yê Hewramanê ye û 60 saliye. Li ber tabloyek xweza û çiyayek li ser neqişandî, Mehdî Xefûr ji Rojnews’ê re axivî û got: “Dema min dibistana seretayî dixwend bala min li ser xîzkirina wêneyan hebû. Gelek caran min wêneyên dibistana xwe xêz dikir. Ji wê demê ve hezkirina min ji şêwekariyê re heye. Tabloyên min niha xwezaya Hewramanê îfade dikin.”

Bi wêneyan aram dibim

Mehdî Xefûr dibistana amadeyî ya pîşesaziyê ya Helebceyê û li tu peymangeh û zanîngehekê nexwendiye ku fêrî xêzkirinê bibe. Tenê dildarî û hezkirina wî ya ji zarokatiyê ve hiştiye ku di vî temenî de hunera xwe bidomîne.

Wek bi xwe dibêje her gava ku karek wî nebe, li malê tabloyek ya xwezayê xêz dike û wiha anî ziman: “Dema wêneyek çêdikim pê gelek aram û keyfxweş dibim, lê nizanim xelk çiqas pê razîne. Dema kesûkarên min serdana min dikin, ger tabloyek bi dilê wan hebe li gel xwe dibin. Wekî din, ez gelek caran ji xwendekaran re tabloyan çêdikim û alîkariya wan dikim ku tabloyên ku ji wan tê xwestin çêbikin.”

ROJNEWS/XURMAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.