Kevneşopa hezar salî: Cejna Pîr Şalyar

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 31 Çile 2025 - 02:30

Nîqaşên cuda hene li ser kesayetiya Pîr Şalyar an ‘Pîr Şehryar’.  Li gorî hin jêderkan navê wî Xwedadadê kurê Camasp e. Wek Pîr Şalyarê Hewramanê navdar e. Ew yek ji pîrên herî mezin ê peyrewên dînê Yarsanî ye. Pîr Şalyar di 1006’ê zayinê li Hewramanê jidayîk bûye. Di dema ciwaniya xwe de berê xwe daye Loristanê û çûye ba Şahxoşînê. Sê salan li wir maye û dû re li ser daxwaza Şahxoşînî vegeryaye Hewramanê û bangxwaziya bîr û baweriya Yarsaniyê kiriye. Di sala 1098’ên zayinî wefat kiriye. Ahenga Pîr Şalyar ku hewramiyan bi xwe jê re dibêjin: ‘Zemawenû Pîrî’ du dem û du pajin ango nîvê zivistan û nîvê biharê. Nêzî hezaran sale xelkê Hewreman Cejna Pîrşaliyar pîroz dikin ku yek ji 99 pîrên binav û deng ê Hewreman li serdemê Ola Zerdeştî ye. Xelk di nava 3 rojan de gelek çalakî û pîrozbahiyan lidar dixin û Cejna Pîrşalyar pîroz dikin. Li gorî hinek çavkaniyan vê ahengê vedigerînin daweta zewaca Pîr Şalyar û Bihar Xanima Şahzadeyê Buxarayê ku Kurdên Hewramî her sal ji bo bîranîn û pîrozkirina wê, aheng, stran, hûzan(şîîr), govend, defjenîn, sirûd û gotinên olî vê cejnê pîroz dikin û bi bîr tînin. 

Li Hewramanê cejna Pîr Şalar

Niqaşên cur bi cur li ser navê Hewramanê hene lê piranî peyva Hewramanê ji du pajên ‘hûra’ anku ‘ahûra’ û ‘man’ê ango der, mal, welat pêk tê. Welatê ahûrayî û welatê pîroz û welatê rojê. Hûr an xûr û xor ango roj û tav. Hin ji dîroknasan dîroka vê cejnê vedigerînin hezar sal berê û hinek din jî vedigerînin zêdetirî hezar sal berê. Di vir de baştir xuya dibe ku peyva ‘Pîr’ bê sedem neketiye nava rêbaza sofîgeriyê û ev asta pîrîtiyê asta serfiraziya rêwîtiyeke dûr û kûr a rewşenî û ronahiyê ye.

Ronahiya Mîtra û eşq, ronahiya dûrketin ji nefamî û nezaniyê. Ew xwedî pêgeh û wateyeke kûr a Kurdistan û Zagrosê ye. Peyva ‘pîr’ hêmaya pakî, ronî û behayî ya xwezaperwerî û xwedaperestî ye. Ew di zêhn, ruh û çanda Kurd û Hewramiyan de dijî. Hewraman xwedî, huner, kinc, xwarin, muzîk, fikir, bawerî, çandên taybet in. Mêrên wê rank û çoxe, mişkî, ferencî û jinan jî canî, kulince, şal û şedeyên rengal dipoşin.

Li gorî tê riwayetkirin Pîrşalyar pîrekî ruhanî û xudanas bû. Her wiha yek ji kesên heskirî yê serdema pêxember Zerdeşt bû, ji aliyê gelê Hewraman ve rêzek mezin jêre tê dayîn. Hêjayî gotinêye ku pirtûka wî nîşana kesên biyanî nadin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.