Hemberî mêjiyê ‘xenîmetê’ hişyar bin
În 13 Hezîran 2025 - 03:35
- Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Mîrxan Karker diyar kir ku divê civak li hemberî wan kesan hişyar be olê bi kar tînin û got:"Gelê me divê li hemberî yên ku mal û milkê gelê me weke xenîmetê dibînin, xwedî li nirxên xwe derkeve."
Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Mîrxan Karker li ser Selefîtî û Îslama Desthilatdariyê ji ANF'ê re axivî û got:"Desthilatdarî Îslamê bi rengê selefî pênase dike. Divê mirov bala xwe bidin ser dîroka vê yekê. Dîroka wê digihêje heta Hz. Mûhammed; xwe weke sahabe, tabiîne pênase dikin. Lê belê rabirdûya xwe digihêje heta Îbnî Teymiyye; dema ji sala 1200'î heta 1300'î. Îbn-î Teymiyye ji Heranê ye. Di dema Mogolan de fikrên wî diafirin. Piştî ku Îngiliz tên Rojhilata Navîn hin îdeolog derdikevin holê; Mûhammed bîn Abdulvehhab, Cemaleddîn Afganî, Mûhammed Abduh û Seyyîd Kutub bingeheke îdeolojîk datînin. Ev bi sê beşan dabeş bûne; Vahhabî, Cîhadî û Selefî. Di vê demê de rêxistinên weke Boko Haram, Îhvani Muslîm, El Qaîde, DAÎŞ û Hîzbul-Kontra têne naskirin, Ûsame Bîn Ladîn û Ebûbekir Bagdadî ji xwe taktîkên şer bi kar anîn. Herî dawî Abdullah Azzam diyar kir ku divê doktrîna şer çawa bê meşandin. Rêbertî ev metirsî zû dît û hişyarî da. Ji ber vê yekê jî rehê Îslama Demokratîk afirand. Rêbertî Peymana Medîneyê kir bingeha vê yekê. Peymana Medîneyê, avakirina aramiya mirovên din di navbera ensar û muhaciran de hate kirin. Piştre dema ku desthilatdariya dewletê rû da, ji bo parastina civakê fikrên cuda derketin holê. Tasavvûf û Tarîqat di vê demê de ava bûn. Kesên weke Îbnî Arabî, Hallaci Mansûr, Fahreddîn Razî li hemberî dewletê bingeha parastina civakê bi xwe danîn. Ji xwe li Kurdistanê ev rewş bi rêya medreseyan bi pêş ket. Mînak Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Melayê Batê; piştre Şêx Ubeydûllah Nehrî û Şêx Seîd rabûn." Mîrxan Karker anî ziman ku 2 kesan rê û rêbazên şerê Selefî diyar kirin û got:"Yek jê Îbnî Teymiye ye. Îbnî Teymiyye dibêje, 'Qezenca herî helal xenîmet e'. Li Rojhilata Navîn ev rewş li pêş çavên her kesî qewimî. Dest danîn ser mal û milkên mirovan; li Şengalê jin dîl girtin û li bazarên koleyan firotin. Ya duyemîn jî êrîşên bombeyî ye; teqandina bombeyan li nava gel e. Mînak li Amed, Riha, Enqereyê êrîşên bombeyî kirin. Bingeha vê jî ji aliyê Abdullah Azzam ve hate danîn. Abdullah Azzam civakê bi du rengî pênase dike: Yek Daru'l Harb, du Daru'l Îslam. Li cihê ku qanûnên Selefiyan derbas nabin Daru'l Harb e. Ji ber vê yekê Abdullah Azzam dibêje 'Jin jî zarok jî, extiyar jî hemû kafir in'. Ji ber vê yekê dikare bikeve nava wan û çalakiyê bike, hemûyan bikuje'. Zarokên di ser 9 salî, ji bo xwe weke cariye dibînin. Lewma jin dîl girtin, xistin qefesan û firotin. Ûsame Bîn Ladîn, Ebûbekir Bagdadî, Hîzbul-Kontra li ser vê bê exlaqiyê şer kirin. Quranê li gorî xwe şîrove dikin, dibêjin 'Ev ji bo me helal e'. Selefiyên li Kurdistanê û li derveyî Kurdistanê her tim Tevgera Azadiyê weke kafir û murted dîtine. Şerê li hemberî me jî weke şerê herî pîroz pênase dikin."
Dijminahiyê li civakê dikin
Mîrxan Karker destnîşan kir ku di felsefeya tevgera wan de feraseta 'pariyek, hirkayek' heye û diyar kir ku ev yek felsefeya cewherî ya Îslamiyetê ye û got:"Mînak şoreşgerekî me, gerîlayekî me ji bilî çeka xwe tiştekî xwe nîne. Tiştekî ji bo xwe, yan jî malbata xwe nake; têkoşîna xwe hemû ji bo civakê ye. Nirxên ku em dijîn û didin jiyîn Îslamiyeta Demokratîk ava dikin. Em ne berjewendiyên şexsan, lê berjewendiyên civakê ji xwe re dikin esas. Yên ku olê bi kar tînin jî bi temamî dijminatiyê li civakê dikin. Rêbertî qala jiyana weke derwêşan dike û mînakên van hemûyan ji dîrokê werdigire. Kî dibe bila bibe; dîroka Îslamê dike çavkanî. Mînak derwêş çawa jiyan? Mal û milk nedan ser hev, felsefeya wan bi temamî 'pariyek, hirkayek' bû."
Xwedî li nirxên xwe derkevin
Mîrxan Karker got:"Civaka me divê xwedî li cejnên xwe, li nirxên xwe xwedî derkeve. Mînak nikarin biçin goristanan û Fatîhayekê bixwînin. Halbûkî şaxê darekê bikeve goristanê kes wî şaxî ranake; ji ber ku pîroz e. Civak çima Mewlûdê pîroz dibîne? Ji ber ku ew bi zimanê civakê hatiye nivîsandin, ji ber vê yekê bi xweşiya civakê diçe. Divê civak xwedî li aliman derkeve, kevneşopiya 12 aliman dewam bike. Her wiha divê felsefeya Rêbertî ji xwe re bike esas, pirtûkên wî bixwîne. Cîhanê bişopîne, Selefiyan teşhîr bike. Bi taybetî yên ku bi vê meseleyê zanin divê Îslama Demokratîk bi pêş bixînin. Ji ber ku Îslama Desthilatdariyê ne tenê li hemberî me, ne tenê li hemberî Kurdan her wiha ji bo her kesî metirsî ye."
BEHDÎNAN