Li benda mizgîniya vegerê ne

Şemî 7 Hezîran 2025 - 03:25

Piştî berxwedan, têkoşîn û hêviya 7 salan a vegera ewle, lê koçberên Efrînê careke din piştî êrişa 29’ê Mijdarê ya li ser Til Rifet û Şehbayê, Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê bi armanca pêşîgirtina komkujiyan biryara veguhastina gel a ji bo herêmên ewle da. Li ser biryarê di 2’yê Kanûnê de dest bi veguhastina gel a ji bo herêmên Rêveberiya Xweser hat kirin. 

Gelek koçberên Efrînê li bajarê Hesekê bi cih bûn. Koçber têkildarî hêviya wan a vegera ewle axivîn. Ehmed Mihemed diyar kir ku ev 8 sal e ji Efrînê koçber bûye. Piştî ewqas zehmetî û koçberî careke din ji Şehbayê jî koçber bû û berê xwe da herêmên Rêveberiya Xweser û di dilê wan de tenê êşek heye, ew jî Efrîn e û got:"Tevî hemû zehmetiyan û êşan tenê hêviyek me heye, ew jî vegera li Efrînê ye."

Ezidîn Elo jî got:"Bi hatina her cejnekê re em gelekî diêşin. Me beriya her kêliyên ku me li Efrînê dijiya kiriye. Ev cejn jî hat û 8 sal in em naçin ser gora dayîk, bav û zarokên xwe ev jî gelekî zehmet e. Tevî hemû êşên me jî em kêfxweş bûn ku esîr hatin berdan. Lê li Efrînê hîna kiryarên li dijî mirovan û xwezayê didomin. Hemû darên Efrînê dibirin û dişewîtin û kiryaran li dijî şêniyên resen dikin. Edî kiryarên wan li dijî miriyan in jî. Gorên zarokên me yên şehîd û dayik û bavên me xirab kirin. Bi navê îslamê jî bang dikin. Ev ne îslam e, yê ku îslam be divê di dilê wan de rehm û hezkirin hebe. Hêviya me, em vegerin  Efrînê. Vegera me wê bi serbilindî be û bi saya hêza QSD û HRE'yê be."

Zekeriye Şêx Mihemed jî got:"Dewleta Tirk a dagirker em ji malbat û hevalên me veqetandin. Her yek ji me niha li bajarekî ye. Cejn êdî ne cejn e, lê rojeke din a xerîbî û hesretê ye. Xwezî ew cejn vegere û em dîsa li malên xwe bin, em bi malbatên xwe re wek berê kom bibin, em vegerin malên xwe û deriyên xwe ji mêvanan re vekin. Em dibêjin ku Rêxistinên navnetewî divê bi erkên xwe rabin û koçber bi awayekî ewle vegerin Efrînê."

Şêx Mihemed destnîşan kir ku tevî dijwariya koçberiyê û êşên rojane, koçberên Efrînê yên li bajarê Hesekê bi hêviya vegerê dijîn. Ew tenê mafên xwe yên xwezayî dixwazin ku bi aramî û ewle vegerin malên xwe, cejnan di nava dîwarên malên xwe de, li gundên xwe û di nava xizmên xwe de pîroz bikin.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.