Hewraman yek ji deverên herî giring ên parêzgeha Helebceyê ye ku herî zêde geştyar berê xwe didinê. Li deverên geştyariyê yên Helebceyê jî, piraniya dikan û xwaringehan ji hêla jinan ve têne birêvebirin û hunerên destan û xwarinên Kurdî bi geştiyaran didin nasîn.Yek ji wan jinan jî Suham Ebas e. Suham ji Hewramanê ye û heşt salin xwendina xwe qedandiye. Lê ji ber nebûna derfetên kar ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, wê bi xwe derfeta kar ji bo xwe peydakiriye. Suham li seyrangeha Zelmê dikanek ya çêkirina xwarinên Kurdî vekiriye. Hem geştyarên Kurd hem jî geştyarên Ereb, serdana dikana Suham dikin. Ew di sala 2017’an de ji Zanîngeha Selahedîn mezûn bûye. Piştre dibêje divê wek jinekê karek ji bo xwe dabîn bike û bi xwe li ser lingên xwe bisekine. Suham li gel xwarinên Kurdewarî, berhemên herêmê yên weke gozên Hewramanê, qeysî, mewîj, tirî, ava hinarê, ava tûyan û gelek tiştên din bi geştyaran dide naskirin. Suham Ebas dibêje:“Ez bi karê xwe pir keyfxweşim û ez her roj bi geştyarên Kurd û Ereb re mijûl dibim. Daxwaza geştyaran li ser berhemên herêmî pir zêde ye. Jinên Hewramanê di hilberîna berhemên herêmî de xwedî jêhatinin. Tevî bêkariyê jî, jinan bi xwe bi fikir û ramanê xwe karên xwe sazkirine. Civak tenê ji aliyê mêran ve nayê birêvebirin. Cihên ku jin lê dixebitin paqijtirin.”
ROJNEWS/HEWRAMAN