Li Çinarne berhevkirina simaqê

Şemî 9 Tebax 2025 - 02:45

Bi hatina werza simaq komkirinê re, cotyarên devera Merge û bi taybet cotyarên gundê Çinarne li bajarokê Bingird ya ser bi navçeya Dukan a Silêmaniyê dest bi berhevkirina berhemên xwe dikin. Ne tenê nirxê wê li bazarê başe, bûye yek ji karê paletiya bi hev re ya li navçeyê. Cotyarê gundê Çinarne Newzad Resûl bal kişand ser dîrokçeya hilberîna simaqê ya li herêmê û got:“Berhema simaqê xwedî dîrokeke kevne û heta roja îro hatiye. Divê kes wê biçîne. Nayê bîra min ku me çandî, bi rengekî xwezayî şîn û zêde dibe.” Cotyar Newzad Resûl anî ziman ku berhema simaqê zû mezin dibe û baxçeyek çend dar hebin, di nava salekê de pir şitlên nû şîn dibin.” Yek ji taybetmendiyê komkirina simaqê ewe ku bi paletî kar tê kirin. Li ser vê yekê Cotyar Newzad Resûl ev got:Di komkirina vê berhemê de ruhê hevkariyê heye. Bi taybet li devera Merge û gundê Çinarne ev rêbazê paletî pir li pêşe. Daxwazeke mezin li ser simaqê heye û tama wê jî pir cuda ye.” Xwediyê baxçeyê simaqê Araz Resûl bal kişand ser cudahiya simaqê û berhemên din ên tirş yên li bazarê û got:“Simaqa me xwezayî ye, ne weke cûreyên din yên tirşiya li bazarê ne. Tama wê cuda ye û xwestekek zêde li ser heye. Di demeke kurt de tê firotin. Çavkaniya debara jiyaneke başe ji bo herêmê. Simaq li hemû deverê nîne, li hinek deverên diyar hene. Di nava 15-20 rojan de tê firotin. Dahateke baş ya wê jî heye.” Hêjayî bibîrxistinê ye salane 15-20 ton simaq ji devera Merqe tê berhemanîn.

ROJNEWS/DUKAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.