Kelecana cejnên berê nîn e

În 6 Hezîran 2025 - 02:55

Her çiqas liv û tevgera Cejna Qurbanê li navçeya Sûrê hebe jî lê welatî dibêjin ku ew kêf, xweşî û kelecana cejnên berê nameye û ji ber giraniyê bi gilî û gazin in.

Bi hatina Cejna Qurbanê re sûk û bazar jî bi liv û tevger bûn. Li navçeya Sûrê ya Amedê bi hatina cejnê re seranserî Cadeya Gaziyê bi liv û tevgera welatiyan tije bûye. Li aliyekî li ser cadeyê cil û berg û şekir hatine danîn û li aliyekî jî sirkulasyona welatiyan balê dikişîne ser xwe. Her çiqas ber dikanan û ser cadeyan bi kelûpelên cejnê xemilî bin jî lê mirov destvala diçin û tên û ji ber bihabûnê û giraniyê bi gilî û gazin in.

Welatî û dikandar axivîn û diyar kirin ku kêf, xweşî û kelecana cejnên berê nemaye û ji ber krîza aborî ew nikarin pêdiviyên xwe yên ji bo cejnê jî bikirin. Dikandar jî û welatî jî bi gilî û gazin in û diyar dikin ku welatî niha nikarin ewqas cil, şekir û şîraniyê bikirin. Dikandar dibêjin ku ji ber giraniyê mîna berê ew nikarin tiştan bifiroşin. Welatiyan jî anî ziman ku ji ber krîza aborî heye ew nikarin pêdiviyên xwe bikirin.

AW/AMED 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.