Cejn bi şehîdan destpê kir
Şemî 7 Hezîran 2025 - 03:45
Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Cejna Qurbanê di saetên serê sibehê de gorên şehîdan ziyaret kirin.
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana pakrewangehên Şehîd Xebat Dêrik a li Dêrikê, Şehîd Dilşêr a li Tirbespiyê, Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişloyê, Şehîd Îsamîl a li Amûdê, Şehîd Dijwar a li Hesekê, Şehîd Rustem Cûdî ya li Dirbêsiyê, Şehîd Dicle ya li Kobanê, her wiha pakrewangehên li Til Temir, Reqa, Dêrazor, Şedadê, Tebqa û Helebê kirin. Tevî malbatên şehîdan, şandeyên rêveberiyên xweser, nûnerên rêxistinên jin û ciwanan, hevreyên şehîdan, şervanên YPJ, YPG û Hêzên Ewlekariya Hundirîn gorên şehîdan ziyaret kirin. Şêniyên dema derbasî pakrewangehan dibûn, ji aliyê endamên meclisên malbatên şehîdan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şervanên hêzên leşkerî ve dihatin pêşwazîkirin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî bi armanca ku cejn bi ewle derbas bibe ji hefteyekê ve tedbîrên parastinê xurt kirine. Girese gul danîn ser gorên şehîdan, buxur şewitandin, Quran xwendin û dûa kirin. Her wiha şêranî belav kirin û cejn li hev din pîroz kirin.
Li Colemêrg û navçeyên wê bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana gorên şehîdên têkoşîna azadî û demokrasiyê hatin kirin.
DBP, TJA, Dayikên Aşitiyê û DEM Partî bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana gorên şehîdên têkoşîna azadî û demokrasiyê kirin. Goristana Serê Solan a li Taxa Tekser a li Colemêrgê hate ziyaretkirin. Ji malbatan re sersaxî hate xwestin û dua hatin kirin. Parlamenterê Colemêrgê yê DEM Partiyê Vezîr Parlak li vir axivî û bal kişand ser ‘’Banga Aşitî û Civaka Demokratîk’’ ya Rêber Apo û got:’’Têkoşîna azadiya gelê Kurd bi saya kesên ku di vê rêyê de canê xwe dane, pêk hat. Di vê pêvajoya dîrokî de em ê berpirsiyariyê bigirin ser xwe û em ê hêviyên hemû windayên xwe bi aşitî û azadiyê tacîdar bikin.’’ Her wiha li navçeya Geverê jî goristanên li taxên Bajêrge û Ormanê jî hatin ziyaretkirin. Li goristanan dua hatin kirin û ji malbatan re sersaxî hate xwestin.
NAVENDA NÛÇEYAN