Rêûresmeke dêrîn; Cejna Pîr Şalyar

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 1 Sibat 2025 - 00:33

  • Bi hatina Çarşema yekem a çileyê Zivistanê re welatiyên Hewreman li Rojhilatê Kurdistanê diçine Hewremana Text ji bo pîrozkirina Cejna Pîrşaliyar. Ji beriya cejnê bi rojan welatiyên herêmê xwe ji bo cejnê amade dikin.

Cejna çileyê mezin di sê rojên pêşî yên meha 2’yemîn a sala mîladî de, wek yek ji cejnên Kurdî yên kevnar ku di dînên Kurdî yên Yarsanî, Zerdeştî, Êzîdî de her sal bi nav û dengê cuda li Hewraman û Laleşa Nûranî tê pîroz kirin.

Nîqaşên cuda hene li ser kesayetiya Pîr Şalyar an ‘Pîr Şehryar’.  Li gorî hin jêderkan navê wî Xwedadadê kurê Camasp e. Wek Pîr Şalyarê Hewramanê navdar e. Ew yek ji pîrên herî mezin ê peyrewên dînê Yarsanî ye. Li gorî van agahî û çavkaniyên yek ji destnivîsên pirtûka Serencamê di paja Dewrên Şahxoşînê de hatiye nivîsandin. Pîr Şalyar di 1006’ê zayinê li Hewramanê ji dayîk bûye. Di dema ciwaniya xwe de berê xwe daye Loristanê û çûye ba Şahxoşînê. Sê salan li wir maye û dû re li ser daxwaza Şahxoşînî vegeryaye Hewramanê û bangxwaziya bîr û baweriya Yarsaniyê kiriye. Di sala 1098’ên zayinî wefat kiriye.

Cejna Pîr Şalyar

Cejn û ahenga Pîr Şalyar li Hewramanê vedigere demboriyeke dêrîn û dîrokî. Kurd wê cejnê pir pîroz û giring dibînin û wek yek ji cejn û boneya kurdiya kevnare dibînin. Her sal li Hewramana Text bi rê ve diçe. Ahenga Pîr Şalyar ku hewramiyan bi xwe jê re dibêjin: “Zemawenû Pîrî” du dem û du pajin ango nîvê zivistan û nîvê biharê.

Nêzî hezaran sale welatiyên Hewreman Cejna Pîrşaliyar pîroz dikin ku yek ji 99 pîrên binav û deng ê Hewreman li serdemê Ola Zerdeştî ye. Welatî di nava 3 rojan de gelek çalakî û pîrozbahiyan lidar dixin û Cejna Pîrşalyar pîroz dikin.

1: Di zivistanê de roja çarşemê ta roja înê didome, li gorî salnameya Kurdî dikeve destpêka meha Çileyê ango sê rojên pêşî yên meha 2’yemîn a sala mîladî destpê dike û 3 roj û 3 şev didome.

2: Di 15’ê gulanê de her sal vê cejn û ahengê bi navê cejna Komasa yan Komsayê ye li kêleka gora Pîr Şalyarê 3 roj û 3 şev bi rê ve diçe, bi zîkir, lava, aheng û govendên, xwarin û vexwarin, şîrînî, gûz, mêweyên taybet û qûrbanî kirinê didome.

Li ser banên xaniyan, li ber pencerên salonan bi sedan kes li merasîmê temaşe dikin. Di destpêkê de welatî kom bi kom berê xwe didin mala Pîr. Li wê derê li defê dixin, govenda Îrfanî û tewafê dikin, helbest dixwînin.

3 roj û 3 şevan berdewame

Di van 3 roj û 3 şevan de dab û nêrîtên dîrokî yên wek ‘Kilaw roçne yan jî Kilaw rojne’, qûrbanî kirin, pêjîna xwarina tiştînê, govend û semayên îrfanî, parvekirina gûzên di baxê Pîr Şalyar de, merasîma Kilaw rojne, qûrbanîkirina jalan, şevnîşînî, nimêj û dua, dest gerandin bi dola Pîr Şalyar ango dîdara kewşa çermî ya Pîr Şalyar û pêjîna Kulêre Mejgeyê di nava xelkî de ta sê roj û 3 şevan bi rê ve diçin. Zarok beyaniyên roja çarşemê di grupên sê kesî û çar kesî de destpê dikin ta saet 9 û dû re qûrbanîkirina ajalan dest pê dike, êvara roja pêncşemê bi govend, zikirên îrfanî û hetanî sibeha roja înê didome, dû re diçin ser gora Pîr Şalyar û merasîma dua xwendinê bi rê ve diçe.

Ji gelek welatan mêvan beşdarê merasîmê dibin. Tevaya şêniyên Hewreman jî beşdarê merasîma cejnê dibin. Li gorî hinek çavkaniyan vê ahengê vedigerînin daweta zewaca Pîr Şalyar û Bihar Xanima Şahzadeyê Buxarayê ku Kurdên Hewramî her sal ji bo bîranîn û pîrozkirina wê, aheng, stran, hûzan(şîîr), govend, defjenîn, sirûd û gotinên olî vê cejnê pîroz dikin û bi bîr tînin.

Helbet di wê demê de di nav zerdeştiyan de jî du cejn bi rê ve diçin bi navê cejna mîgregan û cejna tîreganê.

Li Hewramanê cejna Pîr Şalyar

Niqaşên cur bi cur li ser navê Hewramanê hene lê piranî peyva Hewramanê ji du pajên ‘hûra’ anku ‘ahûra’ û ‘man’ê ango der, mal, welat pêk tê. Welatê ahûrayî û welatê pîroz û welatê rojê. Hûr an xûr û xor ango roj û tav. Xelkên Hewramanê bi diyalekta hewramî dipeyvin. Hin ji dîroknasan dîroka vê cejnê vedigerînin hezar sal berê û hinek din jî vedigerînin zêdetirî hezar sal berê. Birêveçûna vê ahenga birûmet a civaka Kurdî û dilsoziyên civakê ji bo çalakiyên çandî, amajeya entelktualî, kenvarî û şaristaniya vê erdnîgariyê û çanda vê civakê şan dide. Di vir de baştir xuya dibe ku peyva ‘Pîr’ bê sedem neketiye nava rêbaza sofîgeriyê û ev asta pîrîtiyê asta serfiraziya rêwîtiyeke dûr û kûr a rewşenî û ronahiyê ye.

Ronahiya Mîtra û eşq, ronahiya dûrketin ji nefamî û nezaniyê. Ew xwedî pêgeh û wateyeke kûr a Kurdistan û Zagrosê ye. Peyva ‘pîr’ hêmaya pakî, ronî û behayî ya xwezaperwerî û xwedaperestî ye. Ew di zêhn, ruh û çanda Kurd û Hewramiyan de dijî. Hewraman xwedî, huner, kinc, xwarin, muzîk, fikir, bawerî, çandên taybet in. Mêrên wê rank û çoxe, mişkî, ferencî û jinan jî canî, kulince, şal û şedeyên rengal dipoşin.

Li gorî tê riwayetkirin Pîrşalyar pîrekî ruhanî û xudanas bû. Her wiha yek ji kesên heskirî yê serdema pêxember Zerdeşt bû, ji aliyê gelê Hewraman ve rêzek mezin jêre tê dayîn. Hêjayî gotinêye ku pirtûka wî nîşana kesên biyanî nadin.

ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.