‘Nebin amûrên daxwazên qirêj’

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 23 Adar 2022 - 22:18

  • Alî Asker Atalay ji Elmanyayê re dibêje: Nebin amûrê sûcên dewleta Tirk. Ez ê heta dawiyê li pey mafên xwe bim. Ji ber ku ne sûc in, heta dawiyê ez li pişt parvekirinên xwe me. Bi van lîstikên qirêş dixwazin me bitirsînin. Lê ez ê netirsim.

M. ZAHÎT EKÎNCÎ/HAMBURG

Dewleta Tirk talîmat dabû meqamên Elman û bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dîjîtal, polêsê Elman bi ser mala Alî Asker Atalay de girtibû. Em bi Atalay re peyivîn û wî wiha bang li dewleta Elman kir: "Heta dawiyê ez li pişt wan parvekirinên xwe me. Enbin amûrên daxwazên qirêj ên dewleta Tirk."

Dozgeriya Enqerê, li dijî Alî Asker Atalay bi îdîaya "endamê rêxistinê ye" doz vekiriye. Me rewşa wî 28’ê Sibatê di rojnameya xwe de kiribû manşet û gotibû, bi fermana Enqerê polêsê Elman bi ser malê de girt. Piştî parêzerê wî Mahmut Erdem, me xwe gihand Alî Asker Atalay bi xwe jî. Alî Asker Atalay ji Dêrsimê ye, 49 salî ye û dikandar e. Ev qederê 24 salan e ku ew li Elmanyayê dimîne. Wî demekê li Stembolê di nava xebatên ciwanan ên DEP’ê de siyaset kiriye. Dewleta Tirk ew di dema çalakiyan de kiriye nezaretê, êşkence lê kiriye û ew neçar maye sala 1998’an penaberî Elmanyayê bibe. Lê li Elmanyayê ew bêdeng nebûye. Wî nerazîbûna xwe ya ji zilma dewleta Tirk a li dijî Kurdan û Elewiyan her îfade kiriye. 

Ma li çi digeriyan?

Alî Asker Atalay got, 26’ê Çile, polêsên Tîmîn Dije-Terorê yên Elman bi ser mala wî de girtine û hinceta wan jî “mixalefeta li dijî qanûna komeleyan” û “parvekirinên medyaya dîjîtal” bûye. Wî wiha behsa wê sibeha zû kir: “Hê sibehê zû bû, li zengilê deriyê me xistin. Ez hîna di nav cihan de bûm. 3 polês ketin odeya min û ez hişyar kirim. Ez ecêbmayî mam. Kurê min jî pirr tirsiya bû. Polêsekî destûra gerîna li nava malê nîşanî min da. Gava min li sedemê pirsî, gotin, bi parvekirinên medyaya dîjîtal û bi muxalefeta li qanûna komeleyan min sûc kiriye. Min got, ez ne endamê ti komele û saziya civakî me. Piştî ku ti tişt nedîtin, xwestin du telefonên li malê û kompûtera kurê min desteser bikin. Min got, ew dikarin telefonan desteser bikin, lê kompûter a kurê min e û nikarin wê desteser bikin. Xwestin ez şîfreya telefona xwe bidim wan, min neda. Polês ê ku ti tişt nedîtibû, metel mabû. Min careke din pirsî ka çima li malê geriyane.

Wan jî got, biçe parêzerekî, tu wê hîn bibî û paşê jî çûn.” 

Dewleta Tirk ferman dabû

Atalay got, li ser daxwaz û fermana dewleta Tirk, polêsê Elman bi ser mala wî ya li Hamburgê de girtiye, û bêhiqûqiya li Enqereyê şandine Hamburgê jî. Wî got, “Yekane sedema avêtina ser mala min, hizrên min ên siyasî ne, ji ber ku ez muxalif im. Min çi kiribe û gotibe, ez li pişt wan im û ji ya xwe nehatime xwarê. Ev neheqî û bêhiqûqî bi agahî û fermana dewleta Tirk dibin. Dewleta Elman jî dikin amûrê armancên xwe  yên qirêj.” 

Stranên Kurdî û Karl Marx delîl in

Alî Asker Atalay nerazîbûn nîşan da ji ber ku parvekirinên wî yên medyaya dîjîtal weke sûc tên nîşandan, û got, “Parvekirinên min ên li dijî şer weke sûcê ’terorê’ nîşan didin. Hewl dane ku daxuyaniyên Selahattin Demirtaş weke sûc nîşan bidin. Wêneyên Karl Marx bi xwe jî weke delîlên sûc xistine dosyaya min. Parvekirinên li ser Rojava, stranên bi Kurdî û tiştên din jî.” 

Tevî ku Dayreya Federal a Sûcan ji bo parvekirinên wî di rapora xwe de gotiye, “Di parvekirinan de ti hemana sûc nîne, divê di çarçoveya azadiya fikr de bên nirxandin”, dozgerê peywendîdar, ji bo bi serdegirtina mala Atalay ji dadgehê destûr standiye. 

Alî Asker Atalay ji Elmanyayê re dibêje, “Nebin amûrê sûcên dewleta Tirk. Ez ê heta dawiyê li pey mafên xwe bim. Ji ber ku ne sûc in, heta dawiyê ez li pişt parvekirinên xwe me. Bi van lîstikên qirêj dixwazin me bitirsînin. Lê ez ê netirsim.” 

Dosyayê li Tirkiyeyê vegerînin

Parêzerê Alî Asker Atalay, Mahmut Erdem jî miracaetî Dadgeha Eyaletê ya Hamburgê kir û xwest ku ev doza bi daxwaza dewleta Tirk hatiye destpêkirin, bê bidawîkirin, û li Tirkiyeyê bê vegerandin. Parêzer da zanîn ku hîna dadgehê li wan venegerandiye û mumkin e ku pêvajo jî dirêj bikişîne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.