Wêneyên Ocalan dizîn

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 18 Çile 2024 - 15:32

  • Parlamenterê eyaletê Cindî Tuncel: Ev serdegirtin veguherîn sîstematîkekê. Hikûmeta Elman hevkariya hikûmeta Tirk dike û hewl dide Kurdan krîmînalîze bike. Em vê neheqiya li Kurdan qebûl nakin. Li parlamena eyaletê çi ji destê me were em ê bikin.

Polêsê Elman bi ser komeleya Kurdan a li Bremenê ya bi navê Biratî e.V. de girt. Tevî ku welatiyê Kurd Kadri S. li cem malbata xwe dimîne jî, bi hinceta telefonî Mehmet Çakas kiriye, hate girtin. Di dema serdegirtina komeleya Kurdan de polêsên Elman 2 wêneyên Rêber Abdullah Ocalan jî dizîn. Endamê Meclîsa Gel a Kurd, Tuncer Yalinkiliç got, di krimînalîzekirina Kurdan de “em ketin qonaxeke nû”. KON-MED´ê jî bang li hikûmeta Elman kir da ku “dev ji krîmînalîzekirina Kurdan” berde. Endamê parlamena eyaleta Bremenê Cindi Tuncel jî got, “Hikûmeta Elman hevkariya hikûmeta Tirk dike û hewl dide Kurdan krîmînalîze bike. Em vê neheqiyê qebûl nakin. Li parlamenê çi ji destê me were em ê bikin.”

Polêsê Elman 16´ê Çile bi ser Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (Biratî e.V.) de girt, tiştên komeleyê tevlîhev kirin û dest danî ser hin tiştan. Polês du wêneyên Rêber Abdullah Ocalan ên li hola komeleyê daliqandî û bilêtên şeva çandê ya li Bremenê birêveçûyî jî desteser kirin. 

 

Çima te telefonî Çakas kir!

Di heman wextê de polês bi ser mala li semta Huckelriede ya endamê komeleyê Kadri S. de jî girt. Bi hinceta lêpirsînekê, Kadri S. hat girtin.

Di çarçoveya lêpirsîneke kanûna sala 2022´yan de polês li bajêr bi ser mala gelek welatparêzan de girtibû û Elmanyayê Mehmet Çakas jî bi heman hincetê ji Îtalyayê xwestibû û paşê girtibû. Hat zanîn ku yek ji sedemên girtina Kadri S. bi telefonê peyivîna wî bi Mehmet Çakas re bûye. Tevî ku Kadri S. li cem malbata xwe dimîne jî bi îdîaya “dibe ku bireve” hatiye girtin. 

 

Qedexekirina PKK´ê nû dikin

Endamê komeleya Biratî e.V.´yê û endamê Meclîsa Gel a Kurd Tuncer Yalinkiliç, ji ber ku polês telefonî wî kir, ji bo şahidiyê bike çû komeleyê. Wî got, “Qederê du saetan li nava komeleyê seh kirin. çavikên dolaban şikandin, 7 bilêtên şeva çandê hebûn, ew birin. Her der kirin gêre. Ji bo ku komeleyan krîmînalîze bikin, xelkê û komeleyan ji hev qut bikin, ketine qonaxeke nû. Di Kanûna 2022´yan de jî bi ser komeleyê de girtin. Ew qedexeya sala 1993´yan nû dikin. Ev qonaxeke nû ye. Nexasim sala 2023´yan avêtina ser komeleyan kete rewşeke pirr cidî. Dixwazin têkiliya xelkê û komeleyan lawaz bikin.”

 

Dev ji krîmînalîzekirina Kurdan berdin

Konfederasyona Civakên Kurdistanî li Elmanyayê (KON-MED) daxuyaniyek da û bi bîr xist ku beriya Bremenê jî, polêsên Elman bi ser malên Kurdên li Hannoverê de girtibû. KON-MED´ê bang kir li hikûmeta Elman da ku “dev ji krîmînalîzekirina Kurdan berde”. KON-MED´ê got, “Azadiya Kurdên li Elmanyayê heye ku weke civakên din xwe di çarçoveya qanûnên Elmanayayê bi rêxistin bikin. Kurd, ji ber ku Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeya welatê me Kurdistan dagir kirine, zextan li wan dikin, penaber bûne û li Elmanyayê bi cih bûne. Ew hem erka xwe ya dana bacê bi cih tînin û hem jî mafên xwe yên azadiya xwebirêxistinkirin û xweîfadekirinê bi kar tînin.”

 

Wê bibe rojeva parlamena eyaletê

Parlamenterê eyaleta Bremenê yê ji Partiya Çep Cindi Tuncel jî ji me re got, zextên dewleta Elman ên li dijî Kurdan ketine rewşa zilma sîstematîk û got, “Ev ne ya pêşî ye. Par jî tevî komeleyê bi ser malên welatparêzên Kurd de girtibûn. Li Hannoverê jî hê nû bi ser malên welatparêzên Kurd de girtin. Ev serdegirtin veguherîn sîstematîkekê. Hikûmeta Elman hevkariya hikûmeta Tirk dike û hewl dide Kurdan krîmînalîze bike. Em weke partî vê neheqiya li Kurdan tê kirin, qebûl nakin. Li parlamena eyaletê ji bo ku piştperdeya bûyerê ronî bibe, çi ji destê me were em ê bikin. Em parastina têkoşîna maf û hiqûqê ya Kurdan bi rêyên demokratîk dewam bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.