Kurd çûn bi hewara Japonan ve

Nûçeyên Dîaspora

În 12 Çile 2024 - 15:30

Piştî erdheja bi şida 7.6 a li eyaleta Îşîkawa, saziyên Kurd ên li Japonyayê, li bajarê Suzu aşxaneyeke seyar danîn û xwarina germ, vexwarin û cilûbergên zivistanê didin mexdûrên erdhejê. Ofîsa Japan a Heyva Sor a Kurdistanê û Komeleya Çanda Kurd bi hev re vê alîkariyê organîze dikin. Kurdan tevî şertên zehmet ên zivistanê jî nan da qederê 10 hezar kesan. Ji nûnerên saziyên Kurdan Mehmet Dursun û Ayaz Çikar, alîkariya Japonan a ji bo erdheja 6´ê Sibata par bi bîr xist û got, êdî dora wan e ku alîkariya Japonan bikin. Wan da zanîn ku welatparêzên kurd ên li Japonyayê alîkariyeke mezin bi wan re kirine da ku karibin, vê xizmetê ji bo mexdûrên erdhejê bikin. Wan da zanîn ku medya Japonyayê û xelkê Japon jî gelekî pesnê vê alîkariya saziyên Kurd daye û razîbûna xwe ji wan îfade kirine. Ji Rrayedarên Komeleya Çanda Kurd a Japonyayê Ayaz Çıkar û Mehmet Dursun wekî din da zanîn ku ew ê ji bo sibe rojê tevlî xebatên rakirina xirbeyan û alîkariya madî jî bibin.

TOKYO

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.