Li dijî komployê seferberî

Nûçeyên Dîaspora

În 26 Çile 2024 - 15:56

FIRAZ BARAN-ERDOGAN ZAMUR / KOLN

Di salvegera 25’an a Komploya Navnetewî de bi pêşengiya KCDK-E û TJK-E’yê li bajarê Kolnê yê Elmanyayê wê meş û mîtîngeheke mezin were lidarxistin. Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever têkilî meşê got, “Divê em şanî hemû hêzên komploger bidin ku em komployê qebûl nakin û bersiva hewce bidin wan. Em ê meşa Kolnê bikin meşa herî mezin a vê sedsalê.”

Bi dirûşma “Em Xwe Bigihînin bi milyonan kesî/Bi Rêbertî re bibin yek” 17’ê Sibatê wê meş dest pê bike, her wiha bi hevdemî li Brîtanya, Italya, Ewûstralya û Kanadayê û gelek bajarên din jî wê meş û mîtîng bêne kirin.

Ji Elmanya, Belçîka, Hollanda, Swîsre û Bkaurê Fransayê gelek Kurdistanî û dostên Kurdan wê tevlî meşê bibin. Her wiha eynî rojê li Skandînavya, Brîtanya, Ewûstûrya, Kanada, Japonya, Ewûstralya, Italya û Başûrê Fransayê jî meş û mîtîngên girseyî bêne kirin.

 

Me seferberî ragihandiye

KCDK-E, ku rêxistina sîwanî ya rêxistinên Kurdistanî yên Ewropayê ye, bi 400 saziyên bin sîwana xwe ji bo meş û mîtînga Konê wê seferber bibe. Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever ku ji bo haziriyên çalakiya 17’ê Sibatê civîn dikir, têkilî çalakiyê ji rojnameya me re got,‘‘Me ji bo 1’ê Sibatê heta bi 17’ê Sibatê seferberî ragihandiye. Hemû sazî û dezgehên me yên baweriyê, rêxistinên me yên parçeyan, rêxistinên me yên çandê, federasyonên me wê li ser çalakiya 17’ê Sibatê bisekinin û ji bo vê çalakiyê bixebitin.‘‘

 

Bersivê didin komplogeran

Sever bi bîr xist ku ew dikevin salvegera 25’an a Komployê û wiha pê de çû: ‘‘Em îsal dikevin sala 25’an a Komploya Navnetewî. Divê em çalakiya herî mezin bikin, ji nav yên ku heta niha hatine kirin. Divê em şanî hemû hêzên komploger bidin ku em komployê qebûl nakin û bersiva hewce bidin wan. Em ê meşa Kolnê bikin meşa herî mezin a vê sedsalê. Yê ku wê dawî li tecrîd, êşkence, nehiqûqiyê bînin em in. Dengê me çi qasî bilind derkeve destê me wê ew qasî xurt be.‘‘

 

Cihê Rêber Apo ne Imralî ye

Sever diyar kir serlêdana fermî ya ji bo meşa Kolnê hatiye qebûlkirin, wan hemû haziriyên teknîk anîne ber qedandinê, bi mîtînga Kolnê re bi hevdemî wê li Skandînavya, Brîtanya, Ewûstûrya, Kanada, Japonya, Ewûstralya, Italya û Başûrê Fransayê jî meş û mîtîng bêne kirin û got,‘‘Di dilê her kesî de yên ku wê tevlî meşê bibin wê Rêber Apo hebe. Cihê ku Rêber Apo layiqî wê ye ne Imralî ye, sûrên Amedê ne, Efrîna Rengîn e, Sîneya qedîm e.”

Sever êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser qadên gerîla, Rojav bi bîr xist û got, “Kurdistaniyên ku van polîtîkayan qebûl nakin wê tevlî meşa dîrokî ya 17’ê Sibatê bibin.”

Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrît jî got ji bo meşê ew kedeke mezin didin, ji bo kesên ku tevlî meşê bibin otobosan hazir dikin, er wiha wesayitên taybet jî tespît kirine, mal bi mal digerin û têkilî pêvajoyê gel agahdar dikin û got, “Hedefa me ew e ku 100 hezar kes tevlî vê mîtîngê bibin.”

 

Dostên Kurdan jî wê hazir bin

Zumrut bi berdewamî diyar kir ji bilî Kurdistaniyan, dostên Kurd jî ji bo meşê haziriyan dikin û domand, “Li Elmanye nifûseke zêde ya Kurdan heye, ji bo vê Koln hate neqandin. Ji bilî me, dostên Kurdan jî xebata xwe dikin. Ew ê jî bi kortêja xwe tevlî meşê bibin. Niha ew jî bi me re xebatên xwe dikin. Hedefa wan ew e ku bi kêmanî kortêjeke bi tevlêbûna 1000 kesî hazir bikin. Ji bo vê armancê xebateke çalak dikin.

 

Bila gelê me tevlî meşê bibe

Rêxistinên ciwanên Kurd 9’ê Sibatê li Mannheimê ya Elmanyayê, enternasyonalîst jî li Baselê ya Swîsreyê wê 11’ê Sibatê dest bi meşê bikin. Ev du meş bûne weke meşên domdar. Îsal ji bo salvegera 25’an a Komployê li Parîsê meşa ku 22’yê Çile dest pê kirî wê 25 rojan bidome.

 

Fînal meşa Kolnê ye

Ev hemû hêja ne. Em bang li gelê xwe dikin da ku tevlî van meşan bibin. Meşa ku ji sê baskan wê were kirin 15’ê Sibatê li Strasbourgê bi meş û daxuyaniyekê wê biqede. 16’ê Sibatê ciwan wê konferansekê bikin. 17’ê Sibatê jî her sê baskên meşê wê tevlî meşa li Kolnê bibin.”

Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut xwest ku her kes ji bo meşa Kolnê geş bibe bi insîyatîva xwe rabe, xebatan bike, mal bi mal bigere û got, “Em bang li gelê xwe dikin, nabêjin, ‘em naçin tiştek nabe‘. Divê mirov bibêje,‘ku em neçin mîtîngê wê tecrîda li ser Rêbertî ranebe, gelê Kurd azad nebe û li Rojava mirovên me bêne qetilkirin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.