- Mexdûrên dagirkeriya dewleta Tirk giliyê dagirkeran kirin li cem Dozgerê Federal ê Elman ji ber êşkence, talan, fîdye û destavêtinê. Yek ji parêzeran Patrick Kroker dibêje, “biryarên li dijî êşkencekarên rejîma Esed li Elmanyayê nîşan didin ku daketina bi sûcên li Sûriyê bi pêş dikeve. Hiqûqa navnetweyî divê bêyî cudakerî were bicihanîn; her wiha li dijî komên failan ên ku girêdayî welatên hevgir [-ê Elmanyayê] yên weke Tirkiyeyê ne jî.”
SILÊMANÊ ZAXURANÎ / FRANKFURT
Dozgeriya federal a Elman, niha lazim e bi dozeke li dijî çeteyên dagirker ên dewleta Tirk dakeve. Li gorî nûçeya Christoph Reuter û Fidelius Schmid a di kovara Elman Der Spiegel de, neh mexdûrên dagirkeriya dewleta Tirk, giliyê lazim kirin û doza xwe birin ber destê Dozgeriya Federal a Elman. Gelo doz wê biçe ber dadgehê hîna ne diyar e, lê talan, êşkence û destavêtina dagirkeran di miracaeta mexdûran de diyar û eşkere ye.
Yek ji wan neh kesên mexdûra dagirkeriya dewleta Tirk, ji kovara Elman Der Spiegelê re peyiviye. Hem navê wî tê veşartin (jê re Z9 tê gotin) û hem jî cih û dema tam a girtina wî bi destê dagirkeran. Lewma hem rojnamevan û hem jî rayedarên Elman wisa hizir dikin ku ev agahî dikarin ji bo malbata Z9 bibe tehlûkeyeke mezin.
Z9 beriya bê revandin, li nuqteyeke kontrolê ya dagirkeran li ser unîformeyên dagirkeran du nîşanan dibîne: yek jê ya çeteyên “Artêşa Neteweyî ya Sûrî” ye û ya din jî ya dewleta Tirk e. Wan paçek li dora serê wî pêça û paşê ew birin û kirin hepsekê.
Hepsên dagirkeran ji bo êşkenceyê ne: Lêdana bi derbehişk û pihînan, derzîkirina binê neynokên lingên wî. Ev hemû jî ji bo ku ew qebûl bike “Ew terorîst e û di xizmeta PKK´ê de ye”.
Qonaxên di ser hev re yên êşkenceyê
Lê ev êşkence tenê destpêk bû. Z9´î piştre dibin hepseke din a êşkenceyê: “Êşkenceyên welê li ber çavên min kirin, mirov bi zehmetî dikare texeyul bike.” Destavêtina jinan, li ber çavên girtiyan piçûkxistin û bi awayekî sîstematîk birçîhiştin. Z9 bi rêya konferansa vîdeo dipeyive û destûr nîne ku ew were terîfkirin û cihê lê dimîne, eşkere bike. Malbata wî ya li Efrîna dagirkirî ji ber vê yekê dibe ku bikeve tehlûkeyeke mezin.
Z9 şahidê nehem ê giliyekî ye ku vê hefteyê çû ber destê Dozgerê Giştî yê Federal ê Elman ê li Karlsruhe. Z9 û mexdûrên din ên dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê dixwazin êşkencekarên wan ji ber “sûcên li dijî mirovahiyê” bên dadgehkirin.
Ji ber ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê jî miracaetên Efrîniyan, bi îdîaya divê pêşî li nava Tirkiyeyê rêyên hiqûqî xilas bibin, red kiribû, ev doza li Karlsruhe ya muhtemel veguheriya hêviya dawî ya li Ewrûpayê ji bo mexdûrên dagirkeriya Tirkiyeyê li Efrînê.
Sûcên li dijî mirovahiyê
Sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk di dema dagiririna Efrînê de eşkere bûn. Gava dewleta Tirk 20 Çileyê 2018´an dest bi dagirkeriyê kir, deverên şên, nexweşxane û dibistan jî bombebarankiribûn. Dagirkerî bi xwe jî sûcê hiqûqa naventeweyî yê şerê êrişê bû.
Hema piştî dagirkeriyê jî hem artêşa Tirk a dagirker û hem jî çeteyên wê yê dagirker serweriyeke li dijî Kurdan rûnandin. Der Spiegel jî dibêje, îdîayên van sûcan bi lêkolînên li cihê cih hatine piştrastkirin: “Tim û daim Kurd hatin girtin - îdîaya wiha bû: Peywendiya bi PKK´ê re”.
Der Spiegel her wiha bi bîr dixe ku revandin, fîdye û şantaj veguherîne karên adetî yên dagirkeran li dijî Kurdên li Efrînê mane.
Ji Efrînê, kesek ji Der Spiegelê re peyiviye û gotiye, gefxwarinên li Kurdan li Efrînê veguherîne karekî mezin ê mafyayî: “Şervanên Ereb ên di bin fermandariya Tirkan de fîdyeyê dixwazin ji xelkê ku sûcdar dikin, da ku wan bexin hepsê yan jî nedin destê (Tirkan). Serê malê 500 ta 1000 dolarî dixwazin”.
Kî nikaribe fîdyeyê bide, tê girtin, yan jî nahêlin ku erdên xwe biçîne; kesekî din ji Efrînê ji Der Spiegelê re gotiye: “Wan îsal ji xwediyên baxçeyên zeytûnan doza du dolar û nîvan kir serê darê. Kî pera nede, darên wî dibirrin yan jî dişewitînin. Tirkiye dikare nehêle. Lê dihêle. Wiha xuya ye, ev bi kêra wan jî tê.”
Divê Elmanya hevgirên Tirkiyeyê jî dadgeh bike
Der Spiegel bi aktîvîsta Kurd a ji Efrînê Sabiha Khalil (Sebîha Xelîl) re jî peyiviye: “Tirkiye îro roj bi aqiltir e ji wan demên ku komkujî li ser Kurdan û xelkê ji qewmên din ferz dikir. Komkujiyên îro roj kêmtir xwînrij in: paqijiya etnîk û destwerdana demografiyê”. Ew behsa wê yekê dike ku dewleta Tirk Ereb û Turkmen li erdên Kurdan bi cih kirine û bi zilma daimî jî dixwaze Kurdên mayî jî bide koçberkirin.
Hêviya mexdûran nîne ku Elmanya zorê li Tirkiyeyê bike ku dagirkeriya xwe bi dawî bike, lê ew hêvî dikin ku failên êşkenceyê bên dadgehkirin. Elmanyayê berê biryara girtinê ji bo êşkencekarên payebilind ên Sûriyê dabû û li Koblenzê ew ceza jî kiribûn.
Der Spiegel bi yekî ji parêzerên 9 mexdûrên Efrînî, Patrick Kroker re peyiviye. Ew endamê European Centre for Constitutional and Human Rights (ECCHR) e û dibêje, “biryarên li dijî êşkencekarên rejîma Esed li Elmanyayê nîşan didin ku daketina bi sûcên li Sûriyê bi pêş dikeve.” Ew di dewamê de dibêje, “Hiqûqa navnetweyî divê bêyî cudakerî were bicihanîn; her wiha li dijî komên failan ên ku girêdayî welatên hevgir [-ê Elmanyayê] yên weke Tirkiyeyê ne jî.”