Divê zext li Tirkiyeyê bê kirin

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 19 Mijdar 2025 - 16:30

  • Heike Geisweid diyar kir ku divê zext li Tirkiyeyê bê kirin û got:” Tirkiye yek ji wan welatan e ku herî zêde biryarên DMME'yê binpê dike, herî kêm bi cih tîne. Divê ji dîplomasiyê wêdetir kar bê kirin."

Hevseroka MAF DAD'ê Heike Geisweid bi gotinên tund Tirkiye rexne kir ku biryarên tekez ên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên li ser Rêber Apo, Selahattîn Demîrtaş û siyasetmedarên din ên Kurd bi cih nîne. Geisweid bang li dewletên Ewropayê kir ku êdî ji hişyariyên dîplomatîk wêdetir mekanîzmayên zexta siyasî û aborî bixin dewrê.

Geisweid mijar nirxand û got, "Êdî li ber destê me biryarên tekezbûyî hene" û bal kişand ser helwesta li derveyî hiqûqê ya Tirkiyeyê.

Geisweid işaret bi cezayên girtîgehê yên heta bi hetayê yên girankirî kir û got, "Birîna cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî, jinûve nenirxandina vê biryarê û bêparhiştina ji ihtimala berdanê binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye, yanî binpêkirina xala 3'emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME).

Geisweid diyar kir ku çarçoveya heyî ya dîplomatîk a Konseya Ewropayê ku bicihanîna biryarên DMME'yê kontrol dike, li ser Tirkiyeyê bi bandor nabe û got, "Tirkiye yek ji wan welatan e ku herî zêde biryarên DMME'yê binpê dike, herî kêm bi cih tîne. Divê ji dîplomasiyê wêdetir kar bê kirin." ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.