- Dr. Dîyar Alrasho têkildarî Kongreya Yekîtiya Bijîşkên Cîhanê (WMA) da zanîn ku civînên du-alî û gotûbêjên ku di dema kongreyê de bûn, bi bersiva pozîtîf û piştgirî ji aliyê endamên din hatin qebûlkirin. Dr. Dîyar Raşo bi heyecan got ku beşdariya yekem carê bi navê Rojava ber bi pêşveçûnê ve gavên girîng e.
ARAT ARARAT/BERLÎN
Yekîtiya Bijîşkên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo yekem carê tevli Kongreya Yekîtiya Bijîşkên Cîhanê (WMA) bû. Kongreya salane, ku zêdetir ji 115 yekîtiya bijîşkên welatan tê de, di navbera 8–11'ê Cotmehê li bajarê Porto ya Portûgalê hate lidarxistin. Ji bo yekem carê bi navê Rojava, Yekîtiya Bijîşkên Rojava Dr. Dîyar Alrasho wekî nûner tevli kongreyê bû.
Ji bo pêşveçûnê gavên girîng e
Dr. Dîyar Alrasho diyar kir ku civînên du-alî û gotûbêjên ku di dema kongreyê de bûn, bi bersiva pozîtîf û piştgirî ji aliyê endamên din hatin qebûlkirin. Dr. Dîyar Raşo bi heyecan got ku beşdariya yekem carê bi navê Rojava ber bi pêşveçûnê ve gavên girîng e.
Dr. Dîyar Alrasho wiha dewam kir:"Yekîtiya Bijîşkên Cîhanê ji bo pêşxistin û ragihandina têkiliyê û hevpeyvînê ya di navbera bijîşkên cîhanê de, dixebite. Her weha projeyên perwerdeyê dixebitîne ji bo pêşxistinê ya karmendên tevlîbûyî û hemşîreyan, çêtirkirina têkiliya di navbera karmend û nexweşan de û pêşxistina nexweşxaneyan û programên perwerdeyê ya di zanîngehan de."
Beşdarî girîng bû
Dr. Dîyar Alrasho da zanîn ku beşdariya Yekîtiya Bijîşkên Rojava û têkilîya wan a bi Yekîtiya Bijîşkên Cîhanê dereng hate kirin lê girîng e. Dr. Dîyar Raşo got:"Me malpera fermî û rûpela me ya li ser têknolojîyê amade kir û arşîva me parast. Herçend dijwariyên me hene, lê em ser ketin. Beşdariya me ya li Kongreya WMA li ser daxwaza fermî hate kirin û ev ji bo me bû serkeftin û pêşketinên girîng."
Dr. Dîyar Alrasho diyar kir ku di kongreyê de gelek civîn bi nûnerên yekîtiyên bijîşkên din hatin kirin û wan agahî li ser rewşa Yekîtiya Bijîşkên Rojava parve kirin û wiha pê de çû:"Endamên din bi rêz û germî piştgiriya xwe nîşan dan. Wan jî diyar kir ku ev piştgirî û beşdariya pozîtîf ji bo pêşeroja Yekîtiya Bijîşkên Rojava baş e. Hemû bijîşkên me bi ciddiyetê dixebitin û hewl dan ku malper û arşîv amade bikin. Lê hîn hêj dijwariyên me hene: perwerdeya akademîk kêm e, têkilîya cîhanî hîn ne hêja ye, amûrên tibbî kevn in (ji sala 2006–2008'an), şer beşdariya me li konferansên cîhanî qedand û kêmasîyên aborî û çêkirina nexweşxaneyan hene. Lê em hêvîdar in ku civîn û têkilîyên ku di kongreyê de hatin avakirin, guhertinên pozîtîf bîne."
Bi xwe bawer bin
Di dawiyê de, Dr. Dîyar Alrasho diyar kir ku têkilî fermî bi hukûmeta niha ya Sûriyeyê re tune ye û rewş bi siyaseta herêmî tê girêdan. Dr. Dîyar Raşo ji hemû bijîşkên Kurd re bang kir da ku li cîhanê bi xwe bawer bin, xebat bikin û perwerdeya xwe pêş bixin.
Dr. Dîyar Alrasho da zanîn divê dengê wan bigihêje hemû kesan û wiha bi dawî kir:"Bijîşkên Kurd ku li derveyî Kurdistanê dijîn, divê bi xwe bawer bin, xwe perwerde bikin û xebatê bikin. Heke ew pêşve biçin, bawer im ku tenduristiya Kurdistanê jî wê pêş bikeve."